Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Malbat qadan bernadin

Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Wan û Edeneyê ji bo piştgiriya zarokên xwe çalakî pêk anîn û daxwaz kirin ku dê heta daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin çalakiyên xwe bidomînin.  Li Amedê jî bi heman armancî malbatan ji Wezareta Dadê re faks şandin

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, ji bo balê bikişînin ser çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê di roja 2’yemîn de li parqa li ser Kolana Mîllî Egemenlîkê li hev kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwara (TÛAY-DER) jî piştgirî dan çalakiya dayikan. Li ser navê dayikan Zekiye Kaya daxuyanî da û diyar kir ku ji êrîş, mirin û girtinê natirsin û wiha got: “Em wek dayik naxwazin zarokên tu dayikê bimirin. Divê rayedarên gavên pêwîst bavêjin. Rewşa çalakgeran her ku diçe krîtîk dibe. Bila hemû dayik destê xwe bidin hev. Em ji bo zarokên xwe têdikoşin. Heta ku tecrîd rabe û daxwazên girtiyan û Leyla Guven bên qebûlkirin em ê çalakiya xwe bidomînin.” Dayika çalakiya xwe bi dûrişmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Leyla Guven rûmeta me ye.”

‘Li benda çi ne’

Li Edeneyê jî malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê roja 12’yemîn li Parqa Îsmet Înonuyê li hev kom bûn û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, rêveberên HDP’ê û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) piştgirî dan çalakiya dayikan. Lê bi hatina parqê re polisan dora dayikan dorpêç kir. Li gel vê yekê jî dayikan çalakiya li dar xist. Dayika Vesîla Ûlaş bal kişand ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û ev tişt got: “Hin çalakger êdî xwîn divereşin. Heyfa ewqas mirovan nîne? Bila bersiv ji daxwazên dayikan re bê dayîn. Hê li benda çi ne. Paldankên xwe difikirin. Kurê min daketiye 53 kîloyan. Em êdî mirinê naxwazin. Bila kes êdî negirî. Dema em mirina leşkeran jî dibihîzin kezeba me dişewite. Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e.” Dayikan çalakiya bi dûrişmeya “Bijî berwedana zindanan” bi dawî kir

Ji Wezareta Dadê re faks şandin

Li gel ku beriya çend rojan Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ragihand ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bûye û qedexeya li ser hevdîtina parêzerên a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rabûye jî hê destûr ji çûyîna parêzeran a Îmraliyê re nehatiye dayîn. Ji ber vê sedemê çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan didome. Li navçeyên Rezan, Licê û Çinar ên Amedê malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji bo rakirina trecrîdê ji Wezareta Dadê re faks şandin.

Beriya ku faks li Postaneya Rezan bên şandin, dayika çalakger Îhsan Topûz ku ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di greva birçîbûnê de ye Halîme Topûz axaftinek kir. Topûz diyar kir ku divê tecrîd bê bidawîkirin û bang li Wezareta Dadê kir. Paşê dayik derbasî hundirê postaneyê bûn û faksên xwe ji wezaretê re şandin. Dayik piştî faks şandinê bi dûrişmeyên mîna “Bijî berxwedana zindanan” û “Her der zindan her der berxwedan” ji posteneyê derketin. WAN/EDENE/AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar