Xizmên windayan li Amed û Êlihê û Dayikên Şemiyê jî li Stenbolê aqûbeta windayan pirsîn. Her wiha di çalakiyan de êrîşên polîsan li ser dayikan jî hat şermezarkirin
Xizmên windan li Amed û Êlihê û Dayikên Şemiyê jî li Stenbolê çalakiya xwe ya vê heftê pêk anîn.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 535’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li dar xist û li aqûbeta windayan pirs kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberên ÎHD’ê ji bo Roja Dayikan qurnefil dan jinên beşdarî çalakiyê bûn.
Serokê ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun di çalakiyê de axivî. Zeytun di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya dayikên girtiyan û êrîşên polîsan a li dijî dayikan û wiha got: “Çawa ku malbatên windayan li korîdorên edliyeyan têdikoşin, îro jî bi heman rengî malbatên girtiyan ji bo zarokên xwe bidin jiyîn, hiqûqê bi bîra rayedaran bixin û qanûn pêk werin li qadan û li ber derê hepsan dengê xwe radigihînin. Dayik tenê ne ji bo zarokên xwe di heman wextê de ji bo aştiya civakî jî têdikoşin. Lê mixabin bi tundî û êrîşa polîsan bersiva daxwaza dayikan didin. Ev nayê qebûlkirin.”
Sekretera ÎHD’ê Yuksel Acer Aslan jî bi bîr xist ku sibê Roja Dayikan e û diyar kir ku dayik ji ber zarokên xwe yên winda û zarokên wan ku li girtîgehan dihelin û ber bi mirinê ve diçin bi xemgînî vê rojê pêşwazî dikin.
Pişt re rêvebera ÎHD’ê Gurbet Yavuz çîroka Bedrî Berek ê di 10’ê gulana 1993’yan de li Cizîra Şirnexê di bin çavan de hat windakirin xwend.
Divê aqûbeta windayan bê aşkerakirin
Bi heman armacî xizmên windayan li Êlihê di hefteya 441’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe pêk anîn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Ahmet Tekîn a di gulana 1994’an de dema ji Amedê diçû navçeya Licê cendermeyan ew binçav kir û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.
Piştre rêveberê ÎHD’ê Mehmet Zekî Tanguner axivî û diyar kir ku ji bo welat bigîhîje demokrasiyek rastî divê ewilî aqûbeta windayan bê aşkerakirin û kujer bên darizandin.
‘Em ê şopdarên têkoşîna we bin’
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 737’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û xwestin çalakiya xwe berdewam bikin. Lê polîsan dîsa kolan ji çûyîn û hatinê re girtin û destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li qadê kom bibin. Piştî dayik rastî astengiya polîsan hatin çûn pêş avahiya ÎHD’ê û li vir daxuyanî dan.
Di çalakiyê de nûnerên Dayikên Plaza de Mayo, Dayikên Windayan ên Amed û Şirnexê, seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kesên din amade bûn. Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Halîl Alpsoy ê li taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê di 12’yê Gulana 1994’an de hat windakirin daxuyanî dan. Dîsa aqûbeta Kasim Aksoy ê di 19’ê Gulanê de li Edeneyê hat windakirin pirsîn. Dayikan di çalakiye de dîsa bertek nîşanî êrîşa polîsan a dayikan û binçavkirina rojnamegên ku çalakî dişopandin û hatin binçavkirin, dan.
Êşa hemû dayikan parve kir
Daxuyaniya vê heftê ji aliye Şebnem Korur Fîncanci ve hat dayîn. Fîncanci bi minasebeta Roja Dayikan roja hemû dayikan pîroz kir û wiha got: “Ji ber roja dayikan berî her tiştî ez roja dayikên ku li zarokên xwe digeriyan û bêyî zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dan pîroz dikim. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tinîm. Em ê têkoşîna dayikên ku negihiştin zarokên xwe û jiyana xwe ji dest dan berdewam bikin. We dest ji têkoşînê berneda em jî dest ji têkoşînê bernadin. Di vê roja dayikan de bêyî cudahiyê bikim ez êşa hemû dayikan parve dikim. Di sala 1977’an de li Arjantinê Dayikên Plaza de Mayo gotin ‘Ji bo dayikekê îşkenceya herî mezin nediyariya qedera zarokên wan e’ û li dijî darbekaran dest bi têkoşînê kirin. Dayikên Şemiyê jî di sala 1995’an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyan kirin. Dayikên Şemiyê li Tirkiyeyê berdewama Dayikên PLaza De Mayo ne. Wan di têkoşîna lêgerîna zarokên xwe yên winda de, azadîparêzî û aştîparêzî ji nûve ava krin. Dayikbûn, derxistin asta îtîrazê û siyaseta li hember.”
Hevjîna Kasim Alpsoy Leyla Alpsoy jî diyar kir ku 25 sal berê hevjînê wê li malê hatiye binçavkirin û wiha got: “Serê sibê îşkence lê kirin û ji malê binçav kirin. Roja dîtir dema çû nasnameya xwe bistîne carek din venegeriya. Em ê têkoşîna wan berdewam bikin.”
‘42 sal in em li heman qadê ne û em ê bi ser bikevin’
Piştre li ser navê dayikên Plaza de Mayo Margarita Noia ku 14 sal in li qadan in axivî û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku ez li vir im ez serbilind im. Demek berî niha me 42 salên xwe yên têkoşînê li pey xwe hişt. Em her pêncşemê li heman qadê ne. Hêj em li vê qadê têkoşîna xwe berdewam dikin. Em hurmet û edaletê dixwazin. Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê bi ser bikevin.” AMED – STENBOL