Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Peyama Roja Dayikan: Bila tecrîd rabe û zarokên me nemirin

Dayikên girtiyan li gelek deverên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daketin qadan û piştgirî dan çalakiya zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de. Dayikên ku qurnefîl di destê wan de bûn, li qadan banga ‘vê qîrînê bi bihîsin’ kirin. Dayikan xwest ku tecrîd bi dawî bibe û zarokên wan nemirin

Ji bo bal kişandina ser rewşa zarokên xwe û piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re, malbat û dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daketin qadan. Di heman demê de dayikan bi boneya Roja Dayikan qurnefîl wergirtin û li qadan banga xwedîderketinê li her kesî kirin.

Di vê çarçoveyê de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyan li navçeya Qoser a Mêrdînê li Qada Azadiyê kom bûn û çalakî li dar xist. Di çalakiyê de parlementerê HDP’ê Tûma Çelîk û gelek endamên HDP’ê jî amade bûn. Dayik bi qurnefîlan meşiyan û dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Di çalakiyan de li dayikan qurnefîl hatin belavkirin. Di çalakiyê de palamenter Tuma Çelîk Roja Dayikan li hemû dayikan pîroz kir û got ku ew naxwazin şer hebe û rondikên çavên dayikan birijin. Çalakî li ber avahiya HDP û DBP’ê yên navçeyê bi dawî bû.

‘Leyla Guven rûmeta me ye’

Li Îzmîrê jî jin bi pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dayikan got ku ew Roja Dayikan pîroz nakin û dixwazin ku zarokên wan bijîn. Dayikan destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe, dê Roja Dayikan pîroz nekin. Çalakî bi tililî û dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.

‘Bijî berxwedana zindanan’

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, malbatên girtiyan du roj berê li avahiya HDP’ê ya Rihayê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Dayik û xizmên girtiyan îro jî bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ ji avahiya HDP’ê heta Qada Ahmet Bahçivan meşiyan. Li qadê daxuyanî hat xwendin û girse bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ belav bûn.

Tevî zexta polîsan jî dayik meşiyan

Bi heman boneyê li Edeneyê dayikên ku li avahiya HDP’ê kom bûn, xwestin ber bi Parka Îsmet Înonu ve bimeşin. Tevî hemû astengiyên polîsan jî girse derbasî parkê bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew li benda agahiyên xweş in. Dayikan destnîşan kir ku di van rojên xweş de li wan heqaret tê kirin û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe. Piştî daxuyaniyê jî girse bi dirûşman derbasî avahiya HDP’ê bû.

Qurnefîl dan dayika Ayten Beçet

Li Dîlokê jî dayikên girtiyan li avahiya HDP’ê ya navçeya Şahînbeyê kom bûn. Di çalakiyê de hevseroka HDP’ê Sûltan Bayindir, çîçek da dayika girtiya siyasî Ayten Beçet ku di 23’yê adarê de li dijî tecrîdê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, Fatma Beçet û roja wê ya dayikan pîroz kir.

Li navçeyên Şirnexê çalakiya Roja Dayikan

Bi heman boneyê li navçeyên Cizîr, Silopî û Hezex ên Şirnexê jî bi pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyên daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de dayikan laçikên spî girê dabûn û wêneyên zarokên xwe hilgirtibûn. Li Cizîrê hevşaredarên HDP’ê yên navçeyê Mehmet Zirig û Berîvan Kutlu li dayikan qurnefîl belav kirin û roja wan pîroz kirin. Li Silopiyayê jî piştî daxuyaniyê dayik heta ber mala Taybet Înan (Dayika Taybet) meşiyan û malbat ziyaret kir. Dayikan piştre jî goristan ziyaret kir. Li navçeya Hezexê jî dayikên girtiyan û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyan de Roja Dayikan li hemû dayikan hat pîrozkirin. Dayikan xwest ku tecrîd bi dawî bibe û zarokên wan nemirin.

Li Gebzeyê dayik hatin astengkirin

Her wiha dayikên girtiyan di roja 34’emîn de jî xwestin li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya nobedê li dar bixin. Malbat di serî de li ber avahiya HDP’ê ya Gebzeyê kom bûn. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkûn, parêzerên endamên OHD’ê û gelek welatî jî amade bûn. Welatiyan qûrnefîl li dayikan belav kirin û Roja Dayikan pîroz kirin. Dayikan piştre jî xwestin biçin ber girtîgehê lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan di heman demê de gef li rojnamegeran xwar û ji cihê bûyerê dûr xistin. Malbatan jî heta demekî li ser Caddeya Bagdatê çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre jî bi dirûşman derbasî avahiya HDP’ê bûn a navçeyê bûn.

Li avahiya HDP’ê dayika Hatîce Calîhan a li Girtîgeha Gebzeyê girtî, Zeynep Calîhan axivî û wiha got: “Ev 10 salin ez Roja Dayikan pîroz nakim. Roja ku Abdullah Ocalan azad dibe, çalakiyên zarokên me bi dawî dibe û azad dibin, wê demê ez ê Roja Dayikan pîroz bikim.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar