Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Kerkûkê rojnameger tên astengkirin

Rojnamegerên ku li bajarê Kerkûkê dixebitin dan zanîn ku ew di dema kar de rastî gelek astengiyên hêzên ewlekariyê tên

Li bajarê Kerkûkê piştî bûyerên 16’ê cotmehê 2017’an rojnameger tên astengkirin. Tenê di hefteya borî de çar rojnameger di dema li ser karê xw de li gundê Pelkane ya ser bi bajarokê Sergeran ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin binçavkirin û îşkence li wan hat kirni. Piştî wê bi kefalet serbest hatin berdan.

Nûçegihanê malpera Kerkûknawê Karwan Salih jî hefteya berê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Iraqê ve hat binçavkirin. Karwan 24 saetan hate binçavkirin û li ser binçavkirin û zoriyê ji RojNews re axivî.

Karwan da zanîn ku dema ku rojnameger bûyerekê dişopînin, rastî astengiyên mezin tên. Karwan got ku ji bo ku rojnameger bûyerê bişopînin pêwîste 3 nasname nîşanî hêzên ewlekariyê bidin. Karwan di dewamê de balkişand ser sedemê binçavkirina xwe û wiha got: “Me li ser dagirkirina zeviyê kurdan nûçe amade dikir û dişopand. Hêzên ewlekarî yên Iraqê hatin û gotin ku we destûra odeya operasyona parêzgeha Selahedînê nîne, hûn çawa wêneyan digrin? Piştî wê me binçavkirin û birin baregeha leşkerî. Piştî wê doz veguhestin dadgeha Dubiz. Li wir jî ez bi kefalet hatim azadkirin. Di dema binçavkirinê de axaftinên nexweş ji me re gotin û bêrêzî hat kirin.”

Rojnamegerek din yê bi navê Aso Ehmed yê li Kerkûkê kar dike wiha behsa metirsiya li ser rojnamegeran dike: “Li Kerkûkê rêzdarî ji rojnamegeran re nayê dayîn. Hêzên ewlekariyê bêrêzî li hemberî rojnamegeran dikin û danûstandina xirab dikin. Ne tenê li Kerkûkê, li Iraq û herêma Kurdistanê jî rojnameger rastî astengî û êrîşan tên.”

Rojnameger Hawta Behroz jî yek ji rojnamegerên li gundê Pelkanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû binçavkirin û wiha got: “Em karê ragihandinê dikin û aliyê îdarî ya Kerkûkê ji bo me nasname çêkiriye. Lê astengî ji bo me çêdikin û li me dixin. Metirsiyek cidî li ser jiyana me heye, kes jî nîne parastina mafê me bike.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar