Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

‘Tecrîd hemû gelên li Tirkiyeyê eleqedar dike’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna partiya xwe ya heftane de bal kişand ser tecrîd û peyama Ocalan. Bûldan diyar kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê hemû gelên li Tirkiyeyê eleqadar dike û bang li hikûmetê kir ku guh bidin banga Ocalan

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe ya heftane de axivî û rojevên heyî nirxand.

Dayikên ku bi laçikên xwe yên spî ji bo zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne li ber xwe didin jî beşdarî civînê bûn.

Bûldan ku di destpêka axaftina xwe de 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir, bi taybetî li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana greva birçîbûnê û rojî mirinê ku li dijî tecrîdê hatine destpêkirin rawestiya.

Di axaftina xwe de Bûldan anî ziman ku ew li welatekî ne edalet û ne jî demokrasi heye hatine tecrîdkirin û wiha got: “Tecrîd ne tenê li girtîgehan e, li derve jî heye. Em bi rengekî topyekûn tecrîdkirî ne. Ger hûn ne alîgirê desthilatdariyê bin, hingî hûn tecrîdkirî ne.”

Bûldan bi bîr xist ku hevseroka KCD’ê û parlamenter Leyla Guven 188 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê  ya bêdem û bêdorveger de ye û wiha domand: “Zêdeyî sê hezar girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne ku mezintirîn çalakiya greva birçîbûnê ya dîroka komarê ye. 30 girtiyên siyasî jî greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Her saet, her kêlî ne tenê li dijî girtiyên li zindanan diherike, di heman demê de li dijî vî welatê jî diherike.”

Berxwedana dayikên laçik spî

Di berdewamê de Bûldan bal kişand ser berxwedana dayikan û wiha pêde çû: “Dayik her roj ji bo zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin li ber girtîgehan dikin qêrîn. Lê ji ber vê daxwaza xwe rastî lêdan û copan tên. Ev yek li ber çavê hemû gelê Tirkiyeyê pêk tê. Ev yek destpotîzm û faşîzm e. Ev kesên dijminê mirovahiyê wê roj bê hesabê vê yekê bidin. Em bang li dayikan dikin û dibêjin ‘Meraq nekin em bi we re ne. Em ê bi hev re têbikoşin û bi ser bikevin.’ Duh polîsan li parlamentera me ya Êlihê Feleknas Ûca xistin. Êrîşî dayikan kir. Dayikên ku îro li Gebze, Bakirkoy, Qoser, Amedê û gelek bajarên din ji bo tiştek bi zarokên wan neyê û daxwazên zarokên xwe bilind bikin çalakiyên rûniştinê li dar dixin dibin hedefa êrîşa polîsan. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de pir aşkera peyam daye. Hefteya borî parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin. Peyama Îmraliyê pir girîng e. Ev banga diyalogê ji bo pêvajoyek nû dest pê bike heviyek nû ye. Ji bo diyaloga demokratîk dest pê bike, hemû kesên demokrasiyê diparêzin berpirsiyarek dikevin ser milê wan. Em bang li hemû kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin dikin ku bêdeng nemînin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazek herî rewa û zagonî ye. Ev daxwaz pêk bê dê di qada civakî de aramiyek pêk bê. Ger ku ev daxwaz pêk bê û tecrîd rabe welat wê nefesekê bistîne. Divê tecrîd bi lez bi dawî bibe. Em; HDP soz didin van dayikên ku îro hatine vir. Tecrîd tenê we eleqeder nake. Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn eleqedar dike. Em ê hemû bi hev re têbikoşin.”

YSK vîna gel xesp kir

Bûldan di nirxandina xwe de bal kişand ser betalkirina hilbijartina Stenbolê jî û destnîşan kir ku YSK bi aşkera darbeya sindoqê pêk anîye û wiha got: “YSK îro vîna gel xesp kiriye. Divê em ji vê yekê re jî bêjin bes e. Xespa şaredariyên HDP’ê jî û xespa Şaredariya Stenbolê bi destê YSK’ê pêk hatiye û darbeya YSK’ê ye. Îro şaredariyên Cizîr, Qoser, Mêrdîn û Gever di bin tecrîdê de ye. Bila şikê tu kesî tune be, Stenbol  wê dîsa bi ser bikeve. Divê her kes li demokrasiyê xwedî derkevin. Yên li Cizirê xwedî derneketin wê nikaribin li Stenbolê jî xwedî derkevin. Em vê yekê pir aşkers dibêjin, divê hemû kesên demokrasiyê diparêzin helwestek hevpar nîşan bide.”  ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar