PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berxwedana li dijî tecrîdê kete roja 186’an

Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan di roja 186’an de berdewam dike. Li hêla din berxwedana Nasir Yagiz di roja 173’yan de û ya koma yekemîn a li girtîgehan jî di roja 148’an de didome. Çalakiya rojiya mirinê ya koma yekemîn a li girtîgehan 13 roj û ya koma duyemîn jî 3 roj li pey xwe hişt

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi boneya rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Guven îro kete roja 186’an. Rewşa tenduristiyê ya Guven roj bi roj xerabtir dibe lê tevî vê yekê jî berxwedana xwe berdewam dike.

Bi heman boneyê, endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kiribû û çalakiya Yagiz di roja 173’yemîn de didome. Çalakiya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 147’an de ye. Her wiha li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 16’ê kanûna sala 2018’an de koma yekemîn a girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 148’an de didome. Piştî koma yekemîn, di dîrokên cuda de jî bi sedan girtî ketin greva birçîbûnê û ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Çalakiya li avahiya HDP’ê didome

Çalakiya parlementerên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç a li avahiya HDP’ê ya Amedê jî berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Dag ji 3’yê adarê ve û Temel û Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî di 3’yê adarê de tevî parlamenter Dag li avahiya HDP’ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha jî Yildiz, Yaşar, Tekîn û Ozgezer li malên xwe çalakiya xwe berdewam dikin.

Piştî derketin çalakî li malên xwe domandin

Li hêla din welatiyên ku di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre derketin jî çalakiya xwe li mala xwe didomînin. Çalakiya Sedat Akin a li Êlihe di roja 126’an de, ya Gurbet Ektîren di roja 117’an de, ya Mahsun Şen a li Dêrik a Mêrdînê di roja 128’an de, ya Mûrat Aksin a li Dêrikê di roja 59’an de, ya  Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 126’an de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 75’emîn de berdewam dike.

Li başûrê Kurdistanê jî di heman demê de endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok 113 roj in û Herêm Mehmûd jî 78 roj in li ber xwe didin.

Çalakiya rojiya mirinê

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 30’ê nîsanê de çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Di 10’ê gulanê de jî koma duyemîn a girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin. Navê kesên di koma yekemîn a çalakiya rojiya mirinê de wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.”

Koma duyemîn a rojiya mirinê

Navê 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên di koma duyemîn de dest bi rojiya mirinê kirin jî  wiha ne: “Li Girtîgeha Kandirayê girtiyên bi navên Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadîn Akdemîr û Engîn Kahraman, li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyên bi navên Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mûstafa Taşan, li Girtîgeha Patnosê girtiyên bi navên Sena Efe, Burhan Şik, Faysel Atak û Şafî Kayhan, li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdagê girtiyê bi navê Reşad Ozdîl, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê girtiyên bi navên Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyê bi navê Saît Ozturk.”

Çalakiyên fedaî

Bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan, welatiyê bi navê Ugur Şakar li bajarê Krefeld ê Almanyayê di 20’ê sibatê de agir berda bedena xwe û di 22’yê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Bi heman boneyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Bi heman boneyê girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û girtiyê siyasî Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar