Di doza sê şoreşgerên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de gavekî girîng hate avêtin. Ji bo lêpirsîn jinûve bê nirxandin, dozgerekî antî-terorê hate wezîfedarkirin. Di dozê de dê rola îstîxbarata tirk bê pirsîn
Ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 9’ê çileya sala 2013’an de li navenda Parîsê li hundirê avahiyekî de hatibûn qetilkirin. Doza der barê komkujiyê derbasî qonaxeke nû bû.
Li gorî saloxan, li ser rola rêxistina îstîxbaratê ya tirk MÎT’ê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Malbatên sê şoreşgerên kurd di adara 2018’an serlêdan kiribûn û xwestibûn ku kesên fermana komkujiyê dan û hevkarên wan tev li lêpirsînê bên kirin. Ji bo lêpirsîn jinûve bê nirxandin, dozgerekî antî-terorê hate wezîfedarkirin. Parêzer Jean-Louis Malterre ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku lêpirsîn hatiye vekirin û dê ji niha û pê ve li rola îstîxbarata tirk bê pirsîn.
‘Rola MÎT’ê hate tespîtkirin’
Malterre anî ziman ku edaletê rola servîsên tirk qebûl kiriye û wiha domand: “Îdianame hîn negihaştiye ber destê me. Em nizanin bê ka dê çiqas bidome. Piştî mirina bersûcê kujer, me diyar kiribû ku ew bi tenê nîne û servîsên veşartî yên tirk çek dane destê wî. Doza beriya niha tenê li ser bersûcê kujer Omer Guney bû. Di heman dosyayê de rola MÎT’ê bi rengekî vekirî hate tespîtkirin.”
Bûyerekî dîrokî
Têkildarî mijarê parêzer Antoine Comte jî ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û ev tişt anî ziman: “Bûyereke dîrokî ye. Dawî li bêcezahiştina kuştina siyasî ya li Fransayê tê anîn ku bi fermana ji derve tê kirin.”
Bersûcê komkujiyê Omer Guney, çend hefte beriya destpêkirina dozê, di dawiya sala 2016’an de ji nişka ve li girtîgehê bi gumanbarî mirîbû. Doza der barê wî de jî di pratîkê de betal bûbû. Lê belê malbatên qurbaniyan û kurdan red kirin ku doz bi vî rengî bi dawî bibe. Di 12’ê adara 2018’an de jî ji nû ve gilî kiribûn. BRUKSEL