Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bayhan ê di rojiya mirinê de: Bêdengiya li dijî zilmê, şirîkatiya bi zilmê re ye

Girtiyê bi navê Zekî Bayhan ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di çalakiya rojiya mirinê de ye, nameyek parve kir. Bayhan got ku ya li Îmraliyê ne tenê tecrîde, li Îmraliyê rejîmek heye. Bayhan got ku bêdengiya li dijî zilmê di heman demê de tê wateya şirîkatiya bi zilmê re. Bayhan got; ‘em ê bi têkoşîna xwe zîhniyeta faşîst û rejîma wê parçe bikin.’

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Di heman demê de çalakiya rojiya mirinê ya koma yekemîn a 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku di 30’ê nîsanê de dest pê kir, kete roja 14’an û ya 15 girtiyên di koma duyemîn de ku di 10’ê gulanê de dest pê kir jî 4 roj li pey xwe hişt. Yek ji van girtiyan jî Zekî Bayhan e. Bayhan li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê tê girtin û ji 10’ê gulanê ve di rojiya mirinê de ye. Têkildarî rewşa xwe û sedema çalakiya xwe, Bayhan nameyek parve kir.

Nameya Bayhan wiha ye:

“Têkoşîna li dijî faşîzmê mafekî rewa ye. Derketina li dijî zilmê xwedî derketina li rûmeta mirovahiyê û jiyana azad e. Berpirsyarî ye. Ji ber ku bêdengiya li dijî zilmê, şirîkatiya bi zilmê re ye. Armanca sereke ya rojiya mirinê, helwesta li dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Çalakiya me di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, ji bo parastina jiyana azad û bi rûmet a gelê me ye. Em rêwitiya mirinê nadin destpêkirin. Em bi helandina bedena xwe, rêwitiya jiyana azad û bi rûmet dest pê dikin. Em dest ji jiyana azad û bi rûmet bernadin. Pêşengên me 40 sal berê jixwe gotibûn ’em bi qasî ku di oxira wê de bimirin, ji jiyanê hez dikin.’

Ji bo me Îmrali girtîgeheke ji rêzê nîne. Mesele ne binpêkirina dewletê ya qanûnane. Ev nêzikatî, rastiya heyî dinixume. Ji ber ku ya li Îmraliyê di meriyetê de, rejîmek e. Binpêkirina maf û hiqûqê, encama vê rejîmê ye. Îmrali pergalek e. Rejîmek e. Vê rejîm û pergalê jî gav bi gav belav dikin. Hemû beşên civakê dikevin vê çerxê. Ev rejîm û pergal piştî ku li Îmraliyê dest pê kir, pêl bi pêl li hemû girtîgehan belav bû. Piştre jî li ser beşên cuda yên civakê bi rêk û pêk xistin meriyetê.

Em dixwazin tarîtiyê parçe bikin

Em bang li her kesî dikin ku layiqî qîrîna dayikan bibin. Zext û tundî tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nînin. Li ser hemû kesên li dijî pergala faşîst, li ser hemû beşên şoreşger, demokrat, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl heye. Vê pergalê hemû saziyên dewletê û hiqûqê bi dest xistine. Rejîma faşîst a heyî xwe domdar dibîne û dixwaze bi her kesî serî bide tewandin. Vê hêzê jî ji bêdengiyê digire. Faşîzm, ji deng û ronahiyê ditirse. Em nikarin êdî rejîma li Îmraliyê wiha temaşe bikin. Em dixwazin vê tarîtiya li ser civakê parçe bikin û ronahiyê serwer bikin. Em dixwazin ji dengê dayikên me yên ku bi bedena xwe ya nazik di bin postalên polîsan de tên eciqandin re bibin qîrînek. Em dixwazin layiqî qîrîna dayikên xwe bibin.

Zîhniyeta faşîst ji ronahiya kolanan ditirse

Em bang li her kesî dikin ku li dijî tecrîda li ser Ocalan tev li têkoşînê bibin. Em bang li gelê xwe, gelan û dostên xwe yên demokrat dikin. Em bang li ciwan û jinan dikin ku tev li berxwedana dayikan bibin û li pêşiya wan bibin mertal. Em dibînin ku di serdemên faşîzmê de daxuyaniyek jî bedel dixwaze. Lê divê bê zanîn ku kaşkirin û derbkirina çend dayikan a ji hêla bi sedan polîsan ve, hunerek an jî serkeftinek nîne. Ev yek wê nîşan dide ku zîhniyeta faşîst ji deng û rohahiya kolanan ditirse. Ditirse ku ev ronahî û deng zîhniyeta wan parçe bike. Berxwedana çend dayikan, zîhniyeta rejîma faşîst tarûmar kir. Lê divê em deng û ronahiya xwe bi ya dayikan re bikin yek. Em di wê ferqê de ne ku pir dereng mane. Ger ku Rêberê me 20 sale girtî be, di hucreyê de be û ger ku îro di bin tecrîdeke giran de be, sedema wê em in. Şareşgerî û rêhevaltiya me ya kêm rê li ber vê vekir. Em di ferqa vê yekê de ne û bi êşîn. Divê em tu carî tecrîda heyî qebûl nekin û hînî tecrîdê nebin.

Wateya ‘Bijî Serok Apo’

Dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ xwedî wateyeke mihûme. Lê divê vîna ku vê dirûşmê diafirîne, bikeve meriyetê. Ger ku ev hêz nekeve nava tevgerê, wê demê bê wate dimîne. Ev nabe qîrîn û çalakî. Dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ tenê bi xwedîderketina jiyana azad a Rêber Apo re dikare bi wate bibe. Gelê me di dîrokê de her tim zilm dît û rastî talan û wêraniyê hat. Lê tu carî rûmeta xwe nexist bin pêyên dijmin. Dê ji vir û şûnde jî wisa be. Em bi vê yekê bi bawerin. Em hêza xwe ji vê berxwedana bi rûmet a gelê xwe digirin. Divê bê zanîn ku bi qasî pêdiviya me bi Rêber Apo heye, pêdiviya Rêber Apo bi me nîne. Pêdiviya me gelê kurd, tirk, ereb jin, ciwan, bindestan û hemû kesên jiyana azad dixwazin bi Rêberê Apo heye.

Rêber Apo her tişî ji bo civaka azad dixwaze

Em bang li hemû dost û dijminan dikin ku rastiya Rêberê Apo careke din bifikirin. Temamiya temenê Ocalan bi têkoşîna ji bo azadî û rizgariya jin, ciwan, gelan, kedkar û bindestan derbas bû. Di dilê gelê Kurdistan û herêmê de tovê jiyan û heviyê çand. Jiyana xwe feda kir. Bi xwîn û canê xwe ev hevî av da û geş kir. Ev yek ji bo qesran nekir. Ji bo xwe tu caran tiştek nexwest. Ev jî fedekarî û bedelên mezin dixwaze. Ev çalakiya mirovê mezin û azad e. Ji ber vê yekê ye ku hemû muktedirên li cîhanê bi komployeke navneteweyî ew dîl girtin. Ev jî têrê nekir ku tecrîd girantir kirin. Ji civak û rêhevalên wî hate qutkirin. Lê tu caran ji sekna xwe tawîz neda. 20 salin di bin tecrîda giran de ye û li ber xwe dide. Bi vîneke pir mezin li ber xwe dide. Li peyamên wî yên li Îmraliyê binêrin. Her hevokeka wî li ser azadiya gelan, jin, ciwan û kedkaran e. Li ser têkoşîna di vê oxirê de ne. Tu hevokeka wî ya li ser jiyana wî ya şexsî nîne. Hûn rastî daxwazeke wî ya şexsî nayên. Her tiştî ji bo civaka azad dixwaze. Çawa dikare civakê ji kemîn û lîstikên nebaş rizgar bike? Di pêşketinên siyasî yên konjekturel de ji bo gelan û bindestan li bersiva vê pirsê digere. Hemû rojeva wî di îfadeyên wî de heye.

Êdî bes e

Peyameke biçûk a Rêber Apo xwedî wateyeke gelek dewlemend û mezin e. Dîyalektîka wî ya duh, îro û sibê vediguhere perspektîfa têkoşînê. Azadiya civakî bi têkoşîn û çalakiya wî re bûye yek. Ji ber vê yekê tecrîda Ocalan ne tenê tecrîdeke li ser şexsekî ye. Tecrîda li ser nasnameya siyasî û têkoşîna civakî ye. Em dubare dikin, Îmrali pergal û rejîmek e. Îro rejîm û pergala faşîst a ceberûd ku di meriyetê de ye weke gloka dezî; kurd, tirk, siyasetmedar, rojnameger û hemû kesên li dijî vê pergala faşîst disekinin bi siyaseta tirsê fetisandiye. Dixwaze wan tune bike û bingeha vê jî li Îmraliyê danîne. Ji ber vê yekê ye ku têkoşîna li dijî tecrîdê, di heman demê de têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Em ji bo ku li dijî tecrîdê û faşîzmê bisekinin û rûmeta mirovahiyê, heysiyeta mirovahiyê, azadî, maf û aştiyê û jiyana hevpar a aştiyane biparêzin, me dest bi vê çalakiyê kir. Ev rêwitiya jiyana bi rûmet e. Em bang li gelê xwe, dostên xwe û her kesên ku nirx didin mirovahiyê dikin ku deng bidin dengê me. Ez li ser navê xwe dibêjim êdî bes e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar