Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

23 salan ji bo kurê xwe niha jî ji bo neviyê xwe li qadan e

Remziye Bayram a ji bo kurê xwe Şîrin Bayram ê 23 sal berê hat windakirin li kolanan e, niha jî ji bo bibe dengê neviyê xwe yê li dijî tecrîdê di gevra birçîbûnê de ye li Parka Koşuyoluyê têdikoşe

Dayikên Laçik Spî her roj li Bakirkoy, Gebze, Edene, Mêrsîn, Amed, Sîlopî, Qoser, Êlih, Parka Koşuyolu ya Amedê û Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo edaletê li qadan in. Dayikên ku bi salan in li zaroken xwe yên winda digerin, niha jî j bo bibin dengê çalakgerên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne li qadan têdikoşin. Yek ji van dayikan jî Remziye Bayram e.

Remziye Bayram bi gotina ‘Ger ku amûrekî we winda bibe hûnê her roj lê negerin? Yê min jî perçeyek ji canê min winda bûye. Ez çawa ji bîr bikim?’ tê nasîn. Kurê Remziye Bayram Şîrîn Bayram di 1’ê Mijdara 1996’an de li gundê Temiran ê navçeya Pasûrê piştî hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin. Dayika Mehmet Şîrîn Bayram, Remziye Bayram piştî kurê wê di bin çavan de hat windakirin 23 sal in li qadan aqûbeta kurê xwe dipirse. Her Roja Şemiyê bi wêneyê kurê xwe dadikeve qadan û li edaletê digere. Remziye Bayram ku berê her şemî li Parka Koşuyoluyê li windayan digeriya, piştî Walîtiya Amedê Parka Koşuyolu li wan qedexe kir, niha lêgerîna xwe ya edaletê li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê berdewam dike.

Her roj li qadan in

Bayram ku hêj aqûbeta kurê wê Mehmet Şîrin Bayram zelal nebûye, niha jî her roj ji bo piştgiriyê bide dengê neviyê xwe yê li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de ye, li gel hemû astengiyên polîsan tê Parka Koşuyoluyê tev li çalakiyan dibe û ji bo neviyê xwe têdikoşe. Remziye Bayram hem tev li çalakiyên Şemiyê dibe, hem jî tev li çalakiya Dayikên Laçik Spî ya Parka Koşuyoluyê dibe.

Dayika Şîrîn di destpêka axaftina xwe de behsa kurê xwe kir û ev tişt anî ziman: “Ez dayika Şîrin im.  Di salên 1990’an de li ser gelek gundên kurdan zext zêde bû. Li ser gundê me jî zexta dewletê zêde bû. Em li gundikê Temira bûn. Di sala 1994’an de xwestin em bi zorê bibin cerdevan. Me ji neçarî gundê xwe terk kir. Em tev ji gund derketin. Lê Şîrîn û mamê xwe di sala 1996’an de dîsa vegeriyan gund. Şîrîn ji bo mamê xwe bibîne vegeriya gund. Hêj 18 salî bû. Piştî 3 rojan li mala mamê xwe ma, çû mala cîranê xwe. Bi şev esker,  tîmên taybet û cerdevanan bi ser malê de girtin. Şîrîn û xwediyê malê Ramazan Tekîn ê 65 salî binçav kirin. Serê sibê xwediyê malê agahî didin mamê wî û li ser vê yekê mamê wî diçe Qereqola Navenda Pasûrê. Lê rayedarên qereqolê diyar dikin ku kesekî wisa li cem wan tune ye. Piştre gundiyên din jî diçin qereqolê. Lê encam nagirin.”

Cerdevan bû şahid

Remziye Bayram da zanîn ku piştre aqûbeta Şîrîn ji cerdevanekî pirsîne û wiha lê zêde kir: “Cerdevan ewil got ‘Min Şîrîn dîtiye. Li nezaretxaneyê bû. Çavê wî girtî bûn. Dema ez çûm min beng li wî kir. Wî dengê min nas kir. Ji min re got ‘Tu li vir çi dike? Min jî got vir cihê min e. Tu li vir çi dike?’ Lê cerdevan piştî demek şûnde şahidiya xwe înkar kir. Weki malbat bi salan e em serî li hemû deriyên dewletê didin. Lê hêj doz di lêpirsînê de ye û bi encam nebûye.”

Di berdewamê de Bayram destnîşan kir ku ji roja kurê wê hatiye windakirin heta niha bênavber bi laçika xwe ya spî li kurê xwe digere û wiha pêde çû: “Ji wê rojê ve ye ez têdikoşim. An wê dewlet aşkera bike ku kurê min çawa winda kiriye û revandiye. An jî wê hestiyên wan bidin me. Heta ku dewlet aqûbeta zarokên me diyar nekin em ê her roj li kolanan têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Bi çalakiyên xwe piştgirî didin girtiyan

Bayram ku bi salan e ji bo kurê xwe Mehmet Şîrîn li qadan e niha jî ji bo neviyê xwe yê li dijî tecrîdê di grevê de ye li qadan e. Neviyê Bayram Azad Bayram, 8 meh berê li Êlihê hat girtin. 3 mehan li Girtigeha Êlihê ma. Niha 5 meh in li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye. Neviyê Bayram Azad Bayram jî ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger de ye. Bayram tevî keça xwe her roj diçin Parka Koşuyolu û piştgiriyê didin girtiyan.

Ji dayikan zêdetir polîs hene

Têkildarî mijarê Bayram anî ziman ku tiştekî êdî winda bikin û jê bitirsin tuneye û wiha got: “Zarokên me çûn niha neviyên me hene. Bi salan e em li windahiyên xwe digerin. Lê niha em ji bo girtiyan li qadê ne. Ji bo çend dayikan deh qatî dayikan polîs li ser serê me kom dibin.”

Her wiha Remziye Bayram destnişan kir ku dema diçe qada çalakiyê, ji malê heta qada çalakiyê li her derê polîs hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ji malê heta qadê li her kolanê rastî polîsan têm. Ev bi xwe tecrîd e. Ma ev ne tecrîd be çiye? Zarokên kurdan digirin, winda dikin û tecrîd dikin. Niha parka em lê çalakiyê li dar dixin dorpêç kirine. Ma ev ne tecrîd e?” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar