Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Dayikan li qadan xwest ku zarokên wan nemirin

Dayik û malbatên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, îro jî li Şirnex, Edene, Kocaelî, Stenbol û Amedê li qadan bûn. Dayikan tevî zextan jî çalakiyên xwe pêk anîn û bang li rayedarên hikûmetê kirin ku bi dawîkirina tecrîdê re pêşî li mirina zarokên wan bigirin

Malbatên girtiyan ji bo xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, rojane li qadan çalakiyan li dar dixin. Malbatên girtiyan îro jî tevî hemû zextan li Şirnex, Edene, Kocaelî, Stenbol û Amedê daketin qadan. Malbatan ji rayedarên dewletê re bang kirin ku guh bidin daxwazên zarokên wan û rê li ber mirinan bigirin.

 

Bi vê boneyê bi dehan malbatên girtiyan ên ji Şirnex û navçeyên wê yên Cizîr û Silopiyayê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hezex a Şirnexê kom bûn û daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û bi dehan rêveberên HDP û DBP’ê jî amade bûn. Polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û bi hinceta ‘biryara Walîtiya Şirnexê’ nehişt ku malbat li derve daxuyaniyê bidin.

Di daxuyaniyê de parlamenter Îmîr di serî de şehîdên meha gulanê bi bîr anî û piştre jî bertek nîşanî biryara waliyê Şirnexê da. Îmîr got ku bi hezaran girtî li hemberî faşîzmê li ber xwe didin û wiha domand: “Çalakgeran pêvajoyeke dîrokî da destpêkirin û xwedîderketin li vê berxwedanê, erka me ye. Tu hêz nikare berxwedana me bişikîne. Em dixwazin beriya ku mirin çê bibin, wezareta dadê gav biavêje.” Daxuyanî bi dirûşma ‘bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.

‘Em li dijî mirinan li qada ne’

Li Edeneyê jî malbatên girtiyan 9 roj in li qadan li ber xwe didin. Malbatên girtiyan îro jî li Parka Îsmet Înonu kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Tulay Hatîmogullari, rêveberên HDP, HDK û TUAYDER’ê jî xwestin piştgiriyê bidin çalakiyê lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Parlamenter û rêveberan guh nedan polîsan û ji parkê derneketin. Di çalakiyê de dayikan got ku ew li dijî mirinan daketine qadan û girtî gav bi gav nezî mirinê dibin. Dayikan ji Erdogan û serokê wezareta dadê xwest ku qîrîna wan bibihîzin û dawî li tecrîdê bînin. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Dayik di roja 40’emîn de li Gebzeyê bûn

Dayik û malbatên girtiyan di roja 40’emîn de jî li Gebzeyê çalakî li dar xist. Malbatan xwest biçin ber deriyê Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê û çalakiyê li dar bixin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Omer Farûk Gergerlîoglû jî amade bûn. Lê polîsan destûr nedan malbat xwe bigihînin ber deriyê girtîgehê. Dayikan ji polîsan re got ku heta tecrîd bi dawî dibe û pêşî li mirinan tê girtin dê her roj li kolanan li ber xwe bidin.

Li Amedê dorpêça polîsan

Li Amedê jî dayik û malbatên girtiyan 18 roj in li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de dayik îro jî di serî de li ber deriyê Febrîqeya Arvanê ku li hemberî Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê ye kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê Saliha Aydenîz, Remziye Tosûn û Mûsa Farisogûllari û endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên Amedê jî amade bûn. Derdora dayikan bi wesayîtên TOMA’yê û polîsên hêzên çevîk hatibû dorpêçkirin. Polîsan destûr nedan ku rojnameger dîmenan bikişînin.

Bang li wezîrê dadê kirin

Di çalakiyê de polîsan bi hinceta ‘ev çalakî tenê ya dayikan e’ hewl dan ku tevlêbûna zilaman asteng bikin. Lê dayikan bertek nîşan dan û gotin ku her kes dikare tev li çalakiyê bibe. Dayikan dirûşmên ‘tundî nikare me têk bibe’ û ‘maf û adalet dê bi zindanan were’ berz kirin û li derabeyên dikanan xistin û deng derxistin. Welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan dayikan. Tevî hemû astengiyan jî dayik li sê noqteyan gihîştin hev û ber bi TUAY-DER’ê ve meşiyan. Di dema meşê de dayikan dirûşmên ‘silav silav ji Îmraliyê re hezar silav’ , ‘Her der girtîgeh her der berxwedan’ û ‘Maf û adalet bi zindanan bê’ berz kirin. Li ber deriyê TUAY-DER’ê jî dayikan daxuyaniyek da û xwestin ku wezîrê dadê li pişt gotinên xwe bisekine û dawî li tecrîdê bîne. Dayik piştî daxuyaniyê jî belav bûn.

Ji Bakirkoyê heta Şirînevlerê meşiyan

Dayik û malbatên girtiyan li Stenbolê jî xwestin ku li ber Girtîgeha Tîpa L ya Bakirkoyê daxuyanî bidin. Dayik di serîde li Rawestgeha Otobusan a Sîteya Zarokan a li ser Rêya E 5’ê  kom bûn û xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî amade bûn. Polîsan bi hinceta biryara qeymeqamtiyê çalakî asteng kir. Li ser vê yekê çalakvan ji Bakirkoyê heta Şirînevlerê bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ meşiyan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar