Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Çeteya DAIŞ’ê ya tirk: Sînorê Tirkiyeyê ji DAIŞ’ê re vekirî bû

Rojnamevana tirk û çeteya DAIŞ’ê Defne Bayrak diyar kir ku xewn û xeyalên wan di nava DAIŞ’ê de têk çûn û wiha got: “Her kes îslamê bikartîne. Ji bilî zewacê tu tiştek ji jinê re nîne. Tirkiyeyê xayintî li min kir. Sînorên wan ji hemû DAIŞ’iyan re vekirî bû. Dixwazim li Tirkiyeyê bêm darizandin da ku bi wan re rû bi rû bimînim.”

Çeteya DAIŞ’ê rojnamevana tirk Defne Bayrak li Tirkiyeyê de dezgehên çapemeniyê yên weke Hurriyet, Vakît, TîmeTurk, ÎnkaNews û Kuresel Haberê de xebitî û piştre jî di weşanên DAIŞ’ê de dest bi kar kir. Navê çete Bayrak di nivîsên krîpto yên di sala 2010’an ên di navbera CIA û Sefaretxaneya Bilind a DYA’yê ya Enqereyê de jî derbas dibû. Çete Bayrak niha jî di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Çete Bayrak bi çeteyê DAIŞ’ê yê urdunî Halîl Ebû Mûlal El Belavî ku li Zanîngeha Stenbolê beşa tipê dixwend re zewicî. Çete Bayrak 7 salan li Urdunê ma. Hevjînê çete Bayrak di 30’ê kanûna sala 2009’an de li Afganistanê li dijî baregeha DYA’yê êrîşa xwekujiyê pêk anî û mir. Li ser vê yekê jî çete Bayrak li Tirkiyeyê bi cih bû. Çete Bayrak di nîsana sala 2015’an de jî tevî du keçên xwe li ser Dîlokê derbasî Sûriyeyê bû û tev li DAIŞ’ê bû. Çete Bayrak di nava DAIŞ’ê de jî di dezgehên ragihandinê de xebitî.

Li Dîlokê hate binçavkirin û berdan

Der barê têkiliya çeteyên DAIŞ’ê ya bi dewleta tirk re û gelek mijaran de çete Bayrak ji ANF’ê bi Ersîn Çaksu re axivî. Çete Bayrak got ku ew pê qanih bûbû ku dewleta îslamî ava bûye û wiha dom kir: “Min biryar da ku koçî xaka îslamê bibim. Ji berê ve têkiliya min hebû. Ji bo derbasbûnê hatim Dîlokê. Li vir hatim binçavkirin lê di demekî kin de hatim berdan. Di heman şevê de derbasî xaka DAIŞ’ê bûm. Li Tebqa û Meyadînê bi cih bûm. Min xwest zarokên xwe li dibistanê qeyd bikim. Lê ji ber ku nezewicî bûm, min nekarî. Ez bi yekê misrî re zewicîm.”

‘Xewn û xeyalên min têk çûn’

Di berdewamê de jî çete Bayrak destnîşan kir ku hevjînê wê yê misrî her tim li dijî wê tundî dikir û wiha pê de çû: “Li min û zarokên min dixist. Me xwest birevin. Lê ji walî re got û gefa kuştinê li me xwar. Salek û 3 mehan pê re zewicî mam. Piştre bi keçeke sûriyeyî ya 16 salî re zewicî. Ez berdam û ez jî derbasî Tebqayê bûm. Em li wir perîşan bûn. Xewn û xeyalên min li wir têk çûn. Ên ji xwe re di gotin ‘dewlet’ û gel vedixwend, ji bilî zewacê tiştek ji jinê re nedihiştin.”

Ji hêla YPG’ê ve hate girtin

Çete Bayrak bi lêv kir ku demekê ji bo DAIŞ’ê karê wergerê kir û ev tişt destnîşan kir: “Min xwest li ser jiyana wan, sîstema wan a aboriyê û dewleta îslamî pirtûkekê binivîsînim. Lê guh nedan. Ger hûn zewicî nebin, kesekî nirxek nedida we. Lewma bi kurdekî ji Kîlîsê re zewicîm. Navê wî Abdullah bû. Du salan pê re zewicî mam. Dema ku ducanî bûm, cihê bûm. Piştre min xwest tevî zarokên xwe birevim Tirkiyeyê. Dema ji Reqqayê derbas dibûm YPG’ê em girtin. Du mehan di girtîgehê de mam û piştre jî tevî zarokên xwe derbasî kampê bûm. Zaroka min a ji kesê ji Kîlîsê li Hesekê hate dinê.”

‘Her kes îslamê bi kar tîne’

Herî dawî jî çete Defne Bayrak ev tişt anî ziman: “Haya Tirkiyeyê ji têkiliya min a bi DAIŞ’ê re hebû. Tu caran ez hişyar nekirim. Xiyanet li min kirin. Cara yekemîn DAIŞ’ê û cara din jî Tirkiyeyê xeyalên min têk birin. Her kes îslamê bi kar tîne. Sînorê Tirkiyeyê ji hemû DAIŞ’iyan re vekirî ye. Piştî ku karê wan qediyayî jî derî girtin. Em hatin bikaranîn. Ji bo ku bi muxatabên xwe re rû bi rû bimînim, dixwazim li Tirkiyeyê bêm darizandin. Ger ku bixwazin min bidarizînin, divê pirsên min bi bersivînin. Kes nikare bi zilmê li ser pêyan bimîne. Dawiya DAIŞ’ê li ber çavan e. Bi zilma xwe têk çû. Ger Tirkiye dev ji vê zilma xwe bernede, bila li benda dawiya xwe be.” DÊRIK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar