Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Çalakvana di rojiya mirinê de: Ji bo serkeftinê divê hûn bi wêrek bin

Yek ji girtiyên di rojiya mirinê de Ardil Çeşme anî ziman ku daxwazên wan zelal in û ew jî rakirina tecrîdê ye. Çeşme diyar kir ku ew ji bo temamiya civakê li ber xwe didin û kesên li dijî çalakiya wan bêdeng, dibin hevkarên cînayetê. Çeşme wiha domand: “Ji bo ku hûn bi ser bikevin divê hûn li ber xwe bidin. Ger hûn bixwazin kesên we tune dikin têk bibin, divê hûn bi wêrek bin.”

Girtiya bi navê Ardiç Çeşme li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê girtin û 25 sal in di girtîgehê de ye. Çeşme ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan, di 30’yê nîsanê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Têkildarî mijarê Çeşme bi rojnameger Meltem Oktay ku di heman qawîşê de ne re axivî.

Ardil Çeşme da zanîn ku di sala 1973’yan de li Lice ya Amedê ji dayik bûye û wiha domand: “Di sala 1975’an de piştî erdheja Liceyê em koçî Amedê bûn. Ez bi tililiyen li Amedê, qedexe û berxwedanên li Amedê, dewlemend û xizaniyên li Amedê fêrî jiyanê bûn. Di darbeya 80’an de min dest bi dibistanê kir. Zarokatiya min di şert û mercên wisa de teşe girt. Ne mimkun bû ku haya me ji zindana Amedê nebûya. Di sala 1986’an de min çalakiyên greva birçîbûnê yên li derve dîtin. Min dayik, xwişk û birayên ku li ber xwe didan dîtin. Nayê bîra min bê ka min partî kengî nas kir. Dê bêy qey her tim hebû. Lê di sala 1993’yan de tev lê bûm. Di 94’an de hatim girtin. Bi cezayê îdamê hatim darizandin lê cezayê muebetê li min hate birîn. Di dîrokê de ne bawerim tu jin bi qasî me di zindanan de mabin. Em hem dibin şahidê dîrokê hem jî rê li ber dîrokê dixin.”

‘Daxwaza me pir zelal e’

Çeşme diyar kir ku armanca greva birçîbûnê û rojiya mirinê, rakirina tecrîda mutleq e û ev tişt destnîşan kir: “Tecrîdeke ji rêzê nîne. NATO û dewletên girêdayî wê naxwazin modela neteweya demokratîk û konfederaliya demokratîk a birêz Ocalan, belav bibe. Li Rojava tevî hemû êrîşan jî ava bû û belav dibe. Li wir gel şerê hev nakin. Li cihekî wiha jî kedxwarî û çewisandin tune ye. Di vê pergalê de cihê hebûna dewletên kapîtalîst tune ye. Pirsgirêk ev e. Bi mayîndekirina tecrîdê dixwazin di ser Tirkiyeyê re pergala Rojava tune bikin. Ger tecrîd bê şikandin dê aştî bê. Ji bo mafê jiyanê em ketin rojiya mirinê. Daxwaza me pir zelal e, divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin.”

‘Kesên bêdeng jî hevkarên cînayetê ne’

Di berdewamê de jî Çeşme daxuyand ku ew li dijî înkarkirina gelekî, ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ketine rojiya mirinê û wiha got: “Haya her kesî ji vê heye lê xwe li bêdengiyê datînin. Bila xwe nexapînin. Dibin hevkarê vê cînayeta li ser kurdan. Ên bêdeng dimînin ev in. Ên tên bêdengkirin jî ev in. Dibe ku di vê çalakiyê de mirin çê bibin. Me bi vê zanebûnê dest bi çalakiyê kir. Pêvajoyeke pir zehmet e. Lê mesele ne ev, mesele wijdana civakiyî ya mirovahiyê û hişyarbûna hiş e. Kesên bêdeng, ji vê civakîbûn û mirovahiyê dûr ketine. Kesên niha nabin dengê vê çalakiyê, di tenêtiya xwe de har bûne. Ji bo em mirovahiyê ji harbûnê xelas bikin û bigihînin jiyanê û wateyê li jiyanê bar bikin, ketin vê çalakiyê. Cîhaneke bêyî kurdan, dê bê bîr be. Em ê bi ser bikevin.”

‘Ji bo serkeftinê li ber xwe bidin’

Çeşme destnîşan kir ku ev 25 sal in di zindanê de ye û wiha bi dawî kir: “Dê bêy qey henek e.  Lê rast e. 5 sal piştre cezayê min diqede. Nizanim bê ka heta wê demê ez ê li vir bim an na. Ji rêhevalên ku bi salan e em bi hev re dimeşin û didin pêyî heman xeyalê, tenê yek jê me. Dixwazim li welatê xwe azad bijîm. Dixwazin bi her kesên dixwazin bi me re bijîn, bi Serok re, bi gelê xwe re bijîm. Jiyaneke ji goristan û girtîgehan safî dixwazim. Li zindanan şert û merc giran dibin. Personelên li girtîgehan endamên AKP-MHP’ê ne û tim li pêyî provakasyona ne. Ji bo ku em bimirin diayan dikin. Yên ji bo mirina me destên xwe vekirin dê ji bo kuştinê nesekinin. A ku me eleqedar dike, tiştên ku em dikin in. Em bi berxwedanê mezin bûn. Berxwedan, sekna li dijî kesên ku te bikuje ye. Divê mirov ji bo têkbirina bi wêrek be. Di sala 1982’yan de Kemal, Hayrî, Alî û Akîfan gotibûn ku ew deyndarên vî gelî ne û ji bo vî deynî bidin, bi qasî di oxira wê de bijîn ji jiyanê hez dikin. Em jî dibêjin, hîn jî em dikarin li ber xwe bidin û hêza me ya berxwedanê heye. Li ber xwe bidin da hûn bi ser bikevin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar