Malbatên berxwedêrên girtî yên di greva birçîbûnê û rojiyamirinê de meşek pêk anî û banga bihîstiyariyê kirin
Meş û çalakiyên ji bo balê bikêşin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên grevên birçîbûnmê didomin. Duh, malbatên berxwedêran li navçeya Emînonu ya Stenbolê meşek pêk anîbû û polîsên tirk xwe li malbatan ranegirtibû û êrîşî wan kiribû, rojnameger Zeynep Kuray jî di nav de gelek kes binçav kiribûn. Îro jî li Kadikoyê malbatên girtiyan, li ber Operaya Sureyya çalakiyek pêk anîn. Malbatên ku êlekên li ser wêneya Leyla Guvenê hebûn, bê navber “Leyla Guven rûmeta me ye” û li Kolana Bahariyeyê meşiyan. STENBOL