Li gorî zanîn û têgihiştina me, civak li dora jin-dayikan ava bû. Pîrek dayika zarokan bû. Wan zarok dianîn, şîr didan û mezin dikirin ji qeda û belayan diparastin. Ez li vir nabêjim mêr bi temamî bêkêr bû, lê ya xwedî rola sereke û diyarker pîrek bû
Dîroka berdest bi giranî dîroka serdestan e. Wexta ez dibêjim, dîroka serdestan meqseda min dîroka nivîskî ye. Bi giranî bi têgihiştina wan a li dinyayê hatiye nivîsîn. Bêguman, nabêjim dîrok hemû bi vî awayî ye. Li aliyekî din, dîroka civakan heye. Dîroka civakan jî bi giranî nenivîskî ye. Li gorî xwe hatiye hilanîn û bi zimanekî xas gihiştiye roja me ya îro. Bi demê re zirar dîtibe jî heger rast were xwendin mirov dikare pê nêzî heqîqetê bibe. Ev awayê rêbazê yê em qala wê dikin, yek ji awayên rêbazê ye. Ew awa çi ye? Em ê bi gotinan li pareke rastiyê serwext bibin. Gotina ez dixwazim bikim babeta vê gotarê û wê veçirînim, peyva “pîr” e. Di zimanê me de maneya vê peyvê wisa ye; kesa bi temen e, dibe ku tevî temen kesa civak pê baweriyê tîne û jîrik be jî. Jixwe, di kirmanckî de weke “pîl” jî tê gotin ango kesê mezin. Çawa tê zanîn di ziman de herfên “l” û “r” cihguher in. Heye ku gotina “pîroz” di vê çarçoveyê de maneya xwe “roja mezin” be. Di kurmanciyê de ji kesa bi temen re pîr û ji kesê bi temen re jî kal tê gotin. Lê ya balkêş ew e, tevî ku wisa ye, di warê dînî de ji zilam re pîr tê gotin. Ha ez li raza vê dipirsim. Di kurmanciyê de jin pîr dibin û zilam ji hevjînên xwe re pîrek dibêjin. Dîsa di wêjeya me de gotinên pîrebok û pîresêhr jî hene.
Geyşa û orûsipî
Me pêşî îşaret bi dîroka serdestan kir. Ji ber ku di dîroka serdestan de li gorî têgihiştinê gotin naveroka xwe diguherin. Mînak berê ji qatilan re mêrkuj digotin. Ev gotin bi îhtîmaleke mezin a serdema navîn e. Ji ber ku kesê mêr bikuşta, dibû mêrkuj. Yanî jinkuştin ji mêraniyê nedihat hesibandin. Li Japonyayê jinên bi navê “geyşa” hebûn. Jinên perwerkirî bûn di nava civakê de xwedî cihekî muteber bûn. Lê kengî di sedsala 19´an de sermayedariyê gavavêt Japonyayê, geyşayan bedena xwe firot û di nava civakê de navê wan bi xirabî hat hilanîn. Çawa ku piştî şoreşa Sovyetê navê “nataşayan” li bazara kapîtalîzmê bi heman awayî hat hilanîn. Li ba me mehkûmên mêrkuj di nava civakê de cihekî wan hebû û dema diçûn civatan xelk ji ber wan radibû, lê kengî tevgera telebeyan dest pê kir, mehkûm serşor bûn.
Orûsipî jî weke geyşayan in. Heger hûn li ferhengê binihêrin ji bo orûsipî dibêje, kesa muşeref a rûsipî ye. Lê roja me ya îro berevajî vê maneyê ango bi menaya fahîşe tê bikaranîn. Ez yeqîn dikim ku mînakên min heta vir dane hinekî mabesta min nîşan didin. Ji vir û pê ve em hinekî din bi mijarê dakevin û bên ser a em bi pey ketine.
Pîrê me ya pîra me?
Li gorî zanîn û têgihiştina me, civak li dora jin-dayikan ava bû. Pîrek dayika zarokan bû. Wan zarok dianîn, şîr didan û mezin dikirin ji qeda û belayan diparastin. Ez li vir nabêjim mêr bi temamî bêkêr bû, lê ya xwedî rola sereke û diyarker pîrek bû. Zanîn û zanist jî di destê wê de bû. Ji ber ku pozîsyona wê ew ber bi vê yekê ve dahf dida. Lewma di serdema serdestiya mêran de weke pîresêhr û pîrebokê hat gunehbarkirin. Ev pîr û pîrek di heman demê de xwedawendên pêşî yên dîrokê ne. Oldarê elewî, Pîr Elî Balî di pirtûka xwe ya Dîwanî Heq de qala Cemî Uryan dike. Ew tê de dibêje, ji bo cem dest pê bike, divê keseke bi navê dayika pîroz destûrê bide. Jixwe, cema ew qala wê dike bi dizî ye. Ez jê wisa fêhm dikim; dema dînên din hatine herêmê yanî dînên tê de zilam serdest hatine herêmê, êdî wan nekarîbûye bibêjin mezinên me, pîrên me jin in. Lewma di îbadetê de dîsa bi dizî jinê pîrtî kiriye, lê li derve li pêş çavan mêran pîrtî kiriye. Ji ber ku di hîmê heqîqetê de pîrek heye, têgihiştina mêrê serdest jî giraniya xwe daye ser pîrekan û ew piçûk xistine.
Çavkanî: Rêşad Sorgul / Yenî Ozgur Polîtîka