Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Cûdî 3 leşkerên tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Cûdî çalakiyeke sabotajê li dijî leşkerên tirk pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk daxuyanî da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de aşkara kar ku hêzên wan yekîneyên leşkerî yên derketine operasyonê xistine bin kontrola xwe û bi taktîka sabotajê li dijî leşkeran çalakî pêk anî ne.

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Di 13’ê gulanê de artêşa TC’ê ya dagirker bi tevlêbûna yekîneyên kontra li qada Cûdî ya Şirnexê, li qada Eynika operasyonek da destpêkirin. Yekîneyeke dijmin a ku tevli operasyonê bûyî li texma Çeperanê kete ber kontrola hêzên me. Yekîneya dijmin demeke dirêj di kontrala hezê me de ma û saet 05.30’î bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever bi taktîka sabotajê ew kirine amanca xwe. Ji vê yekîneya dijmin ku bûyî amanca hêza me 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi Skorskyê leşkerên xwe yên kuştî û birîndar ji qadê rakirine. Ev operasyona ku hêzên dagirker dane destpêkirin, heman rojê saet 11.00’an bê encam vekişiyaye.”

Êrîşên hewayî

Derbarê êrîşên hewayî yên balafirên artêşa tirk de jî HPG’ê ev daxuyanî da: “Di 12’ê gulanê saet 07.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker qada Komasor a herêma Xakûrkê ya Qadên Parastinê ya Medyayê bombe kirin. Di 13’ê gulanê de jî dîsa balafirên şer qada Bektorya ya herêma Heftanînê bombe kirine. Di encama vê bombebaranê de tu ziyan negihaye hêzên me.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar