ALÎGIRÊN DEWLETÊ BÛN, PIŞTRE SERÎ RAKIRIN
Serhildana Agirî weke kurtedîroka Kurdistanê ye. Lêhengiyên û îxanetên mezin bi hev re tên jiyîn. Piştî têkçûnê talan, wêran û qirkirina civakî weke qedera kurd careke din tê dubarekirin. Serhildan di 16’ê gulana 1926’an de dest pê kir û heta 25’ê îlona 1930’î dewam kir.
Berê “Şarbulaq” bû, dûrê ji ber Dêra Reş a ku ermeniyan çêkiribû ji re gotin “Dêra Reş” (Kara Kîlîse). Bi avabûna komara tirk ya nû re wek gelek cihan navê wî jî guherî û jê re gotin “Karakose”. Biştî serhildanê “Karakose” kirin bajêr û navê wê jî kirin “Agirî”.
Serhildana Agiriyê bi pêşenigiya rêxistina Xoybûnê pêk hat. Lewre dema ku mirov qala Serhildana Agiriyê bike neçare qala rêxistina Xoybûnê jî bike. An qala Xoybûnê bike neçare qala Serhildana Agiriyê bike. Bi kurtahî her du ji hevûdu cuda nayên vegotin.
Lê heqîqetek heye û ew jî Serhildana Agiriyê beriya avakirina rêxistina Xoybûnê dest pê dike. Ez dixwazim pêvajoya destpêka serhildana Agirî ya beriya Xoybûnê bi kurtahî vebêjim û bi avabûna Xoybûnê ve girêbidim û pêve berdewam bikim.
Di serhildanê de rista Biroyê Hesikê Têlî
Serhildana Agiriyê beriya Xoybûnê di bin pêşengiya Biroyê Hesikê Têlî (Biro Axa) de dest pê dike. Biroyê Hesikê Têlî ji malbateke ka Hesêsorî ya ku ji milekî eşîra Celaliyan ne. Biroyê Hesikê Têlî di şerê yekemîn ê cîhanî de di nav refa Osmaniyan de li dijî Rûsan şerekî mezin dabû. Di şerê tirk û ermenan (qirkirina civaka ermen) de dîsa piştgiriya desthilatdariya tirk kirîbû. Di van her du şeran de jî ji bo serkeftina tirkan roleke gelek girîng lîstibû. Ji ber wê rola wî ya girîng têkiliya wî bi dewleta tirk re gelek germ û xweş bûn.
Serhildana Şêx Seîd di sala 1925’an de dest pêkiribû û piştî çend mehan bi têkçûneke mezin re rûbirû mabû. Şervanên kurd yên ku xwe ji qirkirina dewleta tirk rizgar kiribûn weke her carê xwe spartin çiyayên Kurdistanê. Ji ber ku kurdên herêma Dêrsimê û yen herêma Agirî her tim li dijber dewletê di nava hewldanan de bûn çiyayên Dêrsimê û çiyayê Agirî bibûn hêlîna berxwedêrên kurd. Wan çiayayên qedîm bi şikeft û zinarên xwe yên asê parazvaniya şervanên kurd dikir.
Gelên van herêman serhildêrên kurd gelek bi şahnazî pêşwazî dikirin û ew diparastin. Lê weke her carî kurdên ku tevilê wê şahnaziyê nedibûn û nedixwestin serhildêran biparêzin jî hebûn. Wan jî weke hercarê dijberiya kurdê serhildêr dikir. An serhildêr îxbar dikirin, an dikuştin, yan jî dîl digirtin û didan destê dewleta tirk. Di pêvajoya serhildana Şêx Seîd de Biroyê Hesikê Têlî jî ji van îxanetkaran yek bû. Serhildêrên ku ji ber qirikirina dewleta tirk rizgar dikirin û xwe digihandin herêma çiyayê Agiriyê bi êrîşên Biroyê Hesikê Têlî re rûbirû diman. Biro ji bo dewleta tirk şerek mezin li dijî wan serhildêran dida. An ew dikuştin an jî dîl digirt û radestî dewleta tirk dikir. Ji ber ku li gelê xwe îxanet dikir di wê serdemê de bibû heskiriyê dewleta tirk.
Belê, Biroyê Hesikê Telî di şerê yekemîn a cîhanî de û di şerê ermen û tirkan de ji bo tirkan roleke giring lîstibû. Di serhildana Şêx Seîd de li gelê xwe îxanet kiribû û di serkeftina dewleta tirk de roleke girîng lîstibû. Lê vana hemûyan têrî nedikir ku dewleta tirk kurdbûna Biroyê Hesikê Têlî jibîr bike. Biroyê Hesikê Têlî kurd bû û kesek xwediyê hêz bû. Nepêkan bû ku ji xezeba dewleta tirk xelas bibûya.
Biroyê Hesikê Têlî ji dîroka civaka kurd a bi îxanetan dagirtî hayîdar nebû. Lewre ji aqûbeta îxanetkaran jî hayîdar nebû. Bêguman nezanibû di dawiyê de çi bi serê îxanetkerên kurd de tê. Nezanibû piştî ku serhildêrên kurd hemû bi destê xayinên wek wî têk diçin û tên eciqandin di dawiyê de dor tê îxanetkaran. Weke her carê çi dihat serê îxanetkarên kurd heman aqûbet hat serê Biroyê Hesikê Têlî jî. Hevalbendiya wî ya bi dewleta tirk re û kiryarên wî yên hovanayên dijî serhildêran têr nekir ku wî xezeba dewleta tirk xelas bike.
Armanca dewleta tirk çewisandin, teslîm girtin û tunekirina civaka kurd bû. İxanetkar bejî tehemula wî ji hebûna kurdê bihêz re tune. Lewre piştî ku serhildana Şêx Seîd bi temamî têk çû dewleta tirk biryarek da. Li gor wê biryarê axa, beg, şêx, malbatên navdar, rêber û pêşengên kurdan hemû ji Kurdistanê dihatin mişextkirin. Bi sed hezaran kurd bi darê zorê ji welatê bavûkalên xwe dihatin dûrxistin. Ji van kesên ku biryara wan a mişextkirinê hatibû dayin yek jî Biroyê Hesikê Têlî û malbata wî bû.
Biroyê Hesikê Têlî bertekek hişk nîşan da û diyar kir ku ew vê biryarê nas nake û dê ji welatê xwe dernekeve. Di 16’ê gulana 1926’an de cendirmeyên dewleta tirk girtin ser gundê Biro. Xwestin Biro û malbata wî bi darê zorê ji Kurdistanê derxînin û biryara mişextiyê bînin cih.
Biro biryara cendirmeyan nas nekir û li dijî wan dest bi şer kir. Biro û şervanên xwe derbeyên mezin li cendirmeyên tirk dan û vekişiyan çiyayê Agiriyê. Biro û şervanên xwe piştî ku vekişiyan çiyayê Agiriyê serhildana Agiriyê ku di dîroka kurdan de ciheke gelek girîng û taybet digre dest pê dike.
Dewleta tirk bi hêz û erka Biroyê Hesikê Têlî ya li ser heremê dizaniya. Ji ber wê bi destpêka serhildanê re gelek fikarên dewleta tirk yên mezin çêbûn. Ji bo pêşî li serhildanê bigrin ketin nav hewldanan. Ji van hewldanan ya herî girîng yek jî bi hevdîtinan îknakirina Biro bû. Hevdîtina yekemîn li gundê Xelasê pêk hat. Di vê hevdîtinê de Biro paşve gav neavêt û hevdîtin neerênî bi encam bûn. Dewleta tirk ji bo pêşî li belavbûna serhildanê bigre bi lezgînî dest bi êrîşên xwe yên leşkerî kir.
Biroyê Hesikê Telî û hevalên xwe di şer de pispor bûn. Bi plan û defikên xwe êrîşên leşkeriyê vala derdixistin û windahiyên mezin didan artêşa tirk. Artêşa tirk dît ku nekare xwe li hember şervanên kurd rabigre neçar ma paşve vekişe. Paşve vekişîna artêşa tirk di nava gelê heremê de bu sedema heskirina Biro û xurtbûna baweriya serkeftinê. Her ku baweriya serkeftinê xurt dibû piştgiriya Biro jî xurtir dibû. Serokê eşîra Şemkaniyan Temirê Şemkî û birayê wî Çerxo, serokê eşîra Sakanan Şêx Evdilkadîr û yên derûdorên wî ji bo piştgiriyê bidin serhildanê ji bajarê Îzmîrê ku mişextê wê bibûn revîn û hatin tevli serhildanê bûn.
Biroyê Hesikê Têlî roj bi roj dibû xwediyê hêzeke mezin. Ji bo bidestxistina navenda bajêr êrîş bir ser Agiriyê. Lê ji ber ku kurdên li navenda bajêr dijiyan piştgirî nedan, Biro biserneket. Bajarê Agiriyê ji bo serkeftina serhildanê navendeke stratejîk bû. Heke navenda Agiriyê bi destbiketa wê bandoreke mezin li ser civaka kurd bikira. Dê têkilî danîna bi derûdor re, ji bo bidestxistina çek û cebilxaneyê û kontrolkirina erdnîgariya heremê derfetên gelek hêsantir derketina holê. Lê mixabin Biroyê Hesikê Têlî di vê plansaziya xwe de bi serneket.
Bajarê Agiriyê bi sedan salî qada şerê navbera Rûs, Îran û Tirkan bû. Bi sedan salî bibû qada şerê kurd û ya van dewletan. Dîsa bajarê Agiriyê di navbera 1890 û 1920 an de bibû şahidê qirkirina gelê ermen ê ku bi hezar salan di vê erdnîgariyê de jiya bûn. Civaka kurd ji bo ku karibe di vê erdnîgariya qada şer de xwe biparêze û bijî neçar mabû ku xwe wek eşîrên mezin anjî xwe wek konfederasyona eşîran birêxistin bike. Bêyî tifaqê û bêyî hêzek mezin di vê heremê de jiyan nepêkan bû. Eşîra Celaliyan û eşîra Heyderan di wî warî de mînakên herî balkêş in. Ev her dû eşîr weke konfederasyonê xwe birêxistin kiribûn. Ji sedhezaran pêk dihatin û bi yekîneyên şervanên xwe parastina xwe ya rewa dikirin.
Biryara “Islehkirina Şarqê”
Di sala 1925’an de piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd ji bo islehkirina kurdan plansaziye ke bi navê “Islehkirina Şarqê” xistibûn meriyetê. Li gor vê plansaziyê dest bi mişextkirina kurdan kiribûn. Her sal bi derxistina zagonên nû plansazî ya xwe girantir dikirin. Di sala 1926’an de ji bo mişextkirina kurdan hinek biryarên nû girtin. Ev biryara nû careke din di nav civaka kurd de bû sedema gelek nerazîbûyin û serhildanan. Lê dewleta tirk di plansaziya xwe ya eciqandin û mişextkirina kurdan de bi israr bû.
Biryara Mişextkirina 1400 malbatî
Di sala 1927’an de ji bo mişextkirina kurdan biryarek nû ya din derxistin. Di wî biryarî de 1400 malbatên kurd yên navdar û maldar ji Kurdistanê dihatina derxistin û mişextê cûr be cûr bajarên Anatolyayê dikirin.
Ez dixwazim bala we bikşînim ser çend navên girîngên ku di nav wê 1400 malbadî de cih digrin. Ez bawer dikim dê gelek tişt bên bîra we jî. Di nav wê 1400 malbadî de Seîdê Kurdî (Seîdê Nûrsî) û malbada xwe, xizmê Seîdê Kurdî Şêx Fehîmê Avrasî û malbada xwe, Muftiyê Wanê Şêx Masûm Efendî û malbada xwe û ji herî girîngan yek Huseyîn Paşayê Kor (Kor Huseyîn Paşa) û malbata xwe jî tê de hebûn.
Rista xwe ya dîrokî nelîstin
Ev kes kî bûn û çima girîng bûn. Ez dixwazim bi kurtahî bînim bîra we. Di serhildana Şêx Seîd de me qala hêz û giringiya Huseyîn Paşa yê Kor û kiribû. Dîsa me qala girîngî û wateya piştgirîdayîn û nedayîna wî ya serhildanê jî kiribû. Me gotibû ku; “Heke Huseyîn Paşayê Kor piştgirî bidana serhildana Şêx Seîd dê di nava civaka kurd de tifaqa yekitiyê pêşketa, wê ji xurtbûna ruhê netewbûnê re xizmeteke baş bikira û dê li Kurdistanê hêzek gelek mezin derketa holê û mudaxaleya dewleta tirk dê zehmetir bibûya û dê serhildan ewqasî bi hêsanî têkneçûya û eciqandina civaka kurd ewqasî hêsan nebûya”.
Seîdê Nûrsî û Şêx Fehîmê Avrasî bi fetvayên xwe nehiştin Huseyîn Paşayê Kor piştgiriyê bide Serhildana Şêx Seîd. Di pêvajoya serhildana Şêx Seîd de van her du kesan nehiştin tifaqa kurd pêk were. Di têkçûn û eciqandina civaka kurd de rolek neerênî ya gelek girîng lîstibûn. Lê ev rola wan a nebixêr û ne erênî ew jî wekî Biroyê Hesikê Têlî ji xezeba dewleta tirk xelas nekiribû. Dor hatibû wan.
Aqûbeta Huseyîn Paşayê Kor
Di vir de ez dixwazim bi taybetî hinek qala Huseyîn Paşayê Kor bikim. Di serdema Abdulhemît de ji ber ku têkiliyên Huseyîn Paşa û Abdulhemît xurt bûn berpirsiyariya 8 alayên Hemîdiyê dabûn Huseyin Paşa. Di şerê cîhana yekemîn de, di şerê tirk û ermenan de û di şerê rizgarkirina Anatolyayê de wî jî wekî Biro Axa ji bo dewleta tirk xizmetên gelek mezin kiribû. Dîroknasê tirk ê navdar Cemal Kutay di bernameya televîzyonekî de xizmetên wî yên girîng ên di van şeran de pêkhatî wiha şîrove dikir “Heqîqet ne ew e ku dîroka fermî vedibêje. Wekî ku di dîrokê de tê gotin rojhilata Anatolyayê Kazim Karabekîr rizgar nekir. Huseyîn Paşayê Kor ji rûsan û ermenan rizgar kir”
Belê Huseyîn Paşayî hetanî wê demê di herî şerî de her tim piştgiriya desthilatdariya tirk kiribû. Di van şerên girîng ên hebûn û tunebûnan de ji bo tirkan risteke gelek girîng lîstibû û hetanî biryara mişextê jî tu pirsgirêk bi dewletê re nejiya bû. Huseyîn Paşayê Kor kurd bû û ji ber ku serhildan têk çûbû êdî hewcedariya wan jî pê tunebû. Lewre êdî wateya wan xizmetên wî yên girîng ên ku hetanî wê demê ji dewleta tirk re kiribû jî tune bû.
Li gorî plansaziya “Islehkirina Şerqê” hewce bû hemû dînamîkên civaka kurd ên madî, manevî û civakî bihatina tunekirin. Her çiqasî Huseyîn Paşayê Kor ji tirkan re gelek xizmetên hêja kiribin jî kurd bû û xwediyê hêz û erkeke mezin bû. Hebûna hêz û erka wî ji bo dewleta tirk xeternak bû. Dibiya ku di pêşerojê de li dijî dewleta tirk serî hilda. Ev sedem bes dikir ku navê wî jî têxin lîsteya mişextan û wî û malbata wî derxin derveyê Kurdistanê.
Bi mişextê malbat parçe dikirin
Malbatên ku ji bo wan wan biryara mişextbûnê hatibû dayîn bi ser Erziromê re li Baybûrt, Trabzon, Stenbol, Îzmîr û li bajarên cuda yên Egeyê û heremên din hatin belavkirin. Ev malbat li cem hev û li herêmên nêzî hev nedihatin bicihkirin. Bav û kur ji hevûdu cuda dikirin. Bav rêdikirin bajarekî û her kurekî rêdkiririn bajareke cuda.
Em malbata Huseyîn Paşayê Kor tenê bigrin dest em ê dijwariya rê û rêbazên mişextiyê fêm bikin. Em ê fêm bikin da ku çawa 1400 malbat li Kurdistanê hatine belavkirin.
Huseyîn Paşayê Kor mişextê Antalyayê, kurê wî Nadir Beg mişextê Kayseriyê, kurê wî Salih Beg mişextê Balikesîrê, kurên wî Abdûllah, Arif û Heyder mişextê Konyayê û kurê wî Mehmet Beg jî mişextê Manîsayê hat kirin.
Her wiha her kurek jî xwedî malbatekê bû. Malbatên ku hatibûn mişextkirin bi gelemperî malbatên kurd ên dewlemend bûn. Xwedî serweteke ku bermahiyê sedan salî bû. Piştî ku biryara mişextkirina van malbatan derket mal û milkên van malbatan bi zêdekirina vekirî hatin firotin. Ji wan pereyan beşek ji hêla dewletê ve hat desteserkirin, beşek biçûk jî dan malbatan. Malbat bi wê beşa biçûk a pereyan ketin ser rêya mişextiyê… (didome)