Çalakgerên rojiya mirinê yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ku çalakiya wan di roja 18’an de didome, nikarin ji nav nivînên xwe rabin
Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ku çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê lê didome, xwê, şekir û lîmonên nadin çalakgerên greva birçîbûnê. Çalakgeran bi rêya malbatên xwe ragihandin ku di 14’ê gulanê de gardiyana bi ser kogûşan de girtiye û pirtûk û radyoyên wan desteser kirine. Girtiyan destnîşan kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyên ku ne di grevê de ne jî bi hinceta çalakiya wan tê astengkirin.
Her wiha çalakgeran ragihand ku çalakgerên di rojiya mirinê de gelek westandî ne û 5 çalakgerên koma destpêkê nikarin bi tena serê xwe ji nav nivînên xwe rabin. WAN