Trump, gav bi gav ben û bendan li dor rejîma Elî Xemaney û Hesen Rûhanî digerîne, îşkan li dora wan dişidîne.
Dixwazê di qonaxa yekemîn de wan bi rêya aborî tengav bike, rêya bazirganiyê li ser wan bibire da ku gel li hember desthilatiya wan rabe ser pêya û bi serîhildana civakî wan baş tengav bike û wan teslîm bigire. Di 2’yê gulanê de pêngava qonaxa yekemîn, di asta cîhanî de bi tevayî hat meşandin.
Ji niha ve ku hê 6 meh çêbûye, asta tengavbûna aborî gelek ber biçav diyar dibe. Her wiha ambargoya aborî, bi xwe re yekser bi tenê hiştin/tecrîdkirina siyasî jî tîne.
Têkiliyên Amerîka û Îranê roj bi roj xerabtir û dijwartir dibin. Biryarên dijberî hevdu, yek li pey yekê tê standin û dikevin meriyetê. Biryara herî giran tê dîtin jî ya Îranê ye ku piştî xerakirina Trump a peymana nuklerê ya 2015’an, dixwaze dîsa dest bi dewlemendkirina uranyumê û çêkirina çekên nuklerê ye. 60 rojan dem da dewletên Yekitiya Ewropayê (YE).
Ji bo ku lihevhatin çêbibe, pêr li Brukselê civîna wezîrên derve yên YE’yê pêk hat. Wezîrê Derve yê DYA’yê Pompeo jî beşdarî civînê dibe û paşê diçe Soçî, li gel Lavrov û Pûtin rûdinê.
Ji ber ku pêvajoya vê nakokiyê pir bi lezgînî, ber bi pêş dimeşe. Her du dewlet jî hêzên hevdu yên leşkerî terorîst îlan dikin. Bi vê jî ranawestin, li gorî saloxan amadekariyên qonaxa duyemîn a şerê çekdarî jî tên kirin. Amerîka geştiyên xwe yên şer û firokeyên xwe yên B-52 yên di asta nuklerî yên bombebarandinê de şandin Kendava Besrayê û ferman dan hemwelatiyên xwe, ji bo ji Iraqê derkevin!
Berî çend rojan Pompeo û Lavrov li hev rûniştibûn. Wisa diyar dibe ku Amerîka û Rûsya li ser siyaseta Îranê, di hinek mijarên girîng de li hev kirine. Hinek hewldanên Îranê yên ku dixwaze li herêma Rojhilata Navîn desthilatiya xwe xurt bike û bandora xwe berfirehtir bike, her du dewletan jî aciz dike. Weke mînak, piştgrî û xurtkirina Hamasê, Hûsiyan, Hizbullaha Lubnanê û hwd. Her wiha hebûna hêzên leşkerî yên Îranê li Iraq û Sûriyeyê jî wan gelekî nerehet dike.
Li vê navbenê statû û helwesta R.Erdogan girîng e û herkes meraq dike. Bêguman ji bo me jî mijara yekser û me eleqedar û têkildar dike, siyaset û cihê lê raweste yê R.T.Erdogan e.
Ew bi lez û ji nişkave çûyîn a M.Çavuşoglu ya Bexdayê û Hewlêrê ne hema ji xwe bû. Rayedarên DYA’yê bi taybetî ji daxuyaniyên Çavuşoglu yên li ser vê mijarê gelek aciz bûne. Û ji xwe piştî van daxuyaniyên acizbûnê yên rayedarên amerîkî, Çavuşoglu weke kurkurkên nava avê lêhat ku dengekî tund ji derve dibihîzin hema yekser deng ji hemûyan dibili, ew jî wisa bêdeng bû!
Li gorî ku xuya dibe, ew civînên pir mezin dikirin û didan çapemeniyê, piştî civîna 12’yan ew jî bêencam ma û belav bû. Ji ber ku ew biryarên wan standibûn û digotin em ê li Idlibê aştî û aramiyê pêkbînin û terorîstan ji wir derxin, derew derket û niha şerekî giran li wir diqewime. Rûsya, aşkera Tirkiyeyê rexne kir û got ‘we karê xwe nekir (we derew li me kir) êdî lazim e em (li gel Sûriyeyê) bi xwe pirsgrêka Idlibê çareser bikin û em ê ji bo civînên siyasî biçin Cenevreyê!’
Di vê pêvajoya giran û dijwar de yê xwedî îrade û xwedî biryara serbixwe qezenc dikin, yên din dişkin û hildiweşin. Li vir sê hêzên sereke xwedî îrade hene; Rûsya, Amerîka û Tevgera Azadiyê (Kurd û kurdistanî) ne. Û hêza ji hemû opozîsyonan pirtir xwedî rêber û rêxistin, xwedî fikir û felsefe, xwedî plan û program jî Tevgera Azadiyê ye û xwedî rolek kilîd e.
Ne bi tenê li Rojava-Bakurê Sûriyeyê belê li Başûr-Iraqê, li Rojhilat-Îranê û li Bakur-Tirkiyeyê jî û niha di hilbijartina Stenbolê de jî hêza xwedî rola kilît Tevgera Azadiyê ye!