Resûl Arslan ku li girtîgehê ketibû greva birçîbûnê, piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne, anî ziman ku li girtîgehê girtî moralê herî mezin ji berxwedana dayikan digirin
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven re li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewama dikin. Niha li girtîgehan jî bi hezaran girtî bi heman armancî di grevê de ne. Ji aliyê din ve jî girtiyên ku di grevê de ne dema ji girtîgehê derdikevin jî çalakiya xwe li mala xwe didomînin.
Yek ji van jî Resûl Arslan e. Aslan ku piştî 7 sal û 6 mehan di 3’yê gulanê de ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hat berdan, niha çalakiya xwe li malê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê didomîne.
Têkildarî tecrîdê Arslan anÎ ziman ku dê ev berxwedana wan bi ser bikeve û tecrîd bi dawî bibe.
Arslan diyar kir ku li girtîgehan şert û merc pirs xirab in, ji ber pêkanînên îdareya girtîgehê ji îşkence û muameleyên kirêt bigire heta astengkirina mafê tenduristî, pêwendî û ragihandinê gelek pêkanîn hene û destnîşan kir ku tevî her tiştî jÎ girtiyan tu carî ji berxwedana xwe bi paş ve gav neavêtine.
Di berdewamê de Arslan da zanîn ku piştî salên dûr û dirêj hatiye berdan û ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li girtîgehan jî ev tişt anî ziman: “8 sal in birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Girtî ji bo balê bikişînin ser tecrîdê ketin greva birçîbûnê. Her diçe tenduristiya wan xirab dibe. Zihîf bûne, çavê wan xera bûne, gêja wan diçe, nikarin rakevin… Lê belê dîsa jî moralê wan pir baş e.”
Her wiha Arslan ragihand ku li girtîgehan girtî morala herî mezin ji berxwedana dayikan digirin û got ku êrîşên li ser dayikan bûye sedema mezinbûna berxwedana wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “3 demsal in greva birçîbûnê didome. Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ji bo bidawîbûna tecrîdê ye. Ev çalakî biryardarîbûna girtiyan nîşan didin. Dê ev berxwedan bi ser bikeve û tecrîd bi dawî bibe.” COLEMÊRG