Şaredariya Liceyê deynê ku Qeyûme Şaredariya Licê li pey xwe hiştiye bi lîsteyekê bi avahiya şaredariyê ve daliqandin. Di lîsteyê de destnîşan dikin ku Qeyûm 7 milyon û 536 hezar TL pereyê qasê tev xerç kiriye û li pey xwe 3 milyon û 586 hezar TL deyn hiştiye
HDP’ê di hilbjartina 31’ê adarê de şaredariya Licê ya Amedê ku qeyûm tayîn kiribû dîsa paşve stend. Şaredariyê kiryar û deynê qeyûm bi pankartekê bi avahiya şaredaryê ve daliqand. Wezirê Karên Hundir di sibata 2017’an de qeyûm tayînî şaredariyê kir. Qeymeqam û qeyûm Sinan Başak, tayîna wî derket û li şûna wî di gulana 2018’an de Qeymeqam Abdulkadir Çelîk hat ser karê şaredariyê. Qeyûm 7 milyon û 536 hezar û 517 pereyê qasê yê serdema DBP’ê tev xerç kir û li şûna xwe 3 milyon û 586 hezar deyn hişt. Hevşaredar Tarik Mercan û Rûken Yilmaz yên di 15’ê nîsanê de şaredarî dewir girtin, diyar kirin ku qeyûm li pey xwe 3 milyon 586 hezar û 824,10 tl deyn hiştiye. Hevşaredaran deynê qeyûm bi pankartekê li avahiya şaredariyê daliqandin û ji gelê Licê re ragihandin. AMED