PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Şevên remezanê lîstikên folklorî

Lîstikên folklorî bi taybet lîstika klawên li Hewlêrê şevên meha remezanê germtir dike

Di şevên meha remezanê de, ji derveyî xweperastin, îbaredet û rojîgirtinê,  Hewlêrê hin taybetmendiyên xwe yên din jî hene. Hejmarek zêde ya welatiyan piştî bangdana mela heta dema paşîvê serdana navendên giştî dikin û bi lîstikên folklorî dema xwe derbas dikin.

Her wiha li hemû gund û bajarên başûrê Kurdistanê ji bo lîstikinên folklorî yên kurdî cihên taybet jê re tên diyar kirin. Şevan lîstikên weke, sînî û zerf (sînî sînyanî), kelemistanî yan jî klawên  (kumik) û çend lîstikên din ên kevin û folklorî dilîzin. Pê şeva xwe derbas dikin.

Ji derveyî lîstika sînî û zerf yek ji lîstikên li Hewlêrê tê lîstin, lîstika klawên e ku bi 8 klawêna di nava du koman de tê lîstin. Yek ji koman gustîlkek yan jî tiştek din bi awayekî veşartî têxin di bin klawêneyekê. Piştre koma beramber nêrîna xwe ji bo dîtina wê dibêje. Lîstik di navbera 4 yan jî 6 kesan de tê lîstin.

Serokê Navenda Heyranokbêjên Kurdistanê Emîr Hesen Heyran li ser lîstikan ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Em weke navenda Heyranbêjan salane di meha rermezanê de û piştî remezanê jî li Parka Şanedar çalakiyên çandî lidar dixin, ji bo hiştina çanda bav û bapîrên xwe. Em dixwazin vê çandê zindî bihêlin. Ji destpêka meha remezanê ve li Parka Şanedar beşdarî 64 lîstikên klawên bûne. Bi xilasbûna meha remezanê re wê lîstikên me jî biqedin. Ji derveyî listikan şevan hunermendên dêrin stran û heyranokan jî dibêjin.”

Ezwer Mîranî ku yek ji lîstikvanên kevin ên kelemstanê (klawên) e hêvî kir ku ev lîstik ne tenê di meha remezanê de bê lîstin û got ku ji bo çanda kurdî zindî bimîne divê berdewam werin listin.

Her wiha ciwanê ji Hewlêrê Yusif Seringer têkildarî lîstikên folklorî de wiha got: “Van çalakiyan girîngiyek ya xwe ya taybet heye. Bi taybet ji bo me ciwanan in. Heta niha beşek zêde ya ciwanan nebûne xwedî çanda kevin a kurdewarî. Ev çalakiyane ji bo ciwanan gelek girîng in. Hêvî dikim ku berdewam hebin.”

Serokê yek ji şaxê kelemistan ên deşta Hewlêrê Mihemed Ezîz wiha qala listikê kir: “Em ji sala 1995’an ve van lîstikan dikin. Di festîvalan de ji dilîzin. Em berpirs û radeyarên bajarê Hewlêrê rexne dikin. Ji ber ku weke pêwîst alîkarî û pirsgiriya me nakin. Weke mînak, îsal û par bi çend pêşbirkan de em bûn yekemîn, lê heta niha ti kesê em xelat nekirine û spasiya me ji nekirine.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar