Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Swêd ji bo darizandina DAIŞ’iyan kete nava hewldanan

Dewleta Swêdê ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê di dadgeheke taybet a navdewletî de bên darizandin, kete nava hewldanan. Wezîrê Karên Hundir ê Swêdê Mikael Damberg da zanîn ku heta niha nûnerên Hollanda, Fransa, Ingilîstan û Belçîkayê bersiv daye daxwaza wan

Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibûn girtin, rêveberîya Stockholmê kete nava liv û tevgerê. Stockholm ji bo darizandina çeteyan a di dadgeheke taybet a navneteweyî de, kete nava hewldanan.

Li gorî agahiyan, bi vê boneyê dê di 3’yê hezîranê de yekemîn civîna navneteweyî bi pêşengiya Swêdê pêk were. Têkildarî mijarê Wezîrê Karên Hundir ê Swêdê Mikael Damberg ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û diyar kir ku divê dewlet êdî darizandineke bi vî awayî bixin rojeva xwe.

Sûcên DAIŞ’ê jî dê destnîşan bikin

Wezîr Damberg di berdewamê de jî ev tişt destnîşan kir: “Nûnerên welatên ku dê tev li civînê bibin ne tenê dê nêrînên xwe parve bikin, her wiha dê sûcên ku DAIŞ’ê kirin jî destnîşan bikin. Di halê hazir de heta niha Hollanda, Fransa, Ingilîstan û Belçîkayê bersivên erênî dane. Li şûna ku DAIŞ’iyan bînin Ewropayê, li cihên ku lê ne bên darizandin baştir e. Ji bo vê jî divê li Rojhilata Navîn dadgehek bê avakirin û li wir bên darizandin.”

Hewldana Awusturyayê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Awusturyayê jî ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê yên di destê YPG’ê de di dadgehên sûcên şer ên navneteweyî de bên darizandin, ketibû nava hewldanan. Bi vê boneyê jî  Wezîrê Karên Hundir ê Awusturyayê Kickl serî li Komîsyona YE’yê dabû. Komîsyonê hîn bersiv nedaye daxwaza Viyanayê. Serokê DYA’yê Donald Trump jî di meha sibatê de ji Ingilîstan, Fransa, Almanya û hevkarên xwe yên din Ewropayê xwestibû ku divê mijarê de bikevin nava liv û tevgerê. Lê Ingilîstan û Almanyayê bersivên neyînî dabûn Trump.

Hejmara çeteyên di destê YPG’ê de

Niha zêdetirî 2 hezar û 800 çeteyên DAIŞ’ê di destê YPG’ê de ne. Ji van çeteyan 80 jê ji 46 welatên biyanî ne. Lê heta niha tenê Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê ji bo van çeteyan serî li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye. STOCKHOLM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar