Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

4 pêşengên PKK’ê hatin bibîranîn

Rêxistinên Demokratîk ên li Mêrdînê Ferhat Kurtay û hevalên wî yên li dijî îşkence û tundiya li Zindana Amedê bedena xwe dabûn ber agir, li ser gora wan bi bîr anîn

Rêxistinên Demokratîk Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner ên di 18’ê Gulana 1982’an de li Girtîgeha Amedê li dijî zilm û îşkenceya li Zindana Amedê çalakî pêk anîn û agir berdan bedena xwe, li Qosera Mêrdînê bi bîr anîn. Nûnerên Rêxistinên Demokratîk li ser gora Ferhat Kurtay a Goristana Çeçan kom bûn û 4 pêşengên PKK’ê li ser gorê bi bîr anîn. Di bernameya bîranînê de rêz girtin û dua xwendin. Li vir parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, Çaran û Rêberên Şoreşger ên Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr anî û wiha got: “Wan li dijî zilma faşîst, zor û tundiya dewletê li Zindana Amedê li ber xwe dan û ji bo me çirûskek pêxistin. Ev çirûska wan pêxist îro rêya me ronî dike. Çawa ku wan wê rojê li dijî zilmê li Zindana Amedê berxwedan pêş xistin, niha jî li Zindana Amedê li dijî rejima zordarî berxwedan pêş dikeve. Îro jî hevrêyên wan li Zindana Amedê bi pêşengiya Leyla Guven berxwedan pêş xistin û li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê belav dibe.”

Bernameya bîranînê piştî axaftinê bi dawî bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar