Li Tetwanê ji nav 14 endamên meclisa şaredariyê yên HDP’î, 9 kes ji peywirê hatin dûrxistin
Di hilbijartina 31’ê adarê de AKP’ê bi ferqeke biçûk şaredariya Tetwanê bi dest xistibû. Di hilbijartinê de 14 kes li ser navê HDP’ê û 11 kes jî li ser navê AKP’ê hatibûn hilbijartin. Ji ber ku di meclisê de endamên HDP’ê zêdetir bûn, duh bi hinceta der barê wan de lêpirsîn hene, 9 endamên meclisê yên HDP’î ji peywirê hatin dûrxistin.
Navê kesên ji peywirê hatin dûrxistin wiha ne; Serap Çakmak Genç, Diyar Orak, Sûat Yetîşkîn, Ahmet Sagniç, Îsa Taş, Şukru Aydemîr, Nedîm Turemîş, Çetîn Yilmaz û Selamî Karahan. BEDLÎS