Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li herêma Mexmûrê liv û tevgera çeteyên DAIŞ zêde bûye

Çeteyên DAIŞ’ê xwe li herêma Mexmûrê rêxistin dikin. Xelkê herêma Mexmûrê diyar dikin KU DAIŞ li ser jiyana wan metirsiye û çete tenê çend kêlî ji Mexmûrê dûr in

Li Suriyeyê di pêşengiya şervanên HSD û YPG’ê de çeteyên DAIŞ bi awayek çekdarî hatin tûnekirin. Lê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Iraqê despêkiriye. Bi taybet li Kerkûk, Mexmûr, Musi û Diyale ev yek heye. Heya niha jî ji bilî operasyona artêşa Iraqê, hêzên hevpeymana navnetewî tu pêngavek neavêtine.

Navçeya Mexmûr tenê ji Hewlêrê 49 kîlometre dûr e. Di demên dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li herêma Mexmûrê zêde bûye. Welatiyek ji ji ber ewlekariya xwe nexwest navê xwe bide ji RojNews re axivî û wiha got: “Çete nêzî Mexmûrê ne. Her tim ce û genimê welatiyên herêmê dişewitînin û bi aşkerayî çete digerin. Ji piştî bûyerên 18’ê cotmehê ve wisa nin. Artêşa Iraqê li herêmê heye û ew ji asayîşê berpirs in. Îdareya navçeyê jî vegeriya ser îdareya beriya 16’ê cotmehê.”

Welatiyek din ku nexwest navê xwe bide axivî û wiha got: “Em niha li navçeya Mexmûrê ne û rewşa me gelek xirab e. Em nikarin bi kêfa xwe li herêma Mexmûrê bigerin. Çeteyên DAIŞ’ê ce û genimê me dişewitîne. Em dixwazin pêşmerge vegerin herêmê. Ji ber ku li gorî min artêşa Iraqê li Mexmûrê ne rêxistin kiriye û bê ser û berin. Dema ku pêşmerge li herêmê bûn, pirsgirêka me nebû.”

Heman çavkaniyê wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê tenê 10 kêliyan ji Mexmûrê dûr in. Çete bi kêfa xwe tên û diçin. Kes lêpirsînê li gel wan nake. Niha hatine gundê Grede Şîn, Mela Xanî, Girgiraw û Kurtan Diru. Gelek balkêşe. Niha li çiyayê Qereçox hinek hêz hene. Li ser çiya pêşmerge û nîvê jî DAIŞ. Li xarê jî artêşa Iraqê heye. Em nizanim ev filim çawa bi rêve diçe.”

Welatiyê bi navê Nasir Letîf yê xelkê Mexmûr jî wiha got: “Hebûna çeteyên DAIŞ ya li çiyayê Qereçox metirsiyek mezin li ser gundên herêmê pêktîne. Lê metirsî li Mexmûrê kêmtir e.”

Berpirsê komîteya Yekitiya Nîştimana Kurdistan (YNK) Reşad Gelalî balkişand ser hejmara çeteyên DAIŞ yê li herêma Mexmûrê û wiha got: “Ev salekê zêdetir e çeteyên DAIŞ’ê li çiyayê Qereçoxê ne. Xwe perwerde û bi rêxistin dikin. Hejmara wan ji 300 çeteyan zêdetir e. Zêdetirî çeteyan iraqî ne, lê çeteyên biyanî jî hene. Rêveberên wan jinên êzidî bi xwe re anîne. 3 heya 4 jinên êzidî li gel wan in. Her wiha zarokên biçûk li gel wan hene. Gelek cûreyên çekên wan jî hene.”

Reşad di dewamê got ku dibe ku ev hêz bêne bikaranîn û wiha got: “Ev çekdar tên bikaranîn. Di dema bê de dibe ku li welêt bên bikaranîn. Welatên herêmê û hevpeyamana navnetewî dikarin vana bikarbînin. Wê demê wê gelek bi asanî weke berê herêm bikeve destê çeteyên DAIŞ.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar