Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Gulseren 68 roj in li asayîşa Hewlêrê girtî ye

Veysî Gulseren ê ji ber zext û zordariya dewleta tirk ji bakurê Kurdistanê berê xwe da başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê hate girtin û 68 roj in li asayîşa giştî ya Hewlêrê ye. Malbat ji rewşa Gulseren bi fikar e

Di nava çend salên derbasbûyî de ji ber siyaseta qirkirin û tunekirinê ya dewleta tirk gelek kurd ji bakurê Kurdistanê neçarî penaberiyê bûn. Veysî Gulsere jî yek ji wan mexdûrê siyasî yê ku ji bajarê Êlihê ji ber zilma dewleta tirk çû başûrê Kurdistanê.

Xwişka Veysî Gulseren, Sebîhe Gulseren wiha got: “Birayê min Veysî ji ber ku cezayê siyasî lihatibû birîn, derbasî başûrê Kurdistanê bû. Dema ku birayê min xwest ji başûrê Kurdistanê derbasî welatê Ukraynayê bibe li balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve tê girtin û ev 68 roj in li esayîşa giştî tê girtin.”

Sebîhe Gulseren diyar kir ku ew bi reveberiya asayîşa giştî re ketine têkiliya û reveberê asayîşê wiha bersiva wan daye û wiha got: “Rêveberê asayîşa giştî ji me re gotiyê ti sucê birayê te nîne. Lê çima ev 68 roj in di girtîgehê de ye û birayê min ji ber çi tê girtin, ez ji nizanin. Birayê min ji ber zilma dewleta tirk derbasî başûrê Kurdistanê bû, lê li Kurdistanê ji hat girtin.”

Welatiyê bi navê Veysî Gulsere yê niştecihê bajarê Êlihê yê bakûrê Kurdistanê di sala 2016’an de  ji ber cezayê siyasî derbasî başûrê Kurdistanê bû. Di 6’ê adara 2019’an de li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê dema ku dixwest biçe Ukraynayê ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve tê girtin û ev bi qasî 68 rojan li asayîşa giştî tê girtin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar