Cenazeyê Huseyîn Ecer ku dema qedexeya derketina derve ya Hezexê de jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan teslîmî malbata wî hate kirin
Cenazeyê Huseyîn Ecer ku dema qedexeyên derketina derve yên sala 2016 û 2017’an ên li navçeya Hezex a Şirnexê jiyana xwe ji dest da, piştî 3 salan teslîmî malbata wî hate kirin. Şaxa TEM’ê ya Rihayê beriya rojekî li malbata Ecer ku 2 caran mînaka xwînê dabû geriya û xwest ku bê cenazeyê kurê xwe bigirin.
Malbata Ecer jî piştî ku agahî girt çû Rihayê û cenazeyê kurê xwe ji Gora Bêkesan a Rihayê derxist. Malbatê cenazeyê kurê xwe anî navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li Goristana Asrî defin kir. Dewleta tirk nehişt ku ji bilî endamên malbatê tu welatî tev li merasîma definkirina cenazeyê Ecer bibin. ŞIRNEX