Tevî nifş jî guherî ne, zêmarên Henîfê di bîra mirovên Kertwênê de hêna jî zindî ne. Êş û azarên Henîfê ku mirina lawê xwe û hemû xizmên xwe dibîne, hêza wê ya dengbêjiyê jî derdixê holê
Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê der barê Şerê Siloqiyan û zêmarên ku piştî şer hatine gotin nivîsand. Tevahiya nivîsa Ogur wiha ye;
“Dema bi femana Mustafa Kemal Ataturk efû ji bo serokê eşîra Rema Emînê Ehmed (Emînê Perîxanê) hate derxistin, dewletê şert danî ber ku demekê li gundekî nêzî sînorê rojavayê Kurdistanê bimîne. Biryar hate dayin ku li Kertwên a bi ser Nisêbînê ve bi cih bibe. Li ser daxwaza rayedaran, muxtar û pêşengê gund Hiso xaniyê xwe lê vekir.
Emînê Perîxanê havîna 1928’an li Kertwênê derbas kir. Hin kesên temen mezin ku wê demê zarok bûn, qala hatina wî û bibîranînê wê demê jî dikirin. Her wiha, wan digot, gramafoneke wî hebû, car caran dema civat kom dibû ji wan re muzîk vedikir. Bi efûyê re jî kesên ku bi Emîn re derbas bûn, ew jî ketin ber efûyê. Du bavikên Siloqiyan jî ku ew demeke dirêj bû sirgûnî binya xetê bûbûn, li gel Emîn hatin û ew jî li Kertwênê bi cih bûn. Siloqînê gundekî Misirc (Kurtalan) a Sêrtê ye. Ev malbat ne ji eşîra Rema ne, lê diyar e derfeta ku pê re vegerin, Emînê Perîxanê dabû wan. Lê li ser çi esasî li hev kiribûn û peymaneke çawa danîbûn, kes pê nizane.
Bavikik ji yê Siloqiyan mala Hecî Îso yê din jî mala Reşoyê Sado bû. Her du bavik jî ji heman binyatê ne, xizmê hev in û ji mala Silo ne.
Piştî li Kertwênê bi cih dibin, li gor hin çavkaniyan bi teşwîqa Emînê Perîxanê û rayedarên dewletê yên herêma Mêrdînê, mêrên Siloqiyan ên bi şervanî û lehengiya xwe navdar in, şevekê sînor derbas dikin û bi berbangê re hema hema tevahiya pez û dewarê Qamişlo û derdora wê kom dikin û talan derbasî serxetê yanî aliyê sînor ê Tirkiyeyê dikin. Bapîrên me ji bo zêdebûna pez û dewar rave bikin, digotin, “serê pez gihiştibû qelêç, taliya wî li sînor bû”. Mêrên van her du malbatên Siloqî talanekî pirr mezin ji derdora Qamişlo radikin û tînin.
Diyar e hin pirsgirêkên kevin ên ser wan hatibû girtin jî, di navbera van malbatên xizim de hebûne. Piştî çend rojan dema pez û dewarê talankirî dibine ser avê, didine ber hev û şer dikin.
Cihê lê şer dikin devereke bi navê Êşik a girêdayî Kertwênê ye. Di navbera Kertwênê û gundê Baqisyan de ye. 3 kîlometreyan, nêzî sînor e, 5 kîlometreyan jî nêzî navenda Nisêbînê ye.
Di encama şerê dijwar de ji her du aliyan 16 kes têne kuştin. Yanî ji her du bavikan mêrekî bi tenê sax namîne. Cenazeyên wan bi heywanan tînin Kertwênê, li cem kaniya bi navê Bîrika Reş, cenazeyan dişon û wan li goristana Kertwênê defin dikin.
Der barê şer de gelek tişt dihatin gotin. Tevan çek gelekî bi hostayî bi kar dianî, lewra tê gotin, hema hema hemûyan ji serê xwe gule xwaribû.
Her wiha dibêjin, kesek sax dimîne û dema li meydanê şer ber bi Kertwênê ve dimeşe, yek ji kesên birîndar ku bi ser hişê xwe tê, ji mesafeyeke dûr wî dikûje, ji xwe ew jî ji ber birînên xwe dimire.
Herkes mîna ku kes ji wî şerî rizgar nebûbe, bi mijarê dizane, lê di rastiyê de di nava cesadan de kesekî birîndar heye. Dema dibihîzin birîndar e, jinên Siloqiyan ên aliyê dijber hewl didin wî bikûjin, gundî derfetê nadin wan. Wî derman dikin û piştî birînên wî baş dibin ji Kertwênê vediqete. Her wiha jin û zarok ên bi tenê dimînin jî paşê berê xwe didin cih û warê xwe, Siloqînê.
Tevî hin nakokiyên kevin jî bi sedema şerê wê rojê kes nizane. Hinan digot, li ser parvekirina pez bi hev ketine. Li gor hineke din jî sedema şer plan-provokasyona Emînê Perîxanê û dewletê bûye. Di zêmarên Henîfê, dayika yekî ji kesên herî ciwan ê di şer de hate kuştin, Sebriyê Silê, balê dikişîne ser rola Emînê Perîxanê.
Zêmarên Henîfê ku heta roja me jî mîna stran tên gotin, bi beşa “Kes sebeba vî şerî nizane, ji bilî Emînê Ehmed lawê Perîxanê” an “Şerê wan keta neqaba Kertwênê û Qesra Baqisyanê / Kes sebaba vî şerî nizanê / Dibêjin sebeb Emînê Perîxanê” gumana ku dewletê bi destê Emînê Perîxanê ev malbat hem teşwîqî rakirina talanê kurdên Rojava kiribin, hem jî şerkirina li dijî hev kiribin, xurt dike.
Dayika Sebriyê ciwan, Henîfê bi rojan zêmaran diavêje ser lawê xwe û pê re jî kesên ji malbatê hatine kuştin. Li gor stranên heta roja me hatine, kesên hatine kuştin, Sebriyê Silê, Sediq, Ferman, Evdile û serkêşê malbata Reşoyê Sado, Edilkerim in.
Şerê Siloqiyan bû mîna îbretekê ji mirovên herêmê re. Di roja me de jî buyêrên xirab dema têne serê mirovan, kesek bi gotina, “wê salê li vir Siloqiyan şerê hev kir, ji her du bavikan mêrek jî nefilitî. 16 kes li goristanê hatin bicihkirin” û bi van gotinan şikira xwe ji pêknehatina ya mezintir tînin.
Zêmarên Henîfê ku bi şev û rojan li Kertwênê olan didan, mîna stranên bi navê, “Sebriyo lo lawo”, “Sebriyê Silê”, “Şerê Siloqiyan”, “Sebriyê min lo lawo”, “Sebrî lawo” tên gotin.
Tevî nifş jî guherî ne, zêmarên Henîfê di bîra mirovên Kertwênê de hêna jî zindî ne. Êş û azarên Henîfê ku mirina lawê xwe û hemû xizmên xwe dibîne, hêza wê ya dengbêjiyê jî derdixê holê.
Bavê min ku dema ev bûyera trajîk qewimî, hêna ji dayik nebûbû niha nêzî 90 salî ye û Zêmarên Henîfê ji neviyên xwe re dibêje. Dudoyên mi jê hilbijartine ev in:
Ez ê ji bajaran biçim bajarê Qamişlo
Ji mehelan ez ê biçim mehala pêşî
Ez ê desmalekê ji Sebriyê xwe re bînim bi gulik û rêşî
Tava Kertwênê dijwar e
Ez ê desmalê bidim serê Sebriyê xwe da neêşî
Sebriyo lawo havîn e, ji dilê diya te re xweş havîn e
Gelî Kertwênîno ketime bextê we û yê Xwedê de
Kolekê ji Sebriyê min re çêkin ji çilo-şîn e
Tava Kertwênê dijwar e da nedê devê birînan
Xwîşka min ji di sohbetê de vê beşê tevî îfadeya wê dibêje: “Dibêjin bûkek ji yê Henîfê ji malbata dijber a hevdû dikuştin bû. Navê wê Helîmê bû. Dema diavête ser miriyan, wisa bangî bûka xwe dikir û digot;
Helîmê Helîmayê
Dijmin keça dijminayê
Dêhn û bala xwe didime te
Qet giriyê te li ser Sebrî û Sedîq nayê
Hêza zêmarê di wêjeya devkî de bi serê xwe mijareke lêkolînê ye. Hefteya bê jî ez ê zêmara bêhempa ya Henîfê ji devê dengbêj û stranbêjên mîna Bahremo, Mehmedê Tepe, Diljar, Mihyedîn Tatli, Selîm Recebî, Tayîbo û Zahiro binirxînin û hûrguliyên Şerê Siloqiyan bi were re parve bikim.”