Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayikên girtiyan: Xelata herî xweş azadiya girtiyan e

Dayikên ku ji bo zarokên xwe yên li girtîgehê di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li ber girtîgehan nobetê digirin, diyar kirin ku di Roja Dayikan de dîyariya herî xweş û baş jiyana azad a zarokên wan e

Dayikên ku zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li ber girtîgehan Roja Dayikan pêşwazî kirin. Dayikên ku zarokên wan girtî û di rojiya mirinê de nobeta xwe ya li ber girtîgehan berdewam dikin. Dayikên girtiyan Emîne Ozer diyar kir ku li hemû cîhanê Roja Dayikan te pîrozkirin lê ew li ber girtîgehan vê rojê pêşwazî dikin. Ozer anî ziman ku ew li pêş deriyê girtîgehan vê rojê pêşwazî dikin û wiha got: “Ji bo me diyariya herî xweş jiyandin û azadiya zarokên me ye.”

Dilê heft hezar dayik di devê wan de ye’

Dayika Şukran Ozer a di 1’ê adarêde li Girtîgeha  Tîpa L a Alanya ketiye greva birçîbûnê, Emîne Ozer anî ziman ku ew di 6’ê gulanê de çû ziyareta keça xwe û wiha got: “Tenduristiya keça min xerab bû. Piştî bihist ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin hatiye kirin pir kêfweş bû. Girtiyan diyar kirin ku tenê bi hevdîtinekê tecrîd bi dawî nabe. Girtiyan diyar kirin ku heta bi temamî tecîd ranebe wê çalakiya xwe berdewam bikin.” Ozer da zanîn ku tu hêviya wan ji hikûmetê tune ye û wiha got: “Ger ku em hemû dest bidin hev wê demê emê tecrîdê rakin û rê li pêş mirinê bigirin.”

‘Xelata herî xweş azadiya zarokên me ye’

Ozer destnîşan kir ku di rewşek wisa de tu wateya vê rojê tune ye û wiha got: “Ez bang li Serokomar dikim. Dema tê hesabê wî dibêje ‘Birayê min ên kurd. Lê niha li mirina zarokên me temaşe dikin. Dema em wekî dayik bertekên xwe tînin ziman jî em rastî êrîşan tên. Xwişk û biratiyek wisa nabe. Em jiyanek mirovane û azad dixwazin. ”

‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’

Turkan Yildirim a birayê wê û kurê wê girtî ye jî bang li Wezîrê Dadê kir û wiha got: “Em dixwazin qanûnên xwe pêk bînin. Ger ku li vî welatî edalet hebe, bila li gorî qanûnên xwe tev bigerin. Em dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bila tecrîd rabe. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Ez wekî dayik tu kes denge xwe bilind neke jî ezê heta dawiyê qerîna xwe bilind bikim. Ger ku em mirin bila em bi hevre bimirin.”

‘Ez li gel dayikên kurd im’

Dayika ku piştevaniyê dide dayikên kurd Yeşîm Tuna Kiziltoprak jî wiha got: “Ez dayik im. Ji bo ez deng bidim dengê dayikan, ez li gel dayikên kurd im. Hêsîrên her dayikan hêzirê min in jî. Xelata herî mezin ku bidin dayikan jiyandina zarokên wan e. Ez dixwazin dilê dayikan tevan aram bibe. Ez îro bang li hemû mirovên ku mafên mirovan û demokrasiyê diparêze dikim. Dibe ku sibê dereng be. Em di serî de li Leyla Guven li hemû dayikan xwedî derkevin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar