Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji îşkenceyê re sifir tolerans digotin ne wisa?

Rêxistinên mafê mirovan û baroyan bertek nîşanî îşkence û muameleya xerab a li navçeya Xalfetî li hemberî 38 kesên di bin çavan de hat kirin, dan. Hevseroka ÎHD’ê wêneyê derbarê îşkenceyê de bi pirsa ‘Demekê hinekan ji îşkenceyê re sifir tolerans digotin ne wisa?’ parve kir

Di 18’ê gulanê de li taxa Dergîlî ya navçeya Xalfetî ya Rihayê şer û pevçûn derketibû. Di encama şer û pevçûnê de alîgirê komîserê polîsên tevgera taybet û 2 kesên ku tê angaştkirin HPG’î ne jiyana xwe ji dest dabûn û 2 polîs jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê li Xalfetî û Hewagê bi serdegirtina malan de gelek kes hat binçavkirin. Bi wêneyên ku hatin parvekirin derket holê ku îşkence û muameleya xerab li kesên ku hatine binçavkirin, hatiye kirin. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê, wêneyê têkildarî îşkence û muameleya xerab a li hemberî kesên binçavkirî li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Di wêneyên hatine parvekirin de bi awayekî şênber tê dîtin ku zarok jî di nav de 38 kesên hatine binçavkirin, îşkence hatiye kirin. Kesên hatine binçavkirin li Hewşa Qereqola Cendirmeyan a Yaylak a Hewagê destê wan bi pişt ve hatiye kelepçekirin û bi vî awayî bi ser dev û rû hatine dirêjkirin. Van wêneyan bi vê nivîsê hatin parvekirin:

“Serlêdana sûc e! Îşkence li gorî mewzûata neteweyî û navneteweyî qedexe ye. Em îxbarên ku 12 kesên li Xalfetiyê hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatine digirin.@TC_icisleri @adalet_bakanlik @UrfaValiligi Bi kesên paşê hatin binavçkirin re niha nêzî 35 kes di bin çavan de ne. Hevdîtina parêzeran a bi muwekîlê wan re bi awayekî bêhiqûqî hatiye sînorkirin. Li gel ku çend muqekîlên parêzerekî heye jî dikare bi awayekî kurt tenê yekî re hevdîtin pêk bîne.

Hevdîtina parêzeran a bi hîn bersûcan re bi polîsan re tê kirin.

Nîşaneyên şênber ên ku îşkence hatiye kirin hene.

Têkôşîna me dê heta îşkence ji vê axê bê rakirin bidome. Îşkence bi awayekî vekirî tê kirin. Ev der hewşa Qereqola Cendirmeyan a Yaylak a Hewagê ye.

Karîneya mesûmeyetê ya 38 kes di bin çavan de de bi awayekî vekirî tê binpêkirin, di nav wan de zarok jî hene…”

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê bi van parvekirinên xwe re weke delîl wêneyê îşkenceyê jî parve kir. Ev wêne rê li ber bertekên rêxistinên mafê mirovan û baroyan vekir.

Ji îşkenceyê re sifir toleranas digotin ne wisa?

Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn van agahiyan jê girt û bi vê pirsê ‘Demekê hinekan ‘ji îşkenceyê re sifir tolerans’ digotin ne wisa???’ parve kir.

‘Di îşkenceyê de demborîbûn tuneye’

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî van agahiyan jê girt û bi vê nivîsê parve kir: “Rêzika hiqûqa navneteweyî ya ku hemû beşên civakê ji ber zanin; AİHS http://3.md . “Tu kes nikare bê îskencekirin û rastî memeleyên dijî mirovahiyê û şikestina rûmetê bê. Kesên ku îro derfetên dewletê bi awayekî xerab bi kar tînin, divê zanibin ku di îskenceyê de demborîbûn tuneye.”

‘Auschwitzê bi bîr dixe’

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî vê parvekirinê kir:

“-Auschwitzê hinek bi bîr dixe,

-Hinek dişibe Ebu Gureyb û Gazzeyê jî

-Dibe ku Guantanamo be?

-Na na aram bin, ev der li navçeya Hewagê ya Rihayê hewşa qereqolekê ye..!

-Kesên destê ji piştve hatine kelekçekirin jî kurdên ku li benda saeta fitarê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar