5 girtiyên ku li Girtîgeha Panosê li dijî tercrîdkirina Ocalan 152 roj in di greva birçîbûnê de ne, name ji Wezîrê Dadê re şandin. Girtiyan di nameyê xwe de gotin ku li Rojhilata Navîn teminata aştiyê Ocalan e û diyar kirin ku heta tecrîda rabe dê çalakiya xwe bidomînin
Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiiyê 5 girtiyên bi navê Mehmet Bozdag, Cengaver Aykul, Atîlla Coşkun Ozer, Omer Kabul û Abdullah Kizilkaya ku ev 152 roj in bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, du name ji Wezîrê Dadê re şandin û name gihişt deste wezîr. Girtî di nameya xwe de diyar kirin ku heta rakirina tecrîdê dê çalakiya xwe bidomînin.
Di nameya ku li ser navê Abdullah Kizilkaya û Cengaver Aykul ê sewqî Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xerpêtê kirin û girtî Mehmet Bozdag û Atilla Coşkun de, dan Wezîrê Dadê wiha hat gotin: “Di serî de mirov û gelên cîhanê, di pergala cîhana sosyo-polîtîk de, bi pêdiviya nîzam û bicihbûnek nû ketine sedsala 21’an. Rûdana vê pêdiviyê herî zêde xwe li Rojhilata Navîn dide der. Ger ku li gorî feraseta guncav, rast û dîrokî gav neyên avêtin, wê windahî pêş bikevin. Xuya ye ku dewletên kurevî yên mêtînger û kapîtalîst, bi stratejiya menfaeta kûr li ser welatê me û herêma me tevdigerin. Wekî ku nêzî hev û di tifaqê de bin xuya dikin û dixwazin gelê welatê me û herêma me dîl bigirin û muhtacî xwe bikin. Dixwazin dewletên herêmê jî her dem bînin hemberî hev û bi hev bidin şerkirin. Ji bo derketina ji vê rewşê, xuya ye ku stratejiya çarseriyê xuya nabe.
Bingeha stratejiya emperyalîzmê li ser lîstikên kûrkirina pirsgirêka kurd, domdarkirina şer tê avakirin. Wekî 15’ê Sibata 1999’an, niha jî bi kûrkirina tecrîdkirina li Îmraliyê û îzolasyona bê minak a birêz Abdullah Ocalan, dixwazin rê li pêş hewldanên çareseriya aştî û demokratîk bigirin. Kesên aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin, kesên dixwazin xwe ji vê tora emperyalîzmê rizgar bikin, mirovên bi rûmet û hestiyar wê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Em mirovên xwedî vê fikr û ferasetê jî ji bo rizgariya gelê xwe azadî û aştiya gelê xwe, rakirina tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan, azadiya fikrî û fîzîkiya Ocalan, bi dawîkirina polîtîkayên şer, pêşxistina aştiyê, bi dawîlêanîna îşkenceya li girtîgehan, binpêkirina maf û hiqûqê, ji 18’ê Kanûna 2018’an û şûnde dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin.”
‘Normên hiqûq û qanûna bingehîn pêk nayên’
Di nameya li ser navê Omer Kabul hat dayîn de jî wiha hat gotin: “Li girtîgehên Tirkiyeyê ji berê de mijarên sirgûn, tecrîd, pêkanînên keyfî, xezpên mafan, mirina girtiyan dibin rojev. Li girtîgehan biqasî neyê jimartin pirsgirêk pir zêde ne. Tevî hemû hewldanên me yên hiqûqî mixabin bersivek erênî nehatiye dayîn. Gavên çareseriyê nehatiye avêtin. Mînaka vê yekê jî tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan e. Normên hiqûq û qanûna bingehîn pêk nayên. Ger ku li Rojhilata Navîn aştiyek pêk bê ew jî wê bi Oclan pêk bê. Li Rojhilata Navîn temînata aştiyê birêz Ocalan e. Li ser birêz Ocalan tecrîdek pir giran heye. Bi vê yeke jî nayên ser, pergala tecrîdê ku bi salan e li Îmraliyê di meriyetê de ye, niha li ser girtîgehen din jî dixin meriyetê. Heta tecrîdkirina birêz Ocalan bi dawî nebe, heta bi rêk û pêk parêzer û malbat neçin hevdîtinê nekin ez ê greva xwe berdewam bikim.
Li girtîgeha Tîpa L a Panosê girtî terkî mirinê hatine kirin. Li gel zêdeyî salekê ye ev girtîgeh vebûye jî hêj şertên jiyana mirovî tune ye. Daxwazên me yên rewa û hiqûqî dikin mijara ku ceza li me bibirin. Ji ber vê yekê heta tecrîdkirina birêz Ocalan û tecrîdkirina li ser girtiyan bi dawî bibe ez ê çalakiya xwe ya grevê berdewam bikim.” ŞIRNEX