PDK’ê di 16’ê gulana 1997’an de li Hewlêrê di nexweşxaneyê de komkujî pêk anî. Di vê komkujiyê de gerîlayên PKK’ê yên birîndar û xebatkarên nexweşxaneyê hatin qetilkirin. 22 sal bi ser Komkujiya Hewlerê re derbas bûye, PDK’ê hîn jî cenaze nedane
Komkujiya di 16’ê Gulana 1997’an li navenda bajarê Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê de pêk hat, hîna jî li benda ronîkirinê ye. Hêzên PDK’ê bi eskerên tirk yên di bin navê Hêzên Aştiyê ku li herêmê li ser kar bûn re, êrîş kirin li ser gelek saziyên ku Heyva Sor a Kurdistanê jî di nav de bû, bi dehan kesên bêparastin qetil kirin. Tevî ku 22 sal li ser vê komkujiya Hewlêrê re derbaz bûye jî hîn jî cenazeyê kesên şehîd bûyîn radestî malbatên wan nehatiye kirin. Heya cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî nayê anîn.
Di sala 1997’an de di navbera PKK û PDK’ê de agirbest hebû û PDK’ê gotibu ku ew li dijî gerîlayan alîkariya leşkerên Tirkiyeyê nakin. Lê PDK’ê soza xwe pêk neanî.
Piştî ku PDK’ê soza xwe pêkneanî, çekdarên PDK bi awayeke hemwext hem êrîşê nexweşxaneyê kirin hem jî êrîşê Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk ya Kurdistanê (YNDK), ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê (YAJK), êrîşê rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran van saziyan gulebaran kirin. Di êrîşên ku li ser van saziyan çêbû de gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Operasyona binçavkirin û girtinê ya piştî êrîşê dan destpêkirin, bi mehan berdewam kir.
Di encama êrîşê de 52 gerîlayên birîndar, karmend û welatiyên li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Kesên ku hatîn dîl girtin jî piraniya wan hatin qetilkirin. Yanî PDK’ê bi hevkariya Tirkiyeyê bi giştî nêzî 80 kesên bê çek qetil kirin.
Piştî komkujiyê, PDK’ê cenazeyê gerîla û karmendên nexweşxaneyê radestî malbatên wan nekir. Tê gotin cenazeyê hinek ji kesên hatîn qetil kirin, li nêzî balafirxaneya Hewlêrê hatine veşartin.
Xizmên kesên di komkujiya Hewlêrê de hatine windakirin û şehîdkirin û komeleya Hêvî ya ji bo piştgiriya qûrbaniyên şer, ji bo dîtina cenazeyê şehîdan ev çend sale daxwaznameyek radestî lijneya Mafê Mirovan ya Parlamentoya herêma Kurdistan, Komeleyên Mafê mirov û Parlamentoya Iraqê kirine.
Li gorî daxuyaniyên malbatên şehîdan, hîn jî ti bersivek ji bo wan nehatiye dayîn. Tenê soza bicihanîna daxwazên wan hatiye dayîn, lê di pratîkê de tiştek nehatiye kirin. Bi taybet PDK tû caran li ser vê bûyerê ne axiviye.
Yek ji kesên ku di encama komkujiyê de şehîd bûyî, xebatkara Rojnameya Welat Nahîde ya bi nasnavê Ruken bû. Bavê Ruken Heme Saleh Rehîm derbarê komkujiyê de axivî û wiha got: “Armanca sereke ya komkujiya Hewlêrê, xwe dispêre bi dilsoziya PDK’ê ya bi dewleta Tirkiyeyê re. Wê demê PKK’ê tu suc û xeletiyek nekiribû. Ji bo çi vê yekê bi ser wan de anîn. Ew ne komkujiya yekem ya dewleta tirk bû. Di serdemên berê de jî bi dehan car dewleta tirk kurd, ermen, xiristiyan û gelek neteweyên din qetil kirine. Alîkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re jî ziyanê di de wan bi xwe.”
Birayê karmendê rêveberiya Rojnameya Welat şehîd Azad yê ku di komkujiya Hewlêrê de hatî qetil kirin Xerîb Mihemed jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Kesên ku şehîd bûyîn, di xeta rast de têkoşînê dikirin. Ti carî xiyanetê nekiribûn. Niha jî dewleta tirk heman sucan dike. Li hemberî van sucan jî, berpirsên herêma Kurdistanê pêşwaziyê li dewleta tirk dikin. Her wiha li dijî êrîşan jî bêdengin. Ev jî îspat dike ku hîn jî di xeta îxanetê de dijîn.”
Xerîb di dewamê de wiha got: “Em weke malbata şehîd daxwaza yekitiya netewî dikin. Ger birayê me şehîd bîbejî, bila yê dawiyê be û êdî siyaseta xelet berdewam neke.” HEWLÊR