Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rewşa girtiyên li Mêrdînê giran bû

Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê têkildarî girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê raporek amade kir. Li gorî raporê girtî dema diçin destavê xwîn davêjin, xwîn ji devê wan tê, pidiyên wan werimî ne, ser hişê xwe diçin û gelek nexweşiyên din pê re peyda bûne

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê têkildarî rewşa 104 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, raporek amade kir.

Di raporê de hat destnîşankirin ku gelek girtî dema diçin destava mezin xwînê davêjin, pir zeîf bûne û gelek nexweşî lê peyda bûne. Rapor wiha didome: “Rêveberiya girtîgehê şekir, xwê, karbonat û vîtamîna B dide girtiyan lê ava fêkî, dêw û ava vexwarinê nade girtiyan. Girtî neçar dimînin ku bi pereyên xwe bikirin. Gardiyan zorê li girtiyan dikin da ku dawî li grevê bînin. Gardiyanan girtî Salih Gultekîn bi zora birin cem dozger û dozger ji Gultekîn xwestiye ku çalakiya xwe bi dawîbike.”

Gelek nexweşî lê peyda bûne

Rapor bi van agahiyan didome: “Gazin û semptomên mîna serêşî, zeîf bûn, pûçbûn, bi zehmetî dîtin, arinca movikan, ji hal ketin, xewa bi zehmetî, dema meşê şewişîn û jibîrkirin zêde bûye. 5 girtiyên ku ev 130 roj in di grevê de ne û girtiyekî ku ev 100 roj in di grevê de, dema diçin destava mezin xwînê davêjin. Ev jî bi me re wê rayê çêdike ku xwîn ji roviyan diçe. Li cem 8 girtiyan jî ku ji 2’yê adarê ve di greva birçîbûnê de ne nexweşî çêbûne. Nava devê wan bi birîn bûye, dema ku tif dikin di tifê de xwin heye, rîtma wan ne bi hevsengiyekê ye û her wiha dema destava biçûk mîzoka wan dişewite.”

Rewşa 7 girtiyan

Di raporê de ÎHD’ê bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya 7 girtiyan. Li gorî raporê rewşa girtiyan wiha ye:

Zana Yilmaz: Ji 5’ê çileya sala 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye. Li gel gazin û semptomên giştî, dema destavê xwînê jî davêje.

Bayram Demîrhan: Ji 5’ê çileya sala 2019’an ve di greva briçîbûnê de ye. Beriya niha ji gurçika xwe tedawî bûye. Ji nav û roviyên wî xwîn diçe. Ji ber qezaya trafîkê ji çavê xwe emeliyat bûye. Çavekî wî nabîne û yê din jî ji ber greva birçîbûnê tiştan cot û şîlo dibîne. Hat gotin ku di devê wî de birîn çêbûne û carna xwîn jê tê. Edabê diranên wî girtiye, pidiyên wî çûne hev, bin diranên wî werimiye, diranên wî diarin û dema diçe destavê xwîn jê tê.

Bîrdal Abay: Ji 5’ê çileya sala 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye. Hate gotin ku di carekî de ji hiş ketiye û qebûl nekiriye ku rakin nexweşxaneyê. Dema diçe destavê xwîn jê diçe, nava devê wî birîn bûye û pidiyên wî werimîne.

Vedat Duyuş: Ji 5’ê çileya sala 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye. Hate gotin ku li gel nexweşî û semptomên giştî, zikê wî diêşe û xwînê davêje.

Bariş Akkuş: Ji 5’ê çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Li gel sempotomên giştî dema destavê xwînê davêje û gelek zeîf bûye.

Mehmet Feyzî Fîdan: Ji 2’yê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye. Li gel semptomên giştî ji destavê xwîn davêje.

Şerîf Demîrhan: Ji 5’ê çileya sala 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye. Ji hiş ketiye rakirin nexweşxanêyê. Li nexweşxaneyê ji ber ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, bêyî ku têkildarî rewşa wî rapor bê amadekirin, vegerandin girtîgehê. Li gel semptomên giştî, nav devê wî bi birîn bûye, zikêşî pê re peyda bûye û dema destavê xwînê davêje.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar