Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Tenê zilma siyaseta li hemberî gelê kurd naguhere’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di koma HDP’ê ya Meclisê de axivî û bal kişand ser îşkenceya li gundên Xelfetiyê. Temellî da zanîn ku salên 90’î li Xelfetiyê, li dijî dayikên li kolanan dubare dibe û got ku li Tirkiyeyê siyaseta ku nayê guhertin îşkence û zilma li dijî gelê kurd e

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, di civina koma HDP’ê ya meclisê de geşedanên dawî nirxand. Temellî ewil bi minasebeta 21’ê Gulanê 155’emîn salvegera komkujiya Çerkes û 19’ê Gulanê 100’emîn salvegera Komkujiya Pontos Rumê axivî û komkujiyan şermezar kir.

Temellî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatine destpêkirin û wiha domand: “Niha li derve û hundir berxwedan didome. Niha hemû hevalên me yên girtî ji bo edaletê û aştiyek bi rûmet li ber xwe didin. Ji bo jiyanek bi edalet û jiyanek bê îşkence em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Îşkence dîsa pêş ket. Li Rihayê dîsa salên 1990’an xwe dubare dike. Mirovên destê wan li pişt wan hatine kelepçekirin li ser medya civakî hatin belavkirin. Dîsa mirovên diçin kar maşîna wan a kar rastî gulebarê tên. Li vî welatî zilm xelas nabin. Li Tirkiyeyê siyaseta ku nayê guhertin zilm û îşkenceya li dijî kurdan e. Ji bo ev zilm û îşkence neyê dîtin niha dengê heqîqetê qut dikin. Dengê çapemeniya azad qut dikin.”

Di berdewamê de Temellî diyar kir ku 195 roj in, 6 meh û nîv e parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û wiha pêde çû: “Bang li hemû gelê Tirkiye û cîhanê dikin ku li dijî zilm û bê edaletiyê dengê xwe bilind bikin. Dîsa li Hewlerê Nasir Yagiz, li Ewropa koma 14 kesan, li girtîgehan bi hezaeran girtiyên siyasî, li avahiya HDP’ê ya Amedê 3 parlamenterên me, di greva birçîbûnê de ne. Niha li girtîgehên Tirkiye 3 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. 30 girtî di rojiya mirinê de ne. 15 girtiyên koma ewil di roja 22’an de ne. Êdî nikarin bi axivin. Li şûna girtîgeh daxwaza wan pêk bîne ava wan û pêdiviyên wan jî nade wan. Li derve jî dayikên ku dibêjin bila mirov nemirin her roj polîs êrîşî wan dikin. Bêdengiya li hemberî vê yekê jî pir tirsnak e. Werin em bi hevre vê bêdengiyê hilweşînin. Werin em bi hevre bibin deng ku em dawî li vê tecrîdê bînin. Heta ku em tecrîdê bi dawî nekin ev bê edaletî û bê hiqûqi bidome. Em bang li hikûmetê û Wezîrê Dadê jî dikin ku gavan biavêjin û hewcedariya wê pêk bînin. Bila parêzer bi rêk û pêk biçin Îmraliyê.”

Wêneyê yekperestî

Temellî di axaftina xwe de wêneyê ku serokên partiyan li Samsûnê kişandine jî rexne kir û wiha axivî: “Tenê li Îmraliyê bê hiqûqî tuneye. Li hemû Tirkiyeyê bêhiqûqî heye. Ev bi xwe re tundî û bê edaletiyê tîne. Pergala Serokomariyê li hemberî me heye. Serokomar Serokomar e an jî Serokê Giştî yê AKP’ê ye ne diyar e. Ev pergal ne pêkan e li Tirkiyeyê têkeve meriyetê. Me di 19’ê gulanê de jî dît. Di wî wêneyi de jin tune ye, kurd tuneye. Ew wêneyê yekperestiyê ye.”

‘Îktîdar hemû çavkaniyên welat pêşkeşî şer dike’

Temellî wêneyên parlamenterên girtî, dayikên ku li kolanê rastî êrîşa polîsan hatine, Dayikên Şemiyê, Soma, rojnamegerên girtî, Akademîsyenên Aştiyê û gelek wêneyên rastiya Tirkiyeyê nîşan dide li salonê bilind kir û ev tişt anî ziman: “Yê me jî wêneyê aştî û demokraisyê heye. Wêneyê milyonan ên aştî û demokrasiyê dixwazin heye. Ji ber vê yekê em dibêjin HDP hêvî ye. HDP berxwedan e.  Rojên borî ciwan Eyup Dal xwe şewitand. 5 sal in betal e. Piştî hilbijartinê çû şaredariyê, şaredariyê derî li rûyê wî girtin. Ciwanê betal ji neçarî ji bo vê yekê şermezar bike agir berda bedena xwe. Çima ji ber betal e. Deynê Sektora Taybet 210 milyar dolarê derbas kiriye. Îktîdar hemû çavkaniyên welat pêşkêşi şer û berjewendiyên xwe dike.”

Dem dema demokrasiye ye

Her wiha Temellî bal kişand ser têkoşîna tifaqa demokrasiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Sûriyeyê dê teqez pêşerojek aştiyane û ewle ava bike. Lê Tirkiye bi van polîtîkayan nikare gavan biavêje. Niha dema em li polîtîkayên Tirkiye û welatê cîranê wê dinêrin, em dibînin ku Tirkiye bi hemû cîranê xwe re di nava rageşiyê de ye. Sedemê van hemûyan hikûmet e. Em carek din dixwazin dawî li van polîtikayên rageşî, tundî û şer bînin. Em tifaqa demokratîk ava dikin. Ji bo tifaqa demokratîk em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê, azadiya îfadeyê pêk bê. Divê bê hiqûqî ji holê rabe. Divê daraza serbixwe be avakirin. Niha hemû azadiyên me di bin tecrîdê de ne. Êdî dem dema guhertin, demokrasî, hiqûq, edalet û aştiyê ye. Li ku wijdanê civakê hebe em ê li wir bin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar