Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dayikan wiha bersiv da polîsan: Terorîst hûn in

Malbat û dayikên girtiyan ji bo piştgiriya bi çalakiya zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan, li Gebze û Edeneyê çalakî pêk anîn. Dayikan bertek nîşanî gotinên polîsan ên weke ‘zarokên we bila nebûna terorîst’ dan û wiha gotin: “Hûn piştgiriyê didin terorîzmê û terorîst hûn bi xwe ne.”

Bi hezaran girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakiya rojiya mirinê de ne. Ji bo piştgiriya bi çalakiya zarokên xwe re û bal kişandina ser rewşa wan, dayik û malbatên girtiyan jî li her deverekê li ber xwe didin. Bi vê boneyê malbatên girtiyan di roja 35’emîn de jî xwestin li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya xwe li dar bixin. Her wiha dayikên girtiyan li Edeneyê çalakî pêk anî.

Dayik û malbatên girtiyan di serî de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebze ya Kocaeliyê kom bûn. Piştre jî li wesayîtan siwar bûn û ber bi girtîgehê ve bi rê ketin. Polîsan li nêzî girtîgehê rê li ber dayikan girt. Li ser vê yekê malbatên girtiyan ji wesayîtên xwe peya bûn û çalakiya xwe ya rûniştinê pêk anîn.

‘Hûn piştgiriyê didin terorîzmê’

Di dema çalakiyê de polîsan gefa êrîşê li malbatan xwar. Li ser vê yekê di navbera dayik û polîsan de nîqaş derket. Dayikan got ku ew ji bo ku zarokên wan bijîn hatine ber girtîgehê. Li ser gotina polîsan a ‘bila zarokên we nebûna terorîst û ne ketibûna girtîgehê’ jî dayikan wiha bersiv da: “A rast ên ku piştgiriyê didin terorîzmê hûn in. Ên ku terorîst jî hûn bi xwe ne.”

Malbat û dayik, piştî çalakiya rûniştinê li wesayîtên xwe siwar bûn û derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzeyê bûn.

Çalakiya li Edeneyê

Bi heman boneyê dayikên girtiyan li Edeneyê jî li avahiya HDP’ê ya bajar kom bûn û xwestin ku ber bi Parka Îsmet Înonu ve bimeşin. Dayik li parkê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin lê dîsa jî çalakiya rûniştinê pêk anî. Di dema çalakiyê de polîsan gefa astengkirina çalakiyê li dayikan xwar û destûr nedan ku rojnameger çalakiyê bişopînin. Lê tevî vê yekê dayikan çalakiya xwe pêk anî û gotin ku heta daxwazên zarokên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.

Di navbera malbatên girtiyan, endamên HDP, HDK û TUAYDER’ê ku destûr nehat dayîn heta parka Îsmet Înonuyê bimeşin û polîsan de nîqaş derket. Dayikan jî li ber avahiya HDP’ê çalakiya rûniştinê pêk anî. Polîsan girse bi darê zorê xist hundirê avahî û ketin û derketina bînayê qedexe kir. Dayik jî derketin pacên bînayê û dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’ berz kir. Hat zanîn ku polîs hîn jî jî li ber avahiya HDP’ê disekinin. STENBOL-EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar