Hêzên dewletê li Îdirê nûçegihan Îdrîs Demîrel, Kemal Çakmak û Denîz Kayar ên HDP’î û li Rihayê jî endama SES’ê ya ducanî Sureyya Reşîtoglu Çîftçî binçav kirin
Li Îdirê vê sibehê cendirmeyên tirk bi ser malan de girtin û nûçegihan Idrîs Demîrel, Kemal Çakmak û Denîz Kayar ên HDP’î binçav kirin. Hate gotin ku Demîrel, Kaynar û Çakmak ji ber çalakiya mertalên zindî ya beriya bi 4 salan hatine binçavkirin.
Ên ku hatin destgîrkirin birin Fermandariya Cendirmeyan.
Li Rihayê endama SES’ê hat binçavkirin
Endama Sendîkaya Tendiristvanan (SES) Sureyya Reşîtoglu Çîftçî ku 2016’an bi Biryarnameya bi Hikmê Qanûnê (BHQ) ji kar hatibû avêtin, hat binçavkirin. Çîftçî ya ku ev 7 meh in ducanî ye li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tê girtin. RIHA / ÎDIR