PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Rojiya mirinê û grevên birçîbûnê didomin

Berxwedana grevên birçîbûnê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin di roja 194’emîn de didome. Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kiriye jî didome

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû, di roja 194’emîn de didomîne.

Bi heman armancê li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 181’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 155’emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16’ê kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 156’emîn de didome. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 121’emîn de bi biryardariyek xurt didomîne. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 86 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 81’emîn de berdewam dike.

Rojiya mirinê dewam dike         

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di 30’ê nîsanê de dest pê kiribûn dewam dike. Navê 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne wiha ne: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.

Rojiya mirinê ya koma 2’yemîn a 15 girtiyên di 10’ê Gulanê de dest pê kir, dewam dike. Navê 15 girtiyan wiha ne: Li Girtîgeha Kandirayê; Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman. Li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê; Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan. Li Girtîgeha Patnosê; Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şafî Kayhan. Li Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1; Reşad Ozdîl. Li Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2; Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Saît Ozturk.

Li kolanan berxwedan

Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 134 roj, Gurbet Ektîren 125, Mahsun Şen 136 û Mûrat Aksin 67 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 134 roj, Hiznî Kilinç li mala xwe ya Serêkaniye 80 roj,  Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 83 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.

Piştî parêzeran di 2’ê gulanê de li Îmraliyê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk anîn û di di 6’ê Gulanê de têkildarî hevdîtinê daxuyanî dan, li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî dabû u diyar kiribû ku AKP û MHP bi armanca berxwedana li dijî tecrîdê bişkîne ev hevdîtin kiriye û heta bi temamî tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya xwe berdewam bikin.

8 çalakgerên fedayî

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar