Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dosya 2: Kurtedîroka Kurdistanê ya berxwedan û îxanetê: Serhildana Agiriyê

Meşa Mişextiyan a ber bi Kurdistanê ve

Huseyîn Paşa yê Kor û zarokên xwe ên ku her yek bi hêlekî ve hatin belavkirin bi alîkariya heval û hogirên xwe ji bo revê plansaziyeke veşarî çêkirin û ketin nav liv û tevgerê. Huseyîn Paşayê Kor kurên wî Mehmet, Abdûllah, Yûsûf, Arif û Nadir, neviyê wî Silêman, xwarziyê wî Ehmedê Zero yê Xatûnê û serekê Eşîra Haytî Hecî Mistefa Beg malbatên xwe li mişextiyê hiştin û ji bo piştgirî û tevilbûna serhildana Agirî derbasê rojavayê Kurdistanê (Sûriyê) bûn. Di xwestin ji wir bi ser başûrê Kurdistanê re derbasê rojhilatê Kurdistanê bibin û ji wir jî xwe bigihînin çiyayên Agirî. Piştî ku li Sûriyê bi pêşengên kurd ên endamên Cemiyeta Xoybûnê û bi rêberên wekî Kamûran Bedirxan re hevdîtin pêkanîn li gorî plansaziya xwe meşa xwe berdewam kirin.

Îxaneta xizmên bêbext

Huseyîn Paşa, kurê wî Abdûllah û neviyê wî Ahmed derbasî Başûr (Iraqê) bûn. Ji ber hinek astengiyên curbecur nikarîn derbasî milê rojhilat (Îranê) bibin.  Neçar man ku çend rojan li wê derê bisekinin. Di wê dema seknê de ketibûn navhewildanan ku wan astengiyan çareser bikin. Di vê pêvajoya hewildana çareserkirina arîşeyan de kurê Hecî Mûsa Beg ê bi navê Medenî ku xizmê Huseyîn Paşa bû li ser nimêjê dî pîşt de bî xenceran Huseyîn Paşa dikuje. Di heman demê de kurê wî Abdûllah û neviyê wî Ahmed dema ku li ber ava çem xwe dişûştin bi destê îxanetkaran hatin kuştin. Medenî yê kujerê Huseyîn Paşa revî û xwe radestî tirkan kir.

Bê guman ev plan ji berê de hatibû amadekirin. Dema ku dewleta tirk pê dihese Huseyîn Paşa firarî Sûriyeyê kiriye û dê bi ser Iraqê re derbasî Îranê bibe dikeve nav hewldanên kirêt. Huseyîn Paşa li herêma Serhedê keseke binav û deng bû. Heskiriyên wî gelek zêde bûn. Heke bigihîşta çiyayê Agirî dê bi piştgiriya xwe bandoreke erêniya gelek mezin li serhildanê bikira. Lewre dewleta tirk dixwest beriya ku Huseyîn Paşa bigihîje Çiyayê Agirî bê kuştin. Plansaziya xwe jî bi destê îxanetkarên kurd xist meriyetê. Birayê Hecî Mistefa Beg yê bi navê Nûh bi waeda ku dê sûcên wî hemûyan bibexşîne û wî efû bike bi kuştina Huseyîn Paşa razî kiribû. Nûh jî bi destê Medenî wê kuştina pêk tîne û daxwaza dewleta tirk tîne cih.

Kurên Huseyîn Paşa, Yûsûf, Arif û Silêman piştî rêwîtiyeke bi mehan domiya gihîştin Çiyayê Sîpanê. Huseyîn Paşa dema ku kurên wî bi rê ketin bi armanca bergiriyê ji bo xwe û kurên xwe û neviyên xwe riyên cuda diyar kiribû. Yûsûf, Arif û Silêman bi şopandina riyên cuda gihîştibûn Çiyayê Sibhanê. Lê ew jî bi îxaneta bêbext re rûbirû man. Di bin pêşengiya Şêx Toho û Mamê Hemze de mîlîsên heremê (cerdevanên wê demê) di encama şopandina xwe de di şikeftekî de Yûsûf, Arif û Silêman û Gefoyê Hamdikî yê ku alîkariya wan kiribû dikujin.

Mînakên îxanetê yên bi vî rengî ku mêjûyan ditevizînin tenê rê li ber çend kuştinan venedikir. Bi kuştina kesan rê li ber qirkirina civaka kurd vedikirin. Kuştina Huseyîn Paşayê Kor tenê nedihat wateya kuştina kesekî. Dihat wateya windahiya kesayetekî girîng ê ku dê gelek tevkariyên mezin li Serhildana Agiriyê bikira û heta ku bigihîşta wê derê dê bi îhtîmaleke mezin peywira rêbertiya serhildanê bigirta serxwe. Dîsa bi kuştina Huseyîn Paşa pêşkêşiya piştgiriya eşîretan ku dê tevkariyeke gelek girîng li Serhildana Agiriyê bikirana jî hat astengkirin. Ji ber ku bandora Huseyîn Paşa ya li ser eşîretan ji bandora dewletê ya heyî pir zêdetir bû. Her wiha kuştina Huseyîn Paşa û zarokên wî bû sedema tirsa gelek eşîretan ku derbasê aliyê dewletê bibin. Huseyîn Paşa nêzîkî 40 salan artêşên ku ji hezaran pêk dihat bi rê ve biribû û ji hêla osmaniyan ve bi tûxgeneraliyê hatibû payekirin. Şerê yekemîn a Cîhanî, şerên Ermen û Rûsan dîtibû. Ji ber vê yekê kuştina wî ya beriya serhildanê ji hêla kurdan ve windahiyeke gelek mezin bû.  Ji bo tirkan ve serkeftine gelek mezin û bê mesref bû.

Kurên Huseyîn Paşa yên mayî Mehmet û Nadir jî ji Sûriyeyê peyatî bi rê ketin. Piştî astengî û xetereyên mezin gihîştin çiyayê Agirî û di Serhildana Agiriyê de risteke gelek mezin lîztin.

Di pêvajoya qewimîna van bûyeran de raperîna ku Biroyê Heskê Têlî dabû destpêkirin her ku diçû dorfirehtir dibû. Tundiya şer û pevçûnan roj bi roj zêdetir dibû. Di 15’ê hezîrana sala 1926’an de leşkerên girêdayî tumena 9 emîn dest bi êrîşê kirin. Di 16’ê hezîranê de şer giran bû. Biroyê Heskê di şerde rêbazên gerîla bi kar dianî. Derbê giran li leşker dida û paşve vedikişiya. Bi kêm derfetan û bi windahiyên gelek kêm dikaribû şerekî mezin bi rê ve bibe. Ji ber ku artêşa tirk piştî her êrîşê derbên giran dixwar hêzên wê yên mezintirîn û taybet ber bi Agirî ve dibeziyan. Dema ku êrîş zêde dibûn  Biro û şervanên xwe ji bo ku derbê giran nexwin derbasî milê Îranê dibûn û êrîşên artêşa tirk vala derdixistin. Bi van taktîk û serkevtinan serhildêrên kurd her roj hin bi hêztir dibûn.

Di 25’ê tebaxa 1927’an de serfermandariya tirk ji bo êrîşeke nû ferman da. Dewleta tirk biryar da ku ji bo astengirina derbasbûna sînor bi dewleta Îranê re hevdîtinan bide destpêkirin. Dewleta tirk dixwest  derbasbûna kurdan a Îranê asteng bike ku karibe bi êrîşên bejahî û hewayî berxwedêrên kurd tune bike. Piştî amadekaryan di 8’ê îlona 1927’an de operasyona dewleta tirk destpêkir. Di çend rojên pêşîn de pevçûn derneketin. Şervanên kurd ne li gorî dem û cihên ku dewleta tirk dixwest li gorî plansaziya xwe dem û cihên ku wan dixwest diketin nav pevçûnê. Bi vî awayî taktîkên artêşa tirk vala derdixistin.

Artêşa tirk hinek hemleyên ku rewş û qedera şer biguherîne kirin. Balafirên şer hatin û bêyî ku şervan û sivîlan ji hev veqetînin li ser gelê herêmê de bombe barandin. Bi van êrîşan dixwestin sivîlên ku piştgirî didan serhildêran bikujin û yên ku nehatin kuştin jî bitirsînin. Di heman demî de dixwestin bi van êrîşan şervanên kurd hêrs bikin û wan bikişînin nava şer. Lê şervanên kurd nehatin vê lîztikê.  Bi plansazî û dsiplîna xwe ya şer ve girêdayî ma.

Lê hinek eşîrên ku ji ber zext û zordariyên Artêşa tirk berê xwe dabûn Îranê ketin kemîna yekîneyên tirk. Ev yekîne li gorî îstîxbaratê hatibûn bicihkirin. Nêzîkî 120 kurdî di van pevçûnan de jiyana xwe ji dest da. Nêzikî 200 kesî birîndar bûn. Ji 5 hezarî zêdetir ajalên van eşîran ji hêla dewletê ve hatin desteserkirin.

Operasyona mezin a ku bi armanca tunekirina şervanên kurd hat destpêkirin bêyî ku bigihîje armanca xwe bi dawî bû. Şervanên kurd di vê operasyonê de windahiyên mezin nedan. Bi bêencam mayina operasyonê moral û serfiraziyeke mezin dabû şervanên kurd.  Bi wê moral û serfiraziyê li dijî leşkerên tirk gelek êrîşên mezin pêk anîn. Hinek herêmên nû xistin bin kontrola xwe. Di heremên xwe de desthilatdariya xwe ava kirin û ala Kurdistanê daliqandin.

Rêxistina Xoybûnê ava dibe    

Di vê pêvajoya herî girîng de rêxistina Xoybûnê jî tevilê Serhildana Agiriyê bû. Piştî têkçûna Serhildana Şêx Saîd li gorî pêdiviya birêxistinikirina tevgerên kurd ên belavbûyî û nûkirina qadroyan  di navbera rewşenbîr û kesayetên kurd de nîqaşan dest pêkiribû.

Bi taybet serok û rêberên kurd ên ku piştî serhildanê derbasî rojava (Sûriyê) bibûn xwe weke berpirsiyar didîtin. Dixwestin rojava wekî qada xwe birêxistinkirinê bikarbînin. Berxwedana bakûr (Tirkiyê) nêz ve dişopandin û ji bo ku piştgirî danê di nav hewldanan de bûn.

Bawerîya destpêkîrîna têkoşîneke nû bi herkesî re hebû. Ji bo wê jî pêdivî bi rêxstinbûyineke nû û enerjiyeke nû hebû. Mehmûd Selîm Beg ji hewldanên hestên neteweyî re pêşengî dikir. Mehmûd Selîm Beg bi Dr. Mihemed (Şukru) Sekban, Îhsan Nûrî, kurê Şêx Saîd Elî Riza, serekê Eşîra Berazî Mistefa Beg, Şerîf Paşayê ku wê serdemê li Parîsê bû, Celadet û Kamûran Bedirxan ên ku li Misrê bûn û gelek kesayetên pêşketî yên kurd re hevdîtin pêkanîn. Jibo damezirandina tevgereke kurd a nû ji van kesan alîkarî û piştgirî xwest.

Bi tevgerên kurd ên heyî yên weke Cemiyeta Kurdistan Tealî, Cemiyeta Teşkîlat-i Îçtîmaye ya Kurd, Firkaya Gelê Kurd û Komîteya Îstîklala Kurd a ku li Misrê bû re hevdîtin pêk anîn. Pêşniyara tevilbûna Xoybûnê ji van rêsitinan re hat kirin.

Hevdîtin erênî biencam bûn. Di 5’ê Îlona 1927’an de li bajarê Bîhamdûna Lubnanê civîn dest pê kir. Ev civîn wekî kongreyekê hatibû birêxistinkirin. Lewre dîroka destpêka wê civînê wekî dîroka damezirandina Rêxistina Xoybûnê tê pejirandin. Serokê yekemîn ê Xoybûnê Celadet Elî Bedirxan Beg bû. Xebatên yekemîn ên Tevgera Xoybûnê di wê civînê de hatin plankirin û birêvebirin.

Rêxistina Xoybûnê di demeke kin de di nav civaka kurd de sînerjiyeke bi hêz afirand. Li cihên wekî Şam, Beyrûd û Hesikê encamên gelek girîng bidestxistin. Bi tevî ku xebatên xwe bi rê û rêbazên îlegal birêve dibirin jî di demeke kin de hêzeke girîng derxistin holê. Li ser van pêşketin û bihêzbûyinê re rêxistina Xoybûnê ji bo balê bikşînê ser têkoşîna gelê kurd daxwiyaniyeke ku ji 5 xalan pêk tê bi raya gîştî re parve kirin. Ev daxwiyanî ji bo danasîna Cemiyeta Xoybûnê û ji bo fêmkirina Serhildana Agiriyê pêngavek gelek giring û watedar bû.

Daxwiyanî ji van xalan pêk dihat;

1-Di 5’ê îlona 1927’an de bi biryara delegasyona Kongreya Yekemîn bi navê Xoybûnê tevgereke neteweyî ya kurd hatiye damezirandin.

2- Armanca tevgerê di serî de Rizgarkirina Kurdistana di bin nîrê Tirkiyeyê de û pêve girêdayî di nav sînorên xwezayî de damezirandina dewleteke neteweyî ya Kurdistanê ye.

3-Tevger ji bo bi destxistina armancê wê hewl bide civaka kurd hemû li dorê xwe kom bike. Ji bo wê jî di çarçoveya berjewendiyên netewî de dê bi hemû beşên civakê re bikeve nav têkiliyê.

4-Her kurdê ku sirûda kurd a neteweyî bixwîne û divêtiyên rêziknameya rêxistina Xoybûnê bipejirîne dikare tevlî tevgerê bibe. Her kesê ku tevilê tevgerê bibe dê heqê endamtiyê bide û dê her meh mehaneyên xwe yên endamtiyê bide.

5-Her kesê ku tevlî tevgerê bibe divê li pêşber lijneyeke erkdar sonda ku hatiye diyarkirin bixwîne.

Li gorî xala 5’emîn a rêziknameyê metneke sondê ya ku berjewendiyên neteweya kurd diparast hatibû amadekirin. Ji xeynî vê yekê hewce bû her endamî sonda biratiyê jî bixwenda. Ev bergir sembolîk bû lê ji bo paşve hiştina nasnameya eşîriyê û xurtkirina hişmendiya nasnameya neteweyî bergiriyeke gelek girîng bû.

Xoybûn demezirandina xwe îlan dike

Piştî Kongreyê yek ji bo hemû raya giştî ya din jî ji bo Enternasyonala Civakî du belavok hatin weşandin. Di van her du belavokan de armanca damezirandina Xoybûnê bi kurtasî dihat vegotin. Armanca sereke ji bo bi dawîkirina mêtingeriya dewleta tirk piştgirî ya navneteweyî dihat xwestin. Ji bo penaberên kurd ên ku ji Tirkiyê revîbûn û ji hêla hikûmetên Fransa, Sûriye û Iraqê ve hatibûn qebûlkirin ji wan hikumetan re spasî dihat kirin.

Rêxistina Xoybûnê weke sêwana hemû rêxistinan ji bo xurtkirina xeta azadiyê bi awayeke pratîkî ket nav liv û tevgerê. Rêxistina Xoybûnê piştî avabûnê hemû hêza xwe ji bo xurtkirin û geşkirina Serhildana Agirî seferber kir. Bi serhildêran re têkilî danîn û ji bo pêşengî û fermandariya serhildanê bike Îhsan Nûrî Paşa û beşek şervan şandin Agiriyê.  Îhsan Nûrî Paşa bi hêza xwe ya rêxistinî dihat nasîn. Ji ber ku di leşkeriya Tirk de fermandarî kiribû ji hêla leşkeriyê ve xwediyê cerbeyên gelek girîng bû. Weke fermandar tevil bûna wî ya serhildanê bandoreke gelek erênî li serhildêrên kurd kir… (didome)

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar