Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tevî êrîşan jî dayikên girtiyan li qadan bûn

Li Riha, Gebze, Agirî û Mêrdînê dayik û xizmên girtiyan daketin qadan û xwestin ku daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin. Malbat careke din rastî êrîşên polîsan û leşkeran hatin. Li her qadê dayik û malbatên girtiyan dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’ berz kirin

Dayik û xizmên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê de ne, ji bo balkişandina ser rewşa zarokên xwe tevî êrîş û zextên polîsan jî rojane dadikevin qadan û li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de îro jî dayik û xizmên girtiyan li gelek navendan daketin qadan.

Bi vê boneyê endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikan û xizmên girtiyan, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniyê bidin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Ebru Gunay û Tuma Çelîk jî amade bûn. Girse ji îstasyona petrolê ber bi girtîgehê ve meşiya. Lê polîsan destûr nedan ku girse heta ber girtîgehê biçe. Li ser vê yekê jî çalakvan li ber Mala Jiyana Civakî kom bûn û daxuyanî dan.

 

‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’

Di daxuyaniyê de parlamenter Çelîk destnîşan kir ku zêdetirî 150 rojin li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye û wiha domand: “Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Hemû gel û bawerî yên Tirkiyeyê di tecrîdê de ne.Ji bo rakirina vê tecrîdê jî bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji bêhiqûqî û dijdemokrasiyê re êdî bes e. Êdî saet û deqîqe jî girîng in. Girtî dixwazin di zûtirin dem de tecrîd bi dawî bibe. Daxwazên wan hiqûqî û zagonî ne. Em naxwazin mirov bimirin.” Daxuyanî bi dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.

Li Agiriyê êrîşî dayikan kirin

Li Agiriyê jî dayik û xizmên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê daxuyaniyê bidin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Abdullah Koç û Mensûr Işik jî amade bûn. Daxuyanî bi hinceta ‘qeymeqamtiyê qedexe kiriye’, ji hêla leşkeran ve hate astengkirin. Di heman demê de leşkeran bi ava şid êrîşî girseyê kir. Di çalakiyê de malbat û parlamenteran dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’ berz kir. Dayikan bertek nîşanî leşkeran dan û gotin; ‘em naxwazin zarokên me bimirin.’

Ji wezareta dadê re faks şandin

Dayik û malbatên girtiyan ên Wêranşar a Rihayê jî ji bo piştgiriya bi daxwazên zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan, ji wezareta dadê re faks şandin. Dayik û malbatên girtiyan tevî parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu bi dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’ heta ber avahiya postaxaneyê ya navçeyê meşiyan. Beriya şandina faksan, dayikan li ber girtîgeha Orduyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dayikan destnîşan kir ku êdî xwarin di qirika wan de naçe û xwestin ku dengê zarokên wan bê bihîstin. Parlamenter Surucu jî bêdengiya hikûmetê rexne kir û diyar kir ku ew naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Surucu bi lêv kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê bi dawî bibe. Piştî axaftinan, dayikan ji wezareta dadê re faks şandin. Di faksê de dayikan ji wezaretê xwestin ku daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin.

Dayik cara 35’an li Gebzeyê bûn

Malbatên girtiyan û dayikên wan îro di roja 35’an de xwestin li pêşiya Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê  Mûazzez Orhan û gelek welatî jî amade bûn. Lê polîsan nehiştin dayik nêzî girtîgehê bibin. Polîsan dora dayikan girtin û nasnameyên wan jê stendin. Dayikan nerazîbûn nîşanî polîsan dan. Li ser vê yekê polîsan gef li girseyê xwar û êrîşî malbatan kir.

Binçavkirinên li Êlihê

Ji bo rakirina tecrîdê û piştgiriya bi daxwazên girtiyan re, duh li Parka Ataturk a Êlihê jî dayik û xizmên girtiyan çalakî pêk anî. Polîsan êrîşî girseyê kir û 11 kes binçav kirin. Her wiha parlamentera HDP’ê Feleknas Uca jî ji hêla polîsan ve hate derbkirin. Ji kesên hatin binçavkirin Osman Bozkurtaca duh hate berdan. Di nav de wekîlê hevserokê HDP’ê yê Êlihê Îkram Îrgî jî, kesên bi navên Ayşe Onal, Selamet Akyuz, Mevlude Elçî, Hatîce Yilmaz, Ezel Aydin, Yaşar Yalçin, Mazlum Îtmez, Nûrullah Baltaci û Veysî Onal jî hîn di bin çavan de ne. Tê payîn ku îro derkevin dozgeriyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar