Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsan xwestin zarok bibe sîxur

Li Amedê polîsan A. A. ê 17 salî ku dema diçû malê binçavkirin û birin TEM’ê, derb kirin, gef lê xwarin û piştre xwestin bibe sîxur

Li kolana Melik Ahmet a Navçeya Sûrê ya Amedê polîsan bi îdiaya “îxbar heye” A. A. ê 17 salî binçav kirin û birin şaxa Zarokan a TEM’ê. Polîsan di bin çavan de A. A. derb kir û gefa kuştinê lê xwarin. Piştre xwestin bibe sîxur.

A. A. diyar kir ku di 10’ê Gulanê de polîsan ew li Kolana Melik Ahmetê binçav kirine û wiha got: “Ez xistim maşîna zirxî û di maşînê de li min dan. Polîsan di hundirê erebê de bi çekan li min xistin. Polîs got ‘Min 3 kes kuştine. Yê 4’emîn jî wê tu be.’ û gefa kuştinê li min xwar. Ez di saetên êvarê de binçav kirim. Lê 7 saet şûnde saet di 03.00’an de hêj nû qeyda binçavkirinê ya fermî kirin.”

A. A. anî ziman ku li şûna wî bibin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan ew birin Şaşa TEM’ê û wiha axivî: “Di bin çavan de polîsekî got ‘Ji TEM’ê Reîs li benda te ye. Ez li TEM’ê hem rastî tundiya fîzîkî û hem jî ya heqaretê hatim. Li gorî xwe pirs pirsîn û li gorî xwe bersîv nivisandin. Destûr nedan ku ez îfadeyê bixwînim û bi zorê bi min dan îmzekirin. Dema ez di bin çavan de bûm polîsan bi ser mala min de girt. Polîsan alavên malê tev li hev kirin. Piştî ez binçav kirim 7 saet şûnde ez birim Midûriyeta Şaxa Zarokan. Polîsekî bi kilo xwest ez îfadeya li TEM’ê li dozgeriyê jî qebûl bikim. Got ger ku tu li wir qebûl neke em ê te bikujin. Piştî ez birim şaxa zarokan hêj nû qeyda binçavkirinê ya fermî kirin. Ez 4 rojan di bin çavan de mam. Piştre ez sewqî dozgeriyê kirim. Min li dozgeriyê diyar kir ku ez îfadeya li midûriyetê qebûl nekim. Piştî ez sewqî dadgehê kirim ez bi kontrola edlî hatim berdan.”

Gefa kuştinê xwarin

A. A. diyar kir ku piştî hat berdan roja dîtir, polîsekî ji Navenda Polîsan a Şehit Alişan li bavê wî geriya ye û xwestiye malbat biçe navenda polîsan. A. A. bilêv kir ku dema çûne wir polîsan li wir “sîxurî” spartine wî û wiha bi dawî kir: “Polisan got ‘Li gel me bixebite. Em ê hem di milê maddî û hem jî di milê manevî de alîkariyê bidin te. Lê me qebul nekir û em derketin. Polîs her dem bi telefone min tacîz dike.”

A. A. da zanîn ku wê der barê berpirsiyaran de serlêdana sûc bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar