Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Haya dewletê ji tiştên li Rihayê diqewimin heye’

Endamê Heyeta HDP’ê ku li ser îskencekirina kesên di bin çavan de hat avakirin Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş diyar kir ku derbarê mijarê de daxwaza hevdîtinê li Walî û Serdozgerê Komarê yên Rihayê kirine û her du jî li wan venegeriyane. Erdogmûş got ku hata hemû rayadarên dewletê ji bûyeran heye

Di 18’ê gulanê de li taxa Dergîlî ya navçeya Xalfetî ya Rihayê şer û pevçûn derketibû. Di encama şer û pevçûnê de alîgirê qomserê polîsên tevgera taybet û 2 kesên ku tê angaştkirin HPG’î ne jiyana xwe ji dest dabûn û 2 polis jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê li Xalfetî û Hewagê gelek kes hatibûn binçavkirin û di îskenceyeke giran re hatibûn derbaskirin. Li ser vê yekê ji aliyê HDP’ê ve ji bo lêkolînkirina bûyer û îskenceyê heyetek hat avakirin. Heyeta ku ji bo dest bi lêkolînkirina bûyera îskcenyê bike, li ber avahiya HDP’ê ya Rihayê daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş ku di nav heyetê de cih digire ve hat dayîn. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan, endamên PM’yê û malbatên çalakgerên greva birçîbûnê tevli daxuyaniyê bûn. Erdogmûş diyar kir ku bi bûyereke îskenceyê ku wijdanê civakê birîndar dike re rû bi rû ne û wiha got: “Ji 18’ê gulanê ve bi dehan kes li navçeyên Xalfetî û Hewagê hatine binçavkirin. Di nav van kesan de zarokê 13 salî û kalê 70 salî jî hene. Li gorî ragihandinên parêzeran van kesan di îskenceyên giran re hatine derbaskirin û li gel vê yekê jî dem binçavkirina wan hatiye dirêjkirin.”

‘Em muxataban nabînin’

Erdogmûş di berdewamê de jî destnîşan kir ku ji bo lêkolînkirin û hînbûna ku talîmata îskenceyê ji aliyê kî ve hatiye dayîn heyeta wan hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Lê em muxataban nabînin. Me randevû ji Walîyê Rihayê û Serdozgerê Komarê yê Rihayê xwest lê hê jî bersivek ji wan negirtiye. Heta niha kesekî ku em vê bûyerê bi wan re biaxin nedîtiye. Ev hemû nîşan didin ku li Rihayê pêkanîn keyfî hene. Haya hemû raydarên dewletê jî van bûyeran heye. Em derbarê van hemû kesên ku pêkanînên keyfî dikin serlêdana sûc bikin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar