Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Îdirê 19 leşker hatin kuştin

Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger a Eyaleta Serhedê li Îdirê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de panzêrek hat îmhakirin û bi giştî 19 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dewleta tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt ragihand: “Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me leşkerên li derdora Qereqola Basan a Îdirê xistine bin kontrolê. Di 10’ê gulanê saet di 05.30’an de dema ku wesayîta zirxî ya panzêr ku leşker wergirt û ber bi qereqola Bassanê dikeve rê, hêzên me li dijî vê wesayîteke sabotajê pêk tîne. Ev wesayîta zirxî îmha bûye û 10 leşkerên di nava wê de mirine. Piştî çalakiyê leşkerên ku hatine mudaxele bikin, hêzên me li wan jî dane. Di vê çalakiyê de 9 leşker hatine kuştin. Hêzên dagirker piştî derbên giran ên hêzê me, xwestin bi gelek wesayîtên zirxî êrîşî qada çalakiyê bikin. Hêzên me li van wesayîtên zirxî jî dane û ev wesayît ji qadê dûr ketine. Artêşa tirk a dagirker piştî demeke dirêj bi gelek ambûlansan hatine leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxînin. Hêzên me bi silametî vegeriyane baregehên xwe.”

HPG’ê di berdewamî ya daxuyaniyê de destnîşan kir ku artêşa tirk û medya wê hejmara mirî û birîndarên xwe vedişê re û ev tişt ragihand: “Artêşa tirk û medyaya wê ya şerê taybet di medyaya xwe de diyar kiriye ku di vê çalakiyê de leşkerek miriye û leşkerek birîndar bûye. Ev ne bi tenê çalakiyek e, operasyoneke taktîkî ye. Hêzên me li leşkerên di kemînê de jî dane û derbeke mezin li dijmin xistine. Artêşa tirk a dagirker hejmara leşkerên xwe yên mirî û birîndar vedişêre. Divê gelê me girîngiyê nedin polîtîkaya şerê taybet ê AKP’ê.”

Li leşkerên tepê ronahî hate xistin

Di dewamiya daxuyaniyê de ev agahî hat parvekirin: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 10’’ê gulanê saet di 10’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li qada Tepê Ronahî ya Şemzînan Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.”

Li Dortyola Hatayê 2 gerîla şehîd bûn

HPG’ê ragihand ku li Hatayê 2 gerîlayên wan şehît bûye û ev tişt ragihand: “Di 30’ê nîsanê de li Qada Firtina ya Dortyola Hatayê artêşa tirk a dagirker bi firfirokên bêmirov ên hewayî operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de balefirên artêşa tirk a dagirker qad bomberdûman kirine. Di vê bomberdûmankirinê de rêhevalên me Şevger Tolhildan û Elîşêr Xelikan şehîd bûne.”

HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha aşkera kir: “Ramazan Faîk (Şevger Tolhildan), cihê jidayîkbûnê Edene, navê dê û bav Nazîfe – Kerem, dîrok û cihê şehadetê 30’ê nîsana 2019’an  Hatay.  Yûsûf Karabûlût (Elîşêr Xelikan), cihê jidayîkbûnê Konya, navê dê û bav Havva- Mûstafa, dîrok û cihê şehadetê 30’ê nîsana 2019’an Hatay.”

HPG’ê derbarê êrîşên hewayî de jî destnîşan kir ku di 10’ê gulanê de saet di 14.00’an de balefirên şer ên artêşa tirk derdora Çemê Lolanê yê Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye, di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên wan nehatiye. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar