Dîplomasiya Rûsyayê vê hefteyê pir germ bû. Di roja 14’ê gulanê de Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo li bajarê Soçiyê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn re rûnişt. Her wiha di heman rojê de, di navbera Erdogan û Pûtîn de hevdîtinek bi telefonê pêk hat. Dîsa ji Rûsyayê şandeyek ku ji Serokê Yekîneyên Muhafizê Netewî yê Rûsyayê Vîktor Zolotov pêk dihat serdana Tirkiyeyê kir. Di van hevdîtinan de mijara sereke êrîşên Rûsyayê yên li ser Idlibê û rewşa herêmê bû.
Hatibû ragihandin ku Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo li Moskovê li avahiya Kremlînê bi rayedarên rûs re rûnê. Rojek beriya hevdîtinê ji aliyê Amerîkayê ve hat ragihandin ku dê Pompeo serdana Moskovê neke. Di heman rojê de Pompeo şûna bê Moskovê çû Brukselê. Lê di roja 14’ê gulanê de bi awayekî suprîz Pompeo çû bajarê Soçî û bi Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn û Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov re hedîtinek nêzî saetek û nîv pêk anî. Mijara sereke ya vê hevdîtinê jî bêguman êrîşên li ser Idlibê bû. Di erdnîgariya Sûriyeyê de Amerîka û Rûsya di hîn mijaran de li hev kirine. Lewma her du alî jî naxwazin pevçûnên ku vê dengeya hatiye avakirin têk bibe, bên jiyandin. Di hefteya borî de li Idlibê di êrîşên artêşa Rûsya û rejîmê de darbeyên mezin li komên terorîst hat xistin. Aliyê ku ji van êrîşa herî zêde nerehet Tirkiye bû. Ji bo ev êrîş rawestin rayedarên tirk ketin nav hewldanên dîplomatîk. Ji ber ku ger di herêmê de ji derveyî planên ku hatine kirin komên çete li hemberî êrîşên Rûsya û rejîmê binketinekê bijîn wê demê hesabê hîn aliyên li ser vê herêmê çêkirine jî têk biçin. Lewma ji bo ev êrîş bisekinin û dengeyên di navbera dewletên mezin de hatine avakirin neyên xirakirin pêwîst bû êrîş rawestin. Mijara sereke ya Pompeo jî ew bû ku pêwîst e Amerîka û Rûsya ji nêzîkatiyên li Sûriyeyê dengeyên di navbera her du dewlatan de hatiye avakirin xira bike, dûr bisekinin. Ev dengê çi ne û di vir de rola Tirkiyeyê çi ye ku li hemberî van êrîşan Tirkiye ewqas aciz dibe? Bêguman Tirkiye taşerontiya komên çete dike. Dewletên mezin bi destê Tirkiyeyê komên çete kontrol dikin û wek dixwazin bi rê ve dibin. Tirkiye jî ji vê rola ku jê re hatiye dayîn keyfxweş e. Ji ber ku ew jî bi vê ve dixwaze li herêmê bi ser kurdan ve biçe. Ji bo ev denge xira nebin jî ne Rûsya û ne jî Amerîka di halê heyî de dengê xwe ji Tirkiyeyê re dernaxin. Piştî hevdîtina Pompeo rewşa Idlibê aram bû. Lê dê ev denge heya kengî wisa berdewam bikin ne diyar e.
Ji bo Erdogan jî xwe bike şîrê vî dengeyê hatiye avakirin piştî hevdîtina Pompeo bi telefonê li Pûtîn geriya. Hevdîtina bi telefonê ya di navbera Erdogan û Pûtîn de, derbarê heman mijarê de bû. Aliyê Tirkiyeyê ji serî de li dijî êrîşên Rûsyayê yên li ser komên çete bû. Erdogan ji Pûtîn dawaz kir ku Rûsya li gorî peymana Astanayê tevbigere. Lê di heman peymanê de tê gotin ku aliyên beşdarî civînê bûne pêwîst e alîkariyê nedin komên çete. Rûsya jî ji Tirkiyeyê daxwaz dike ku di vê mijarê de ew jî li gor peymanê tevbigere. Lê ji ber ku Tirkiye di herêmê de ewqas muxtacî komê çete bûye êdî nikare dûrî wan bisekine. Ne tenê di herêmê de, komên çete bi malbatî di nav sînorên Tirkiyeyê de xwe bi cîh kirine. Lewma metirsiya Tirkiyeyê ew e ku dê ev hêza ew jê re taşerontiyê dike ji kontrolê derkeve.
Di heman rojê yanî 14’ê gulanê de şandeya ji Serokê Yekîneyên Muhafizê Netewî yê Rûsyayê Vîktor Zolotov pêk tê li Tirkiyeyê hîn hevdîtinan pêk anîn. Di derbarê serdana şandeyê de, di deqeya dawî de agahî hatin parvakirin. Cara yekem e ku serfermandarên rûs serdana baregehên tirk dikin û di vir de perwerde û xebata wan dişopînin. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye pêwîst e ku artêşa tirk jî li gor peymana NATO’yê tevbigere lê piştî Tirkiye xwe nêzî Rûsyayê kir û şûn ve ev ne cara yekem e ku ev peyman tê binpêkirin.
Vîktor Zolotov piştî bi fermandarê jandarma Arîf Çetîn re rûniş û şûn ve bi Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû re jî rûnişt. Di hevdîtinan de herî zêde li ser perwerdeya leşkerên tirk hat sekinandin. Di encama vê hevdîtinê de dibe ku di demên pêş de Rûsya dest bi perwerdeya leşkerên tirk bike. Piştî hemleya S-400’an NATO vê çawa binirxîne ne diyar e. Lê tişta diyar ew e ku Tirkiye her diçe xwe pirtir nêzî Rûsyayê dike.
Li herêmê her roja diçe hêzên mezin li gorî berjewendiyên xwe dengeyên nû ava dikin. Di van dengeyên ku tên avakirin de tu berjewendiyên gelê herêmê nîne. Lewma peyman û li hevhatinên ku îradeya gelê herêmê tune dihesibîne û li ber çavan nagire dê bi tu awayî negihêjin armancên xwe. Di van 8 salên darbas bûyî de şerê ku li Sûriyeyê hat meşandin ev yek aşkera kiriye. Ji niha û şûn ve jî di serî de Amerîka û Rûsya pêwîst e li gorî rastiya civakî ya herêmê tevbigerin. Naxwe dê hemû planên wan bi binketinê encam bibin.