Komek ereb êrîşî gundê Pelkane ya Kerkûkê kirin û çend parçe zeviyên gund dagir kirin. Tê gotin ku artêşa Iraqê jî alîkariya koma ereb kirine
Li gorî agahiyên welatiyên gundê Pelkane yê bajarokê Serkeran a girêdayî Kerkûkê dane, îro komek a nêzî 150 eraban pêk dihat, êrîşî gund kirine. Hate ragihandin ku çend xaniyên gund ên vale û parçe zeviyên wan dagir kirine.
Her wiha destnîşan kirin ku li şûna ku hêzên ewlehiyê li pêşiya komê bibin asteng alîkariya wan kirine û hejmaren welatiyên gund binçav kirine. KERKÛK