Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dayik her roj li qadan dengê xwe bilind dikin

Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, ji bo piştgiriya zarokên xwe îro careke din li Amed, Wan, Şirnex û Edeneyê çalakî pêk anîn û ji bo bersivandina daxwazên zarokên xwe û rakirina tecrîdê, bang li hikûmetê kirin

Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin bi israr didomin. Piştgiriya ji bo vê yekê ya ku ji aliyê malbatên çalakgeran ve tê dayîn jî her ku diçe mezintir dibe. Di vê çarçoveyê de malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Amed, Wan, Şirnex û Edeneyê ji bo piştgiriya zarokên xwe çalakî li dar xistin û bang li hikûmetê kirin ku daxuyaniyên xwe derbarê tecrîdê bike meriyetê û ji bo dawîkririna çalakiya zarokên wan tecrîda li ser Ocalan rake.

Li Amedê li gel hemû astengiyên polîsan jî malbatên girtiyan di roja 20’emîn de li ber Fabrîqeya Arvan a li hemberî Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezanê hatin gel hev û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Mûsa Farisogûllari û Semra Guzel û gelek kesên derdorê piştgirî dan çalakiya malbatan. Dayikên ku di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe pêk anîn, bi berzkirina dirûşmeyan, bi gotina stranan û bi lêdana pîzpîzikan dengê xwe bilind kirin.

Dayik natirsin

Piştî çalakiya rûniştinê dayik di bin dorpêça polîsan a bi TOMA û maşîneyên zirxî di Kolana Sûnay de ber bi TÛAY-DER’ê ve meşiyan. Dayikan di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Amed ranezê li girtiyan xwedî derkeve’ û ‘Her der zindan her der berxwedan’ berz kirin, li pîzpîzikan da û çepikan xistin. Polîsan di vê kêliyê xwestin ku rojnamegeran asteng bikin û bi hinceta dirûşmeyên tên avêtin mudaxaleyî meşê bikin.

Piştî meşê li ser navê dayikan dayika Zehra Şahîn daxuyanî da. Şahîn bal kişand ser tundiya polisan a li hemberî wan û ev tişt anî ziman: “Dixwazin dayikan bitirsînin. Lê dayik natirsin. Heta ruhê di laşê me de hebe, em ê li pişt zarokên xwe bin. Ewropa jî di nav de hemû cîhanê çav û guhê xwe girtine. Êdî çavên xwe vekin. Zarokên me ji birçîna dimirin, xwarinê ji xwe bîr kirine. Di gewreya me de tiştekî derbas nabe. Laşê ciwanê me dihele lê ne zarokên me diqedin û ne jî em diqedin. Êdî bes e. Zarokên Erdogan ne 6-7 meh nikarin mehek jî birçî bimînin. Bila destê xwe deyne ser wijdanê xwe, êdî bes e.” Piştî daxuyaniyê çalakî bi çepikan bi dawî bû.

Dayik tevî astengiyan jî meşiyan

Li navçeya Lice ya Amedê jî bi heman armancê Dayikên Laçik Spî li Parka Medenî Yildirim di roja 14’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên ku li Parka Medenî Yildirim kom bûn tevî astengiya polîsan dîsa meşiyan. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Remziye Tosun, Hevşaredara Licê Ruken Yilmaz û Tarik Mercan rêveberên HDP’ê piştgirî dan çalakiyê. Dayikan di çalakiyê de bênavber dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindana’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Silav ji berxwedêrên zindanan re’ berz kirin. Malbat piştî çalakiya rûniştinê heta avahiya HDP’ê ya Lice meşiyan.

Encamek ji daxuyaniya CPT û Wezîrê Dadê derneket

Li Wanê jî Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê li parqa ku li ser Kolana Mîllî Egemenlîkê çalakiya rûniştinê pêk anî. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, endamên TÛAY-DER’ê piştgirî dan çalakiya dayikan. Li ser navê dayikan daxuyaniyê dayika girtî bi navê Ayhan Kaçak ku 101 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di greva birçîbûnê de ye Hanîfe Kaçak da.

Kaçak diyar kir ku encamek ji daxuyaniya CPT û Wezîrê Dadê derneketiye û wiha got: “Divê herkes derstê xwe deyne ser wijdanê xwe. Ji bo zarokên me nemirin divê gav bên avêtin. Sibê dê pir dereng be. Wezîrê Dadê daxuyaniyek da lê tu gav nehat avêtin. Tecrîd hê jî didome. Em dayikên aştiyê dixwazin dengê xwe ji vir bilind bikin. Heta ku daxwazên zarokên me bên qebûlkirin em ê jî her roj derkevin kuçeyan. Me bikujin jî em ê dev ji çalakiya xwe ber nedin. Bila mirin çênebin. Daxwaza me derneketina cenazeyan e.’

Divê her kes berpisyariyê bigire

Dayikên Laçik Spî yên Şirnexê jî bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Şirnexê daxuyanî dan. Di civîna çapemeniyê de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek rêveberen HDP’ê amade bûn. Ozguneş diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûq û zagonan e û xwest hemû kesên bi wijdan, aştî û demokrasiyê diparêzin berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.

Bang li hikûmetê hat kirin

Li Edeneyê jî dayikên Laçik Spî yên zarokên wan girtî bi heman armancê di roja 11’emîn de li Parka Îsmet Înonu kom bûn û daxuyanî dan. Dayikên ku li parkê kom bûn dîsa di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Polîsên hatin parkê dayik dorpêç kirin û bi mertalên xwe dîwar ava kirin. Polîsan destûr nedan ku welatî piştgiriyê bidin çalakiya dayikan. Li gel vê yekê dîsa parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari, endam û rêveberên HDP, HDK û TUAY-DER’ê hatin tev li çalakiya dayikan bûn û piştgirî dan dayikan. Polîsan dîsa li GBT ya çalakgeran nêrî û bi hinceta derbarê binçavkirinê heye kesek binçavkirin.

Li vir Dayika Laçik Spî Vesîle Ulaş, bang li hikûmetê kir û xwest ji girtîgehan darbest dernekevin û demek berî demekê heyet biçin Îmraliyê û tecrîd bi dawi bibe. Dayika Laçik Spî Turkan Şimşek jî bang li hikûmetê kir û xwest êdî dawî li vê zilmê bînin.

Dayik Ayfer Yavaş  jî bang li hikûmet û dewletê kir û wiha got: “Êdî Bes e. Vê qêrîna me bibihîzin. Bila zarokên me nemirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar