Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê der barê Hunermend Pinar Aydinlar de ji ber di mîtînga HDP’ê ya Bedlisê de srûda “Herne Pêş” xwendibû, lêpirsîn hatibû vekirin biryara neşopandinê da. Dozgeriyê biryar da ku pêdivî bi lêpirsîne tune ye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya 31’ê adarê de li Bedlisê di 27’ê adarê de mîting lidar xistibû. Di mîtîngê de hunermend Pinar Aydinlar beşdarî mîtîngê bûbû û piştî mîtîngê hatibû binçavkirin. Der barê Aydinlar de bi sedema srûda “Herne pêş” xweniye bi îdîaya “Propaganda Rêxistinê kiriye” lêpirsîn hatibû vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê piştî lêpirsînê diyar kir ku srûda “Herne pêş” tê wateya her dem biçin pêş û gotina wê aydî helbestkar Cigerxwîn e. Dozger da zanîn ku helbest di sala 1977’an de Şivan Perwer kiriye beste. Dema naveroka srûdê tê lêkolînkirin tu hêyamên tundiyê tune ye. Li alidê din dema ev helwest hatiye nivîsandin wê demê rêxistina PKK’ê tune bû. Ji ber vê yekê ev srûd nayê wateya propagandayê. Ji ber vê yekê pêdivî bi lêpirsînê tune ye. BEDLÎS