Dewleta tirk dest bi komkujiyan kir
Artêşa tirk di hezîrana 1930’î de bi zêdetirî 40 hezar leşkerî û bi piştgiriya balafirên şer êrîş bir ser qadên rizgarkirî. Balafirên şer konên gundiyan jî di nav de tevahiya gundên heremê bombebaran dikir. Yekîneyên bejahiyê jî hewil didan ji bejahî ve herêmên azad dagir bikin. Artêşa tirk di destpêkê de gundê Bvina bi dest xist. Û ji bo êrîşên mezintirîn dest bi avakirina mewziyan kir. Berxwedêrên kurd ji bo astengkirina amadekeriyên artêşa tirk ketibûn nava liv û tevgerê. Li ser fermana Îhsan Nûrî Paşa di pêşengiya şervanên endamên eşîra Heyderan de komeke şervanên kurd xeta birûskeyê (telgraf) ya Bazîdê birîn û ji bo berfirehbûna berxwedanê li her deverê dest bi êrîşan kirin. Îhsan Nûrî Paşa di heman pêvajoyê de name ji hinek serokên eşîran re şand. Di wan nameyan de rewşa serhildanê dihat vegotin û ji serokên eşîran piştgirî dihat xwestin.
Kurên Huseyîn Paşayê Kor, Nadir û Mihemed Beg ji eşîra Heyderan re pêşengî dikirin. Eşîra Heyderan di bin pêşangiya wan de li herêma Zîlanê bi cih bibû. Eşîrên Belîkan û Xaliqan jî diyar kirin ku dê piştgiriya wan bikin. Di pêvajoya ku artêşa tirk ji bo êrîşên mezin xwe amade dikir de serhildêrên kurdan jî eniya serhildana xwe dorfireh dikirin. Bi êrîşên xwe dixwestin pêşketin û plansaziyên artêşa tirk an têk bibin an jî asteng bikin.
Şervanên kurd di serî de êrîş birin ser navendên Zîlan û Bûcakê, dû re êrîş birin ser navenda cendirmeyan û herêm desteser kirin. Piştî wê serkeftinê ji bo bidestxistina Erdîşê ketin nav liv û tevgerê. Şervanên kurd bi wan êrîşan dixwestin hêza leşkerî ya ku ji bo çewisandina serhildanê hatiye Agiriyê belav bikin. Di berdewama êrîşan de Hesenebdal hat bidestxistin û pêve girêdayî balafirgeha Erdîşê hat desteserkirin. Di balafirgehê de du balafirên şer hatin şewitandin û du balafirên bombebaranê jî di dema êrîşên bombabaranê de hatin xistin.
Di wan êrîşan de bi sedan leşker dîl hatibûn girtin. Tenê li Hesenebdalê 200 leşker dîl hatibûn girtin. Ji ber ku derfeta xwedîkirina leşkerên dîl tune bû piştî demeke din hatin berdan. Her wiha gelek qût û çekên yekîneyên leşkerî jî hatin desteserkirin. Li herêma Zîlanê eşîrên Heyderan, Kalkanî, Bekiran û Ademan hebûn. Bi piştgiriya eşîrên derûdor eniyeke nû hatibû vekirin. Bi vekirina wê eniyê dixwestin barê serhildêrên eniya Agiriyê sivik bikin.
Mixabin eniya Zîlanê li gor taktîk û plansaziya şer tevnegeriya. Bêyî agahiya Îhsan Nûrî Paşa eniya Zîlanê bi artêşa tirk re ket nav şerê eniyê ya singa sing. Ji ber ku ev geşedan di hesabê de qet tunebû ji biryargeha serhildanê ya li Agiriyê ji bo piştgiriyê mudaxale pêk nehat. Piştgirî û alîkariyên pêwîst nehatin şandin.
Îxaneta Eşîra Keskoyî û komkujî
Di pêvajoya berxwedana Zîlanê de eşîra Keskoyî îxanet li berxwedêrên kurd kir û derbasî aliyê dewleta tirk bûn. Îxaneta eşîra Keskoyî ji bo eniya kurd darbeyeke mezin bû. Ji bo dewleta tirk jî bidestxistina awantajeke mezin bû. Piştî ku îxaneta eşîra Keskoyî destpê kir û di eniya artêşa tirk de li dijî berxwedêran ket nava şer berxwedana Zîlanê şikest. Weke her carê piştî şikestina berxwedanê qirkirinke xov û dijwar dest pê kir.
Serfermandariya navendî ya giştî ya artêşa tirk di 28’ê hezîrana 1930’î de fermanek şand heremê. Di wê fermanê de dihat xwestin ku di 1’ê tîrmeha 1930’î de êrîşên islehkirinê “tedîp” yanî qirkirin û eciqandina civaka kurd bê destpêkirin.
Artêşa tirk ji bo teqwiyekirina hêza xwe ya herêma serhildanê kolordûya 9’emîn a li Xarpetê, tumena 17 emîn û baskê artêşa 7’emîn amade kirin û şandin heremê. Alaya 62’emîn şandin herêma Mûşê. Tumena siwarî ya 14’emîn jî wekî ku her tim ji şer re amade be xwe amade dikir.
Di heman pêvajoyê de şervanên kurd jî di berxwedaneke bêeman de bûn. Ji 19’ê hezîranê û pê ve şervanên kurd li Bêgirî (Mûradiye), Zîlan, Panos, Çiyayê Sîpanê û Idirê derbeyên girîng li artêşa tirk dan. 5 yekîneyên cendirmeyên seyar hatin tunekirin û hemû çek û amûrên wan ên şer hatin desteserkirin.
Sevdîn Begê kurê Fetullah Beg ê ku yek ji serokên Eşîra Hesenan bû gihîşt Milazgirê û li wir dest bi berxwedanê kir. Artêşa tirk jî li Norşîn û Tepeliyê dest bi êrîşên xwe yên leşkerî kiribû. Di heman demê de Panos jî hatibû dorpêçkirin.
Komkujî û wêrankirina gundan dest pê kir
Artêşa tirk geşedanên bi vî rengî texmîn kiribû û wê li gorî wan geşedanan bi fermana serfermandariya navendî ya giştî di 2’yê tîrmeha 1930’î de êrîşeke dorfireh bida destpêkirin. Plansaziya xwe jî li gorî wan geşedanan amade kiribû. Fermandariya baskê artêşê ya 9’emîn plansaziya xwe ya operasyonê amade kiribû. Artêşa tirk di 2’yê tîrmehê de li gorî plansaziya ku hatibû amadekirin gundên Kaymaz, Haçan, Kalesor, Çîlî û Osmanî bombebaran kirin. Komkujîyeke dijwar pêkanîn û gund wêran kirin. Kevir li ser kevir nehiştin. Piştre jî li Panos û derûdorên wê li dijî kurdên ku alîkariya serhiledêran kiribûn dest bi êrîşan kirin.
Dewleta tirk bi dîplomasiya xwe ya navneteweyî ketibû nava hewldana nixumandina qirkirinên xwe yên ku li Kurdisatnê pêk tîne. Li ber çavên dewletan bi fîloyên balafirên şer ne tenê heremên serhildêran hemû gundên sivîl yên heremê bênavber bombaran dikir. Bi bombebaranê qirkirinek mezin li ser kurdan destpê kiribû. Malên wan bi serê wan de wêran dikir. Jin, zarok, kal bê cudahî hemû gundiyên sivîl bi tevî ajalên wan ve qetil dikirin.
Îxaneta dewleta Îranê
Ji bo zeftkirina qadên rizgarkirî êrîşên artêşa tirk ên bejahî jî destpêkiribûn. Lê êrîşên dewleta tirk li dijî berxwadanên şervanên kurd bi têkçûyinê re rûbirû diman. Hêza dewleta tirk têrî serkeftinê nedikir. Pêwistiya wê bi alîkariya dewletên cîran hebû. Lewre demildest ji dewleta Îranê alîkarî hat xwestin. Ev xwestek ji bo berjewendiyên dewleta Îranê guncav bû. Dewleta Îranê xwesteka alîkariyê pejirand û pêre li milê rojhilat Ûsivê Evdal Axa girt. Ûsivê Evdal Axa ji bo serhildanê kesekî girîng bû. Li ser eşîrên heremê bandora wê ya gelek girîng hebû. Di xurtbûn û geşbûna serhildanê de risteke gelek girîng lîstibû. Di heman demê de ji sînor derbasbûna serhildêran a milê Îranê de alîkariyeke gelek girîng dida serhildanê. Girtina Ûsivê Evdal Axa ku yek ji sembolên Serhildana Agiriyê bû ji bo serhildanê darbeyeke mezin bû. Ew derbe jî bi destê îxaneta dewleta Îranê pêkhatibû. Ûsivê Evdal Axa li Îranê di zindanê de jiyana xwe ji dest dide (bi destê dewleta îranê tê kuştin).
Komkujiya geliyê Zîlanê
Li heremên Mûradiye, Zîlan, Ercîş û Panosê di navbera serhildêrên kurd û artêşa tirk de şerên gelek dijwar diqewimiyan. Bi piştgiriya taqwiyeyên nû artêşa tirk windahiyên gelek girîng bi kurdan didan jiyîn. Lê windahiyên herî mezin di qetlîamên ser sivîlan de hatin jiyîn. Tenê di geliya Zîlanê de 44 gund hatin şewitandin. Mal, milk û heywanên gundiyan hemû hatin desteserkirin.
Gundên ku di geliya Zîlanê de hatin şewitandin ev bûn; “Hesen Abdal, Aks, Şahbazar, Doxancı, Tendurek, Çakir Beg, Yilanlik, Xarxus, Babazeng, Komir, Şor, Şorik, Murşît, Mescîtlî, Karakîlîs, Kûrûçem, Mulk, Yekmal, Kîlîsê Gos, Aşaxi Partaş, Yûkari Partaş, Binesê, Bûnîzî, Pelexlû, Kerx, Soxutlu, Mixarê, Karadaxan, Kelê, Hastekar, Siwarê, Kizil Kîlîse, Ziyaret, Hîraşen, Komik, Şeytanpava, Bîrhan, Koşkopru, Zarava, Kaşesor, Egîs, Îlanî, Hacibaş…”
Sosretên çapemeniya tirk
Komkujiya ku hat jiyîn bi awayeke rast û durist di çapemeniya tirkan de cih negirt. Bi şêwaz û naverokeke gelek cuda qala komkujiyan dikirin. Hemû hewldanên wan de berevajîkirina rastiyan û meşrûkirina komkujiyan bû.
Ji bo hişmendî û nêrîna çapemeniya tirk bêfêmkirin ez dixwazim çend mînakan bi we re parve bikim. Hûnê bibînin ku hişmendî û nêrîna çapemeniya tirk a qirker û talanker a îroyîn her tim hebûye û qet neguheriye.
Rojnameya Cûmhûriyetê ya 2’ê tîrmeha 1930’î; “…Leşkerê me eşqiya tenkîl dike. Hêzên me çiyayê Agirî bi temamî dorpêç kirine. Hikûmetê îcar biryar da ku meseleya Şerqê ji binî ve çareser bike… Hikûmet ji bo tunekirina serhildêran sondxwarî ye. …Hindik maye haşereya ku heywanên gel didize, gundan xira dike û dişewitîne ji kokê bê tunekirin. …Tenê ne ji bo diziyeke adî bi hêrsa ku li welêt hemleyeke nû ya îrtîcayê bidin destpêkirin fesadên ku hatine fêrkirin êrîşê welatê me dikin… Îcar bergirtina fetisandina wan teqez e…”
Di rojnameya Cûmhûriyetê yên di navberê 2-15’ê tîrmeha 1930’î de nûçeyên wekî: “…Dê rûbirûmana eşqiyayan a bi zayiyata girana ku layiq in gelek dereng nebe, operasyona tenkîlê bi lez didome, şakî di çembera dorpêçê de ne, şakî di rewşeke zor de ne, şakî di dorpêça yekîneyên me ya hesinî de mane, eşqiyayan di êrîşa me ya yekemîn de gelek zayiyatên mezin dane… Şakî perîşan in… Şakî di nav tirs û telaşê de li hember bombebarana balafiran û meşa yekîneyên me her tim di tengavê de ne, Mecnûn û Serguzeştî afirîn, hindik maye ku koka wan ji binî ve bê kolan, eşqiya perîşan bûye, şakî di nava dehşetê de kûçikan dixwin. Îltîca û Şekavetiyên ku li şerqê serî hildane di nava xwîna xwe ya xirabûyî de fetisîne, me careke din çespand ku em miletekî ku ji bo jiyanê li ber xwe dide ne…” hatibûn weşandin.
Rojnameya Vakîtê yên navbera 7- 13’ê tîrmeha 1930’î; “Asî di 5 rojan de hatin tunekirin, ji wan kesan kesek jî xelas nebû, li Agiriyê tevgerîn didome, ji do ve li qada serhildanê kesek nemaye, kesên ku xwe spartine çiyayên asê ji hêla hêzên me yên mezin ve hatin eciqandin, Çemê Zeylanê bi sedan termî hatiye dagirtin …”
Rojnameya Cûmhûriyetê ya 14’ê tîrmeha 1930’î; “Artêşa me di heman demî de şaristaniyê dibe wê herêma paşverû ya ku bi sewalên xwe re di heman xaniyî de radikevin û hîn nizanin ji xwe re daşiran çêbikin û ser xaniyên xwe û derûdorên xaniyên xwe kirine qadên daşirê. Artêşa me jiyana mirovaneyî hînî wan dike…”
Nûçeyên ku di wê serdemê de der barê kurdan de hatine nivîsîn çiqasî naskirî tên ne wisa?
Dema ku em li şûna peyva “eşqiya” de peyva “terorîst” bi cih bikin hûnê bibînin ku firqa wan nivîsan û ya nivîsên rojnameyên îroyin qet namîne. Ji ber ku hişmendî heman hişmendî ye nivîsên rojnameyên 1930’an û nivîsên rojnameyên îroyin jî heman nivîsin.
Di çapemeniya tirk de daneyên komkujiya Zîlanê
Bêguman mijara me ne nirxandina exlaqê çapemeniya tirk e. Hêjaye ku dûre mirov li ser wê mijarê lêkolîn bike. Xema me ewe ku em der barê mijara komkujiya Zîlanê de agahiyên şênber bi dest bixin. Agahiyên ku em lêdigerin kêm be jî di nivîsa rojnameya Cûmhûriyetê ya 16’ê tîrmeha 1930’î ya bi navê “Operasyona çiyayê Agirî vê heftê dest pê dike.” de em dibînin. Di wê nivîsê de ev agahî hene;
“Di kewarên çiyayê Agirî de bi qasî 1500 şakiyên serhildêr mane. Balafirên me bênavber li ser şakiyan bombe dibarînin. Çiyayê Agirî her tim di nav înfîlaq û agir de dinale. Qertelên tirk ên hesinî ji serhildêran hesab dipirsin. Gundên ku piştgiriya eşqiyayan kirine jibinî ve tên şewitandin. Hejmara kesên ku di geliyê Zîlanê de hatine kuştin bi qasî 15 hezarî ye. Çemê Zîlanê hetanî ber dev bi terman tijî bûye… Di nav vê hefteyê de dê operasyona tenkîl a çiyayê Agirî bê destpêkirin. Nepêkane ku derfeta xelasbûna yek kesî jî hebe …” Heke çapemeniya tirk ji bo komkujiya geliyê Zîlanê qala hêjmara 15 hezar kurdî bike êdî hûn bifikirin ka hêjmara rastîn çiqase.
Ji bo komkujiya xwe veşêrin herêm qedexe kirin
Ji bo ev komkujî bi hemû heqîqeta xwe neyê fêmkirin geliyê Zîlan weke herêma qedexe hat îlankirin. Hetanî sala 1950’yî destûr nehat dayîn ku tu kesek di herêmê de bi cih bibe. Derûdorên çemê Zîlanê yê ku 20 km li başûrê Erdîşa Wanê dimîne di sala 1980’yî de dan koçberên Afganî. Ev herem bû qada niştecihên afganî.
Di şerên Zîlan û Çiyayê Sîpanê de berxwedêrên kurd windahiyên gelek mezin dan. Îhtîmala kuştina hemû kurd ên li qada şer hebû. Beşek berxwedêrên kurd ev xetere dîtin û ji bo zêde windahî nedin vekişiyan milê Îranê. Îhsan Nûrî Paşa, Biroyê Hesikê Têlî hewldan ku bi şervanên girêdayî xwe ve vekişin Çiyayê Agiriyê. Kurdên herêma Zîlanê yên ku nikaribûn birevin Îranê ji bo xweparastinê vekişiyan Çiyayê Agiriyê û çûn cem Îhsan Nûrî Paşa… (didome)