Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan bi daxuyaniyekê ragihand ku divê di zûtirin dem de daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de bê çareserkirin. Kurtulan got ku serdegirtina ser qawîşên girtiyan jî nayê qebûlkirin û ji bo grevên birçîbûnê jî got; ‘êdî divê Tirkiye dawî li vê şermê bîne.’
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan li meclisê di civîna çapemeniyê de geşedanên dawî nirxand. Kurtulan da zanîn ku rewşa çalakgerên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de di astekî krîtîk de ye. Kurtulan xwest ku di zûtirin dem de hikûmet gav biavêje.
Fatma Kurtulan diyar kir ku bi hezaran girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne û ji van girtiyan 30 jê di rojiya mirinê de ne. Kurtulan got ku rewşa girtiyan di astekî krîtîk de ye û wiha domand: “Girtî xwîn vedireşin û dest û milê wan pûç bûye. Di heman demê de greva birçîbûnê ya 3 parlamenterên me jî berdewam dike. 4 parlementerên vê meclisê di greva birçîbûnê de ne lê meclis li hemberî vê yekê bêdeng e.”
Serdegirtina qawîşên girtiyan
Kurtulan bi bîr xist ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 194 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha pê de çû: “Divê êdî çareseriyek were dîtin. Çend roj berê gardiyanan bi ser qawîşên girtiyan ên li girtîgehên Kandira, Bakirkoy, Wan, Şakran, Amed, Bolû û Maltepeyê de girtin. Di van serdegirtinan de radyoyên girtiyan hatine desteserkirin û alavên wan hatine belavkirin. Ev îşkenceya li ser girtiyan nayê qebûlkirin.”
Çalakiyên dayikên girtiyan
Di berdewamê de jî Kurtulan bal kişand ser dayikên laçik spî yên ku ji bo balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe, çalakiya li dar dixin û wiha bi dawî kir: “Li hemû bajaran çalakiyên dayikan didomin. Dayik her tim aqûbeta zarokên xwe dipirsin lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Çend roj berê 21 dayik hatibûn vir û tev li civîna me ya komê ya roja sêşemê bûbûn. Piştre 4 rojan li meclisê hin hevdîtin kirin. Di 4 rojan de me dît ku dayik fitara xwe zêmaran vedikin û her dem zarokên xwe bi bîr tînin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku dawî li vê şermê bînin. Ev hefte, Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windayan e. Dayikên Şemiyê li hestiyên zarokên xwe digerin. Niha jî destûr nayê dayîn ku dayik çalakiyan li dar bixin.” ENQERE