PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan aqûbeta xizmên xwe pirsîn

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê daketin qadan û aqûbeta xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin, pirsîn. Di çalakiyan de xizmên windayan xwestin ku hikûmet ‘Peymana Navneteweyî ya Der Barê Parastina Windayan a Kesên Dibin Çavan de’ îmze bike. Li Amedê jî hat daxwazkirin ku Komîsyona Lêgerîn û Heqîqetê ya Hevrûbûna Paşerojê bê avakirin

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan îro jî ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di demên cuda de ji hêla dewletê ve hatine windakirin, bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê çalaklî li dar xistin.

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan di hefteya 738’an de jî xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin lê hatin astengkirin. Dayikan jî li kolana Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe domand. Çalakvan ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Xizmên Windayan û Dayikên Şemiyê tîşortên ku wêneyên windayan li ser bûn li xwe kirin, wêneyen windayan û qerenfîl hilgirtin. Di çalakiyê de hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Oya Ersoy, Huda Kaya û parlamenterên CHP’ê Alî Şeker û Sezgîn Tanrikulu jî amade bûn. Her wiha Xizmên Windayan ên Lubnan, Îran, Rûsya û Qibrisê jî piştgirî dan çalakiyê.

‘Dermankirina birînan bi dawîkirina polîtîkaya bêcezakirinê pêkan e’

Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla xwişka nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, Ayşe Tepe ve hate xwendin. Tepe da zanîn ku 17-31’ê Gulanê Hefteya Windayên Navneteweyî ye  û wiha domand: “Bi wesîleya vê hefteyê, em careke din hemû windayan bibîrtînin. Bi vî sûcê bipergal ê li dijî mirovahiyê, ne tenê kesê rastî vî sûcî tê, hemû civak rastî travmayeke giran tên. Dermankirina vê travmayê jî ne bi înkarê, bi ronîkirina vî sûcî û rûbirûhatina vî sûcî pêkan e. Bi dawîkirina bêcezakirinê pêkan e. Em dixwazin Tirkiye ‘Peymana navneteweyî ya her kes bêyî bên windakirin bên parastin’ îmze bike.”

Çîroka Ahmet Tekîn

Tepe di berdewamê de jî serpêhatiye Ahmet Tekîn xwend û wiha got: “Ahmet Tekîn 29 salî û bavê 5 zarokan bû. Li gundê Yildiz/Kiyikoy ê Licê dijiya. Di gulana 1994’an de dema ji Amedê diçû Licê hate binçavkirin û windakirin. Kesên ew binçavkirin hêj nehatine cezakirin û bersûc hatin darizandin.” Di daxuyaniyê de hevjîna Fehmî Tosun, Hanim Tosun, ji xizmên windayan ên ji Îranê Shadî Sadr û aktîvîsta ji Lubnanê Nona Nasseraldin jî axivîn.

Di hefteya 535’emîn de li Amedê çalakî

Li Amed û Êlihê jî Xizmên Windayan bi boneya dîtina xizmên xwe û darizandina kujerên wan çalakî pêk anîn. Xizmên Windayan ên Amedê di hefteya 535’an de li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin û pankarta ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ vekirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD’ê, nûnerên TÎHV’ê, endamên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê, serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayin, Akademîsyenên Aştiye yên Zanîngeha Dicleyê, endamên Platforma Îxracan a Amedê û parazvanên mafên mirovan jî amade bûn.

Di çalakiyê de daxuyaniya hevpar a ku ÎHD û TÎHV’ê bi munasebeta 17-31’ê Gulanê Hefteya Windayan a Navneteweyî amade kiribû hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku revandin û windakirina bi zorê, bi taybetî di serdema şer de bi armanca tunekirinê pêş ket. Yalçin got ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 35 sal in şer heye û gelek kes hatin revandin û windakirin. Yalçin got ku tevî vê jî der barê kujeran de tu karên zagonî nehatine kirin û pergala bêcezakirinê hate pêşxistin.

Daxwazên xwe rêz kirin

Yalçin bi munasebeta 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayên Di Bin Çavan de A Navneteweyî çend daxwazên xwe rêz kir. Daxwaz wiha ne: “Divê aqûbeta kesên bi zorê hatin revandin û windakirin bê ronîkirin û kujerên wan bên darizandin. Divê dewlet arşîvan veke. Em bang li hikûmetê dikin ku erka ‘Peymana Navneteweyî ya Der Barê Parastina Windayan a Kesên Dibin Çavan de’ ya NY’ê îmze bike û bixe meriyetê. Em dixwazin ku endamên darazê dest ji bêcezakirinê berdin. Li gorî belgeyên navneteweyî tev bigerin û der barê hemû kesên di bin çavan de hatine windakirin lêpirsîneke çalak bidin destpêkirin.  Em dixwazin ‘Komîsyona Lêgerîn û Heqîqetê ya Hevrûbûna Paşerojê’ bê avakirin.”

Herî dawî jî aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ku di 18’ê gulana sala 1994’an de li gundê Turalli yê navçeya Pasûra Amedê hatibûn windakirin hate xwendin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan berdewam kir.

Li Êlihê aqûbeta Kadrî Yilmaz pirsîn

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û ÎHD’ê bi heman armancê di hefteya 442’yan de çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Xizmen Windayan û rêveberên ÎHD’ê li salona ÎHD’ê wêneyên windayan rakirin û pankarta ‘bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ vekirin. Di daxuyaniyê de qedexekirina çalakiyê hate şermezarkirin. Herî dawî jî aqûbeta Kadrî Yilmaz ê di sala 1994’an de li navçeya Lice ya Amedê hatiye windakirin hate xwendin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar