Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku ji bo darizandina DAIŞ’iyên biyanî yên di destê HSD’ê de ne, “mekanîzmayeke darizandinê ya navneteweyî” tê lêkolîn
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşniyar kiribû, ku ji bo darizandina çeteyan li herêmê, dadgeheke navneteweyî bê avakirin. Ev mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê di rojevê de cihê xwe girtibû. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku ji bo darizandina DAIŞ’iyên biyanî yên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, “mekanîzmayeke darizandinê ya navneteweyî” tê lêkolîn.
Le Drian ji rojnameya Le Parisien re axivî û wiha got: “Em gengaziya avakirina mekanîzmayeke hiqûqî ya taybet lêkolîn dikin.” Li gorî Wezîrê Karên Derve, mekanîzma dibe ku ji ber mînakên mekanîzmayên navneteweyî yên li Kosova û parzemîna Efrîkayê bê amadekirin. PARÎS